‘Armanca me gihîştina kesayetek azad û xwebûn e’

Jinên ji herêma Firatê ya Kobanê diyar kirin ku di jiyanê de perwerde û rêxistinbûn beşek girîng e û gotin ku perwerde avakirina kesayetek azad û nasnameya mirovan e.

BEYDA OSMAN

Kobanê- Di 7'ê Tîrmehê de li Akademiya Şehîd Şîlan, dewreya perwerdeyeke bi navê Helbest Koçer hat vekirin\eke , 21 jinên di navbera temenê 18-50 salî de tevli perwerdeyê bûn.

Di vê çarçovê de Rêveberiya Akademiya Şehîd Şîlan û endamên ku tevli perwerdeyê bûn têkildarî girîngiya perwerdeyê ya li ser kesayeta wan dide avakirin ji ajansa me re axivîn.

‘Perwerde riya xwenaskirinê ye'

Rêvebera Akademiya Şehîd Şîlan Hedlê Xelîl li ser perwerde û girîngiya wê wiha axivî: “Weke Akademiya Şehîd Şîlan erka me ya bingehîn ew e ku em jinan perwerde bikin û bi rêxistin bikin. Me di 7'ê Tîrmehê de dewreya perwerdeyek bi navê Şehîd Helbest Koçer vekir, perwerde bi taybetî ji bo dayik, hevjîn û xwişkên şehîdan hat vekirin. Armanc avakirina kesayetek azad û zanîna rastiya xwe ye. Kesên ku tevli perwerdeyê dibin xwe û derdora xwe nas dikin, ev dewre dê mehek bidome. Di perwerdeyê de wane tên dayîn û her waneyek girîngiya xwe ya cuda heye. Wek girîngiya perwerdeyê ev wane ji bo perwerdeyê esas e. Em armanc dikin di perwerdeyê de rastiya rêbertiyê bizanibin. Her wiha em hewl didin girîngiya şehîdên xwe bidin fêmkirin. Waneyên wekî civaka xwezayî, netewa demokratîk ku ji bo sedemên guhertina pir tiştan, rexne û rexnedayî yên ku heta niha ev tevger xwe li ser lingan hiştiye tên dayîn."

'Perwerde nasnameya me ye'

Her wiha Emîna Mihemed a hevjînê wê şehîd e jî wiha li ser perwerdeyê axivî: "Mirov çiqas bibêje em zana ne jî dema ku derbasî perwerdeyê dibe xwe ji nû ve nas dike. Bi taybetî jin girîngiya xwe di nava civakê de hîn dibin. Em li vir ji 18 salî heya 50 salî bi hev re perwerde dibin. Em destpêke li xwe vedigerin û xwe nas dikin. Perwerde wekî pêxistina çirayeke di maleke tarî de ye. Perwerde nasnameya me ye."

'Perwerdeyê di kesayeta min de gelek guhertin û veguhertinan ava kir'

Emîna Mihemed da zanîn ku divê her jina li malê dimîne perwerdeyê bibîne û xwe nas bike û wiha gotinên xwe domand: “Ez hêvî dikim hemû jinên li malan dimînin perwerdeyê bibînin. Ji ber ku fikrên mirovan bi pêş dixe naskirina kar hêsan dibe. Ez beriya niha jî tevli perwerdeya Akademiya Şehîd Şîlan Emgîhan Cûdî ya 45 rojan bûm. Rast e em jin xwedî mal û zarok in lê me digot qey tenê karê me ew e em mal û zarokan xwedî bikin û xwarinê ji wan re amade bikin. Piştî ez tevli perwerdeyê bûm min gelek guhertin di kesayeta xwe de ava kir, wekî ku ez ji nû vê hatibim cîhanê. Dema ku ez tevli perwerdeyê bûm, bi rojan digiriyam lê dem bi dem hezkirin û xwestina min ji perwedeyê re zêdetir bû. Tiştê ku em di perwerdeyê fêr dibin divê ji derdora xwe re belav bikin."

'Perwerde wek nan û av e ger nebe nayê jiyîn'

Endama Saziya Malbatên Şehîdan Silava Bekî jî wiha got: "Perwerde ji bo avakirina mirovan weke nan û av e. Ger nebe nayê jiyîn. Berê me di aliyê fikir, dayîn û standin de gelek zehmetiyan dikişand. Dema ku em tevli perwerdeyê bûn mîna ku cara yekemîn te çavên xwe vekiribe me xwe hîs kir. Em wek jin beriya perwerde bibînin me gelek zehmetî dikişand. Ji ber ku mafên me hatibûn binpêkirin lê dîtina perwerdeyê ji bo jinan bi xwe guhertineke mezin e. Dema ku mirov perwerde dibîne xwe û dîroka xwe û fikir û felsefeya Rêber Apo nas dike. Divê em bizanibin dewletên hegemon dixwazin gelê Kurd tune bikin û projeya Netewa Demokratîk ji holê rakin. Piştî min demek di perwerdeyê de derbas kir ez ketim wê ferqê ku çiqas mafên me jinan hatine desteserkirin. Ji ber ku jinên azad civakeke azad ava dikin, heta roja me ya îro jî dijmin dixwaze her dem jinan hedef bigre. Desthilatdariya li ser jinan ji dema Sumeran ve dest pê kiriye lê felsefeya jin, jiyan, azadî dê bibe bersiv ji hemû desthilatdariyê re."