‘Alîkariyên Rêbeveriya Xweser ên ji bo mexdûrên erdhejê tên astengkirin’
Hevseroka Meclisa Kantona Qamişloyê Yisra Derwîş li ser rewşa erdhejê û tedbîrên wan weke Rêveberiya Xweser der barê vê bûyerê de nirxand û bal lê kişand ku alîkariyên wan ên ji bo mexdûrên erdhejê ji aliyê hikumeta Şamê û Tirkiyê ve tên astengkirin.
ROJ HOZAN
Qamişlo - Erdheja ku di 6’ê sibatê de seat 04.17'an li navçeya Bazarcixa Mereşê bi pileya 7,7 û li navçeya Elbistanê di seat 13.24'ande bi pileya 7,6 pêk hat, bandorên xwe li Sûriyeyê û hin taxên Helebê yên Kurdan ên weke Eşrefiyê û şêx Meqsûdê kir. Ji bo şandina alîkariyê û komkirina wê ji bo heremên ku zirar dîtine kampanyaya alîkariyê bi navê “Em bi hev re ji bo mirovahiyê” hat destpêkirin, ev kampanya ji bo hemû gelên Sûriyeyê yên ku zirar ji erdhejê dîtine ye. Hevseroka Meclisa Kantona Qamişloyê Yisra Derwîş li ser rewşê, tedbîr û alîkariyên Rêveberiya Xweser ên ji bo mexdûrên erdhejê axivî.
‘Dewleta Tir tedbîrên pêwist negirt’
Yisra Derwîş behsa bandorên bûyera erdhejê li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriye kir û wiha dest bi axaftina xwe kir: “Erdheja ku di 6’ê sibatê de seat 04.17'an qewimî bandoreke neyînî li me jî kir ji ber gelek herêmên me weke Şehba, Şêx Meqsûd, Eşrefiyê zirarê ji erdhejê dîtin. Ava ku li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ji aliyê dewleta tirk ve hat birîn bû zemîneke xurt ku erdhej hişyar bibe û bandora xwe li me jî bike. Rast e li Herêma Cizîrê bandora wê kêm bû li herêmên me yên girêdayî Helebê xerabiyeke mezin bi xwe re anî. Bûyereke xwezayî heya niha tedbîr jê re nehatibû girtin, dewleteke weke Tirkiye ewqas xwe pêşketî dibîne nikaribû li hember vê bûyera erdhejê beriya ku biqewime rê bigre. Di felaketên xwezayî de pêwîst e hikûmet an jî rêveberî xwe berpirsyar bibînin û gelê xwe biparêzin lê dewleta tirk berpirsyariyê negirtiye ser milên xwe loma di encamê de bi hezaran mirovan jiyana xwe ji dest dan û ziyanên mezin gihîştin mal û milkên wan.”
Tedbîrên Rêveberiya Xweser ji bo erdhejê
Yisra Derwîş bal kişand ser tedbîrên Rêveberiya Xweseriya Demokratîk li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li hemberî bûyera erdhejê girtine û wiha domand: “Dema ku li herêmê gel erdhejê hîs kir metiriyeke mezin belav bû. Encûmena Cîbicîkar a Rêvebriya Xweser di cih de tedbîrên xwe ji bo parastina gelê herêmê girtin. Perspektîf dan ku li hemû bajar û navçeyan kon ji gel re li deverên dûrî avahiyan werin vegirtin, hemû kesên li avahiyên bilind dimînin di konan de bimînin. Li ser vî esasî li her bajar û navçeyê kon ji gel re hatin vegirtin, me xwest bi vê yekê em dilê gelê xwe aram bikin. Ya din jî perspektîf hatin dayin ku çawa mirov ji erdhejê xwe biparêzin di nava sê rojan de konên ku hatibûn vedan gel êvarê berê xwe didanê û xwe diparastin. Li aliyê din jî tîmên me yên tenduristiyê weke Heyva Sor a Kurd û hêzên ewlehiya hundirîn di nav tevgerê de bûn ku ger rewşek çêbibe gel agahdar be û ji erdhejê zirar nebînin. Me koordîneyeke giştî di navbera Rêveberiya Xweser, tîmên tendirustiyê û ewlehiyê de ava kir da ku em bikaribin li rewşa gelê xwe baldar bin û ji erdhejê wan biparêzin. Di dema pêş de jî di navbera van rojan de me Komîteyke Endezyariyê bi Desteya şaredariyan re amade kiriye ku li rewşa avahiyan binêre. Ev komîte erka wê ew e ku li rewşa avahiyên kevnar binêre rewşa wan tesbît bike û hem jî rewşa avahiyên nû bişopîne. Ev erk wê di hemû herêmê de bê pêkanîn û avahiyên ku zirara wan ji erdhejê heye wê alîkariya xwediyên wan bê kirin.”
Alîkariyên Rêbeberiya Xweser tên astengkirin
Yisra Derwîş bal kişand ser kampanyaya alîkariyê ya ji bo herêmên ku zirar dîtine hatiye destpêkirin û armanca wê û wiha pê de çû: “Kampanyaya alîkariyê ya ji aliyê Rêveberiya Xweser ve hatiye ragihandin bi navê “Em bi hev re ji bo mirovahiyê” armanca wê ew e ku em xizmetê ji mirovên ku zirar ji erdhejê dîtine re bikin. Kampanya me ji bo mirovahiyê ye, dûrî hemû siyaset, hikûmet, partî û berjewendiyan e. Gelê me bi rihekî xurt piştevaniya xwe ji vê kampaniyayê re kir. Mebesta me ew e ku ne tenê alîkariyê bigihîjînin gelê xwe, li seranserê Sûriyeyê û Bakurê Kurdistanê me alîkariya xwe pêşkêş kir. Mixabin deriyên hikûmetan ji bo alîkariya me vekirî nîn in. Ji ber hêzên serwer li ser erdê mebestên wan siyasî ne û berjewendiyên xwe di asta yekemîn de didin pêş. Vayê em dibînin sînorên dewleta tirk bi Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ve ye lê nahêlin ku ev alîkarî di van deriyên sînorî yên fermî re derbas bibin û alîkariyek ji mirovan re were kirin. Di dawiyê de ez dibêjim baweriya me bi gelê me heye û dikarin vê rewşê derbas bikin û em weke rêveberî bi hemû erk û derfetan, em ê gelê xwe ji van bûyerên bi êş biparêzin.”