Aktîvîstên jin ên Tunisî girtina komeleya xwe qebûl nakin

Çalakvanên Tunisî yên jin destnîşan kirin ku zexta li ser civaka sivîl a femînîst, dengê jinan ditepisîne, mafên wan dike metirsiyê û got ku ji bo vê pêwîstî bi mîsogerkirina piştgiriya domdar a jinan heye.

ÎXLAS HEMRONÎ

Tunis – Komeleyên jinan li Tunisê bi zextên zêde re rû bi rû ne, bi taybetî biryarên rawestandinê yên ku gefê li dengên serbixwe yên jinan dixwin. Çalakvanên jin dan zanîn ku ev siyasetek sîstematîk nîşan dide.

Jinên têkoşer ber bi siberojeke ne diyar û xeternak ve dibe

Jin li Tunisê ji ber zêdebûna sînorkirinên li ser civaka sivîl a femînîst, neçar dimînin ku bêdeng bibin. Çalakiyên çend komeleyan hatine rawestandin, jin bê parastin rastî pirsgirêkên cidî tên. Ev rastî pirsên girîng li ser çarenûsa jinan derdixe holê.

Pirsgirêkên sereke û cidî yên li pêşiya jinan

Di vê çarçoveyê de, çalakvana civaka sivîl Munîra Buezîzî axivî. Munîra diyar kir ku civaka sivîl a jinan bi "sînorkirinên berdewam" re rû bi rû ye û wiha got: “Biryara sekinandina çalakiyên çend komeleyên jinan ên ku bi salan di civaka Tunisê de rolek erênî lîstine, biryareke ku fikarên cidî derdixe holê ye. Di nav van komeleyên ku çalakiyên wan hatine seknandin de Komeleya Jinên Demokratîk a Tunisê, Dengên Jinan, Hewa û yên din hene. Ev komele, ne tenê avahî bûn. Ev komele bûn dengê her jineke ku rastî tundî hatibû û piştgiriya wan a rastîn bûn.”

Civaka sivîl di afirandina hevsengî û çareseriyê de hevkar e

Munîra Buezîzî destnîşan kir ku di navbera komeleyan û civaka sivîl de pêwendiyek heye û wiha domand: “Civaka sivîl hêzek çavdêrî, pêşniyar û sererastkirinê pêk tîne. Civaka sivîl û civaka sivîl a jinan wêran nakin, ava dikin. Ew hevkarên afirandina hevsengî û çareseriyê ne.” Munîra Buezîzî biryara sekinandina xebatên hin komeleyên ku piştgiriyek rastîn ji bo jinan temsîl dikin de hatiye dayîn, şermezar kir. Munîra, motîv û armancên li pişt vê pêvajoyê pirsî û got “Gelo ev siyaseteke ji bo tepeserkirinê ya pêşerojê ye?” 

‘Nêzî 100 malbat hene ku ji hêla van komeleyan ve tên destekkirin’

Her wiha Munîra tekez kir ku mafê civaka sivîl a femînîst heye ku rola xwe di rexne û hesabdayînê de bikar bîne. Munîra diyar kir ku ev sînordarkirin wê rewşê ber bi rewşeke xirabtir ve bibe û nêrînên xwe wiha anîn ziman: “Nêzî 100 malbat hene ku ji hêla van komeleyan ve tên destekkirin û parastin. Hin çalakvanên femînîst, wekî Seniya Eldehmanî û Bûşra Bilhac Mibarek, niha bi darizandin û girtinê re rû bi rû ne. Ez bi xwe bi dozên yasayî re rû bi rû me û ez hîs dikim ku dengê jinan nayê parastin, tê tepeserkirin.” 

‘Tepeserkirinê tevgera jinan lawaz kiriye’

Fadya Xaşxûsî ku çalakvaneke civaka sivîl li Sidî Bouzid e jî, got ku çalakvaniya jinan li Tunisê bi girîngî kêm bûye. Wê destnîşan kir ku tevgera jinan hema hema bi tevahî lawaz bûye, ji bilî komeke biçûk ku di sala 2011’an de dest bi têkoşîna xwe kir û parastina mafên xwe berdewam dike. Fadya tekez kir ku ev kêmbûn ji ber pêla sînordarkirinên li ser komeleyan, nebûna fînansmanê û prosedurên burokrasiyê yên tevlihev e.

‘Nêzî 2000 komele hatine girtin’

Fadya Xaşxûsî destnîşan kir ku nêzîkî du hezar komele, ku piraniya wan rêxistinên mafên mirovan in, di demên dawî de ji ber "prosedurên qanûnî yên zelal" hatine girtin û got ku ev yek nezelaliyek mezin çêkiriye. Wê diyar kir ku çalakvan bê ewle ne, pirsa “Ka ew dikarin di bin van şert û mercan de xebata xwe bidomînin?” kir û ragihand ku tenê komeleyên îro li ser piyan mane, ew in ku bi tundî pabendî prensîbên xwe û pabendbûna xwe ya parastina mafên xwe ne.

‘Em çawa dikarin bi komên xeternak re xebata xwe bidomînin?’

Fadiya Xaşûsî diyar kir ku ji bo çalakvanên mafên jinan girtin, bêbextî û xiyanet hema hema rojane bûne û got ku girtina gelek çalakvanan ji ber xebata wan a civaka sivîl rewşê hîn xirabtir dike. Wê tekez kir ku zext û sînorkirinên giştî yên li ser komeleyan, nemaze rêxistinên jinan, wan neçar dikin ku tevî hewldanên xwe yên çêtirîn, xebata xwe bidomînin. Fadiya pirsî: “Îro, ev hemû rêxistin an têne tawanbarkirin an jî têne girtin. Em çawa dikarin bi komên xeternak re bixebitin?”

Lobiya ji bo guhertinên qanûnî berdewam dike

Fadiya Xaşûsî diyar kir ku di nav komên ku ew hewl didin piştgiriyê bidin de jinên ku di sektora çandiniyê de rastî îstîsmarê tên, koçber û karkerên navmalî hene. Wê rave kir ku komeleyên jinan ji bo dîtina çareseriyên ji bo van koman dixebitin û hewldanên lobiyê ji bo guhertinên Qanûnên Hejmar 58 û 227 û her weha qanûnên din ên têkildarî aboriya hevgirtina civakî, berdewam dikin.