AKP ji pencereya Madimakê li Elewiyan dinêre

Rojnameger Çîlem Kuçukkeleş doza Qetliama Sêwazê ya ku rastî demboriyê hat nirxand û îşaret bi qetlîama Madimakê kir û got, “Cihê ku AKP li me dinêre ev der e.”

SERPÎL SAVUMLU

Navenda Nûçeyan – Di 2’ê Temûza 1993’an de Tirkiye bû şahidê yek ji mezintirîn qetlîamên dîroka komarê. Her wiha her kêliya vê komkujiyê li pêşiya kamerayan hat jiyîn. Di komkujiya li Sêwazê de ku ji aliyê hêzên çekdar û hema bêje tu rayedaran ve nehat astengkirin, 33 rewşenbîr û 2 xebatkarên otelê jiyana xwe ji dest dan. Doza Komkujiya Sêwazê 30 sal temam kir. Piştî 30 salan careke din civaka Elewî ‘nehat hesibandin’ û dosya bêceza hat girtin. Edaleta ku di korîdorên edliyeyê de winda bû, li dû xwe rûbirûbûn û hesabpirsînek kêmmayî hişt.

Daxuyaniyên ku yekser piştî Komkujiya Sêwazê hatin dayîn, di rastiya xwe de delîlên vê bêcezabûna ku îro diqewime dida. Serokwezîra wê demê Tansu Çîller jî got: “Şikir ji gelê me yên ji derveyî otelê zerer nedît.” Wezîrê Karên Navxweyî Mehmet Gazîoglu jî got: “Gel li hemberî provokasyonên ku Azîz Nesîn ên li dijî baweriya gel tê zanîn, hêrs bû û bertek nîşan da.” Gelek rayedarên din ên dewletê kesên di komkujiyê de jiyana xwe ji dest dane sûcdar kirin.

Jixwe hatibûn efûkirin

Sedema ku darizandinê 30 salan dirêj kir ew bû ku bersûcên fîrarî nebirin dadgehê. Bersûc reviyabûn derveyî welat. Bersûc, li Elmanyayê hatin parastin. Ev yek weke pêngaveke ku bi vê biryarê doz bi dawî bibe hat nirxandin. Ev ne bes bû. Bersûcên ku di doza qetlîamê de hatin mehkûmkirin û girtin Hayrettîn Gul û Ahmet Turan Kiliç ji aliyê Recep Tayyîp Erdogan ve hatin efûkirin. Yekemîn sûcdarê ku hat efûkirin Ahmet Turan Kiliç bû. Ahmet Turan Kiliç beriya efûya xwe bi navên “Ahmet Dede” û “Mazlûm Musluman” ji çapemeniyê re da nasîn. Ahmet Turan Kiliç ê ku got: “Ez ne poşman im, ger dîsa bibûya ezê dîsa bikim” bi biryara Serokomariyê hat efûkirin.

AKP li ber Madimakê ye

Doza Komkujiya Sêwazê ku di tu qonaxên dozê de edalet û hiqûq nehate sepandin, di 14’ê Îlona 2023’an de ji aliyê 1’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Enqereyê ve hat betalkirin. Her çend di qanûnê de bi awayekî zelal tê gotin ku di sûcên li dijî mirovahiyê de qedexe û betalkirina dozê nayê kirin jî, ev biryar parçeyek ji polîtîkayên li ser civaka Elewî ya Tirkiyeyê ye; bû dewama wê. AKP'ê careke din nîşan da ku ji destpêkê ve ji pencereya ku Otela Madimak a Sêwazê hat şewitandin, li civaka Elewî dinêre. Siyaseta li ber wê pencereyê îro jî bi pêkanînên weke dersên olî yên mecbûrî ji bo civaka Elewî, projeya Ez Hawirdora Xwe Diparêzim, ya Em Nirxên Xwe Diparêzin (ÇEDES) û tayînkirina bapîran li Cemevlerî didome. Wêrankirina çandî ya li ser civaka Elewî ku beriya desthilatdariya AKP'ê ya Tirkiyeyê bi şêweyên cuda ji aliyê AKP'ê ve hat jiyîn, dewam dike. Her wiha AKP îro bi HUDA-PAR û komeleyên girêdayî wê re ku piştî hilbijartinan anîn Meclîsê, vê yekê pêk tîne.

Siyaseta Erbakan û kurên wî

Em bi rojnamevan Çîlem Kuçukkeleş re li ser biryara dawî ya doza komkujiyê û polîtîkayên li ser civaka Elewî axivîn. Çîlem Kuçukkeleş, diyar kir ku derbeya bi 1980’î ya li Tirkiyeyê rê li ber Îslama siyasî vekir û ji ber ku mijara Tirkbûnê bi tena serê xwe nebû motîvasyon, nîqaş û polîtîkaya ‘yek ol, yek dewlet û yek ziman’ bi darbeyê hat avakirin. Çîlem Kuçukkeleş got: “Dersên olî yên mecbûrî yên ku me Elewî herî zêde li hember wan nerazîbûn û projeyên avakirina mizgeftên li gundên Elewiyan wê demê destwerdana herî eşkere ya civakê û baweriyê bû. Paşê, di salên 90’î de Qetlîama Madimak, ev siyaset li derdora Erbakan û kurên wî, ango wî hat avakirin. Bi ne mudaxelekirina qetlîama ku 8 saetan dom kir, rê li ber Îslama siyasî hat vekirin û ev yek jî bi cihbûna li bajarê Sêwazê ku şaredariya wê lê dikir, xurtir bû.” Çîlem Kuçukkeleş piştre bi bîr xist ku, gelek navên ku bi qetlîamê re têkildar bûn siyasetmedar bûn.

Komkujî ji bo hinekan bû pêngavek

Çîlem Kuçukkeleş, diyar kir ku Komkujiya Sêwazê ya ku sûcê mirovahiyê lê hat kirin, ji bo hinekan veguherî pêngavek û rêxistineke siyasî û wiha got: “Li gel van hemû geşedanan HUDA-PAR di rastiyê de avahiyeke birêxistinkirî ye ku ne tenê di nava tevgerê de ye. Siyaseta di qada legal de, di heman demê de bi awayekî îllegal, yanî destên wê di xwînê de ye. Me dît ku partiya siyasî ya ku wî afirand, bû qanûnî û ket Meclîsa Tirkiyeyê.” Çîlem Kuçukkeleş bi bîr xist ku bersûcên HUDA-PAR’ê jî bi pêvajoya AKP’ê hatin berdan û wiha dewam kir:

“Li Tirkiyeyê gelek partiyên siyasî yên Îslamî hene. Siyaset kirin. Li hemberî vê yekê tu nerazîbûnên kesî nebû. Lê dema ku mijar bû mijara HUDA-PAR’ê, civakê ji ber planên li paş got ‘ne ewqas jî’. Di dema ku hinek qisim efûya siyasî wergirtine, gelek kes ji ber nêrînên xwe di girtîgehê de ne û li hemberî wan nêzîkatiya tolhildanê heye. Dadwerî bi şêweyek li ber qeraxê dikare li efûkirina tawanbarên Madimak ji aliyê Serokomar ve temaşe bike. Ango hûn civakekê qetil dikin, di îfadeyên we de wek mînak Ahmet Dede kesekî ku gotibû “Eger niha bibûya ez ê careke din Madimakê bişewitînim” û “Ez ne poşman im” ji ber sedema ku Serokkomar ew pîr dît berda. Bi rastî jî di vê mijarê de destwerdana serokkomar an jî sîstemeke hiqûqî ya ku Serokkomar rasterast tevlî van dozan dibe, gihiştiye qonaxeke ku nayê qebûlkirin. Li gorî min hebûna HÛD-PAR'ê ya li Meclîsê tam tê vê wateyê: ‘Hûn dikarin her sûcî bikin, lê AKP'ê we efû bike, heta hûn dikarin werin li wê Meclîsê siyasetê jî bikin.’ Di warê Elewî de, di warê jinan de, di warê sekûleran de, gelek beşên vê civakê ez dikarim bibêjim ku ew gihîştiye pozîsyona partiyek siyasî ku hem nayê qebûlkirin û hem jî wekî xetereyê tê hîskirin.”

Şêweyê polîtîkayên qirkirinê hat guhertin

Çîlem Kuçukkeleş, xala ku polîtîkayên li hemberî civaka Elewî yên li Tirkiyeyê piştî 30 salan bi AKP’ê re gihiştiye asta herî jor û wiha got:

“Şêwe û rêbaza polîtîkayên qirkirinê yên çandî veguherî. Ya rast em qala Madimakê dikin, lê Elewî li ser vê erdnîgariyê bi gelek polîtîkayên qirkirinê re rû bi rû man. Ji cihên xwe hatin koçberkirin. Siyaseta piştgirîkirina civakeke ku girêdayî baweriyekê ye ji olek din re û wesifkirina wê wekî guhertoyek cûda ya wê ye û di dawiyê de vediguhere rewşek ku em hemî tenê yek ol in. Helbet ev ne bi AKP’ê dest pê kir, di pêvajoya AKP’ê de derbasî pêvajoyeke cuda bû. Ji ber ku niha civak li cihekî cuda ye û pêwîstî bi destwerdanên din jî bi encamdanan heye. Îro wek karek baş serdana Cemevlerî dikin û dibin banê Wezareta Çandî de dezgehek ava kirine.”

Polîtîkaya herî xeternak a AKP’ê

Çîlem Kuçukkeleş diyar kir ku daxwazên Elewiyan gelekî zelal in û wiha got: “Cemevlerî weke cihê îbadetê bên dîtin, dersên olî yên mecbûrî bên rakirin û Elewîtî weke bawerî bê qebûlkirin. Elewî dixwazin ev hemû daxwaz di Destûra Bingehîn de bên misogerkirin.” Çîlem Kuçukkeleş got: “Di bin banê Wezareta Çandê de Diyanetek nû tê avakirin. Ji bo Elewiyan Daîreya Diyanetê tê avakirin. Dixwazin bi vî rengî jî mudaxeleyî vê baweriyê bikin. Dixwazin ji Cemevlerî re bapîran tayîn bikin. Bi rastî jî dixwazin bi awayekî îmamên ku perwerde kirine bixin Cemevlerî de.” Çîlem Kuçukkeleş, bal kişand ser xeteriyên ku îro hatine jiyîn û wiha got:

“Berê li gundên Elewiyan mizgeft ava dikirin. Nikarîbûn bidomînin. Ev ji aliyê civakê ve nehat qebûlkirin. Niha jî hewl didin Cemeviyên ku civakê bi derfetên xwe ava kirine bikin mizgeft. Em dikarin vê weke polîtîkaya herî xeter a AKP’ê bi nav bikin. Ji ber ku niha hewl didin bikevin mala Elewiyan. Ji bo vê baweriyê yek ji xetereyên herî mezin ev e. Ya din jî projeya ÇEDES e. Helbet ev ne projeyek e ku tenê bandorê li Elewiyan dike. Em difikirin ku navê rastîn ê projeyê, ku navê wê nerm bûye û xuya dike ku mirovên jîngehê hişyar dike, projeya tayînkirina melayan li dibistanan e.”

Bingeha nifşê kîndar tê avakirin?

Çîlem Kuçukkeleş, anî ziman ku AKP hewl dide ji bo zarokên li Dibistanên Îmam Hatîp tên mezinkirin derfetên kar biafirîne û destnîşan kir ku hem qada îstîhdamê hatiye vekirin û hem jî sîstema ku dê têkiliya civakî ya zarokan bi îmaman re ava bike armanc dike. Çîlem Kuçukkeleş a ku pêkanîna ÇEDES’ê weke ‘polîtîkaya qirkirinê’ pênase dike û wiha got: “Ev polîtîkaya qirkirinê ye ji bo zarokên keç ên Elewî. Ji ber ku dixwazin zanyariyên ku digihêjin jinan têk bibin û nehêlin ku jin zanyariyên rast bigihînin nifşên pêş. Em dikarin bibêjin ku qada herî mezin a ÇEDES’ê îro li dibistanên dewletê kî heye? Zarokên hejaran hene. Kesên ku hinek derfetên kêm jî hebin zarokên xwe naşînin dibistanên dewletê.

Cara yekem e ku projeya mezinkirina nifşekî bi kîn û dîndar ku Serokkomar gelek caran dubare kiriye, armanc zarokên hejarane û ev cara yekem e ku ji warê xwe derketiye, (berê, li civakên ku rêjeya dengên wan lê zêde bû, dihat kirin û jixwe li van deran gelek perwerdehiya olî dihat kirin) vê carê ez difikirim ku destpêkirina projeyê li Eskîşehîr û Îzmîrê tam ketina qada sekûlere. Ew tam destwerdanek e ji bo zarokên ku di cîhana sekûler de bêtir geş dibin. Cara yekem e ku ez dibînim ku AKP ewqas bi cesaret dikeve qada sekûler. Em kêm û zêde dikarin pêşbînî bikin ku ev cesaret wê cuda bidome.”

ÇEDES ji bo dîzaynkirina civakê amûrek çawa ye?

Çîlem Kuçukkeleş, têkildarî civak wê çawa û bi çi awayî bê dîzaynkirin jî got: “Di rastiyê de AKP zêdetirî 20 sal in her tim vê yekê dike. Ez wisa difikirim ku hem bi zarokên li vir perwerde bûne û hem jî bi bapîrên ku li Cemevlerî hatine tayîn kirin dê di mijara îmanê ya jin û mêr bi hevre de ku civaka Elewî ev demeke dirêj li ber xwe daye, bi awayekî cidî mudaxele bike. Weke mînak piştî demekê kesên ku li Cemevlerî hatine tayînkirin bi gotina ‘jin dikarin li malên xwe îbadetê bikin, ne hewce ye ku werin Cemevlerî’ dikarin wan deran bi tevahî bikin cihê mêran.” Çîlem Kuçukkeleş got: “Dibe ku pêkanîna hîcabê, destwerdanên li ser baweriyên din û hewldana danîna xeteke pir mezin û pir tûj di navbera civakê û zarokên wê de hebe. Wezîrê Perwerdeya Neteweyî di daxuyaniya xwe de dikare wiha bibêje, ‘Mirov naxwazin zarokên xwe yên keç bişînin dibistanê, wê demê em dikarin refan ji hev veqetînin. Li şûna perwerdehiya bi kur û keçan, em dikarin refên ku keç û kur ji hev cuda tên perwerdekirin ava bikin.’ Mînak ev yek ji tiştên ku piştî projeya ÇEDES’ê hat nîqaşkirin û ez difikirim ku ev yek ji delîlên daxuyaniyê ye.”

‘Bapîrê ku ji aliyê dewletê ve hatiye tayînkirin ji bo me îmam e’

Çîlem Kuçukkeleş, der barê bapîrên ku têne plankirin ji bo Cemevlerî bên tayîn kirin de nirxandinek kir û got: “Cemeviyên serbixwe hene ku bi tu rêxistinên Elewiyan ve ne girêdayî. Mînak hinek ji van Cemeviyan li gundan in. Li wan gundan hem serokê Cemevî û hem jî muxtarê gund bi gelemperî dikare heman kes be û têkiliya bi dewletê re bi van kesan re derbas dibe. Û ger ev yek bi daxwaza qeymeqam an jî walî çêbibe, derfetê civateke biçûk a gund ku wê red bike pir kêm dibe. Ango refleksa ku Cemeviyek li Stenbolê dide, dibe ku ne wekî refleksa muxtarekî li gundekî Elewî yê Tokatê be.” Çîlem Kuçukkeleş, anî ziman ku têkiliya bi dewletê re yek ji tiştên herî berevajî hiqûqa Elewiyan e û wiha got: “Her bapîr xwediyê daxwazkarê xwe ye. Her kes tenê ji daxwazkarê xwe re xizmetê dike. Û ew daxwazkar jixwe neçare ku hemî pêwîstiyên wî bapîrî bi cih bîne. Dema ku ew meaş distîne, ew kes ji bapîriyê derdikeve û dibe karmendê dewletê û ji dema ku ew merasimê cenazeyê dike, jixwe ji bo me dibe îmam êdî.”

Cihê ku AKP li Elewiyan dinêre

Çîlem Kuçukkeleş, anî ziman ku gavên AKP’ê gelekî wêrek in û diyar kir ku bi ketina malên Elewiyan tişta ku dixwazin bikin qirkirina çandî ye û got: “Em hê jî li ser vê erdnîgariyê wek neyî tên hesibandin. Di derbarê hebûna me de tu madeyeke destûra bingehîn nîne. Û divê rewşa me ya nebûnê de AKP bi rengekî ji bo me hemûyan wek zemînê sunnîkirin dibîne û li ser vê bingehê dimeşe.” Çîlem Kuçukkeleş got: “Ez dizanim ku civaka Elewî ya ku ji rêxistinên Elewiyan wêdetir xwedî bingeheke pir xurt e. Li vê erdnîgariyê Elewî yek ji wan qismanin ku AKP’ê herî baş dixwîne û dizane çi dikare bike û qet nebûye rêhevalê wê. Ez bawer dikim ku Elewî wê bersiveke bi hêz a redkirinê bidin.

Çîlem Kuçukkeleş herî dawî ev tişt got: “Doza ku 30 sal dom kir li ber kamerayan hat kişandin, bersûc diyar in, hemû rûyên wan xuya dikin, bûyereke ku pir eşkere bû ku kî perde datîne û kî bi dirûşmên ‘bişewitîne bişewitîne’ qîriyan, ji doza sereke hat qetandin û ber bi pêvajoya efûyê ve hat. Di rastî de cihê ku AKP li me dinêre ev dere. Ji ber vê yekê ez bawer im berxwedana Elewiyan a li hemberî vê yekê wê gelekî zelaltir bibe.”