Agirbest 2 roj hat dirêjkirin: Pevguhertina rehîneyan dê bidome

Agirbesta demkî ya di navbera Îsraîl û Hamasê de 2 rojên din hat dirêjkirin. Pevguhertina rehîneyan jî di navbera her du aliyan de didome.

Navenda Nûçeyan – Peymana agirbesta demkî ya di navbera Îsraîl û Hamasê de ku dihat payîn 4 rojan bidome, 2 rojên din hat dirêjkirin.

Biryar li ser medyaya dîjîtal ji aliyê Berdevkê Wezareta Derve ya Qeterê Mecîd El-Ensarî ve hat ragihandin. Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku di encama xebatên navbeynkariyê yên di navbera Hamas û Îsraîlê de hatin kirin de lihevkirin çêbûye ku "navbera mirovî" 2 rojên din bê dirêjkirin. Her wiha Hamasê di daxuyaniya xwe ya li ser medyaya dîjîtal de piştrast kir ku bi Qeter û Misirê re lihevkirinek çêbûye ku di bin heman şert û mercan de "navbera mirovî" 2 rojên din dê were dirêjkirin.

Pevguhertina rehîneyan berdewam dike

Di çarçoveya rêkeftina pevguhertina girtiyan de di çarçoveya rêkeftina di navbera Îsraîl û Hemasê de, heta niha 51 rehîneyên Îsraîlî ku yek ji wan xurt û yên din jin û zarok in, ji Zîvala Xezayê hatine berdan. 150 girtiyên jin û zarokên Filistînî ji girtîgehên Îsraîlê hatin berdan.

Îsraîlê lîsteyê pejirand

Îsraîlê qebûl kir ku ji bo her 10 dîlên Îsraîlî yên serbest bên berdan dê agirbestê dirêj bike. Rêveberiya Tel Avîvê lîsteya 50 girtiyên jin ên Fîlîstînî yên ku ji girtîgehên Îsraîlê de bên berdan, di çarçoveya dirêjkirina 2 rojan de erê kir. Al Jazeera ragihand ku Ahed Tamîmî yê 23 salî, xwediyê Xelata Wêrek a Hanzala ku yek ji kesayetên sembolîk ên berxwedana Filistînê ye, di lîsteya girtiyên Filistînî de cih girtiye ku Îsraîlê "guncav dît serbest berde."