Edalet Omer: Baweriya rast ew e ku bê jin welatek tune ye
Edalet Omer tekez kir ku dirûşmeya "Jin, Jiyan, Azadî" êdî ne tenê qîrînek e, lê bangek gerdûnî ye ji bo jinên ku ji bo azadî û rûmetê têdikoşin û got, "Baweriya rast ew e ku bê jin welatek tune."
 
					BERÎA CELÎ
Reqa – Jin li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, di pêşengî û beşdariya siyasî de roleke navendî dilîzin. Di gelek warên pergala rêveberiyê de di pozîsyonên pêşeng de cih digrin û bi destpêkirina projeyên xwe hewl didin serxwebûn û azadiya xwe ya aborî xurt bikin. Ev rewş, nîşan dide ku jin di avakirina civakeke hevseng û berfireh de bi awayekî çalak cih digrin.
Li hemberî vê yekê, tevgera jinan bi êrîşên pergalî yên armanc dikin rola wan qels bikin û destkeftiyên wan hedef bigrin re rû bi rû ye. Lê belê, ev şoreşa ku bi pêşengiya jinan pêktê, li dijî nêrîna paşverû ku jinan qels nîşan didin derdikevin, hêz û biryardariya xwe ya ji bo parastina mafên xwe û mafên civakên xwe radixin ber çavan.
‘Berxwedana jinan didome’
Seroka Şandeya Jinê ya Rêveberiya Xweser a Demokratîk Edalet Omer, diyar kir ku şoreşa jinan a li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ji destpêka qeyrana Sûriyeyê ve veguherînek mezin afirandiye, da zanîn ku şoreş bi taybetî jî bi ragihandina Rêveberiya Xweser a li herêmên Cîzîr, Kobanê û Efrînê re li ser azadiya jinan radiweste.
Edalet Omer, destnîşan kir ku xweseriya têkoşîna jinan, ji berxwedanê çavkanî digre û diyar kir ku jinan bi taybetî jî di qada leşkerî de jêhatîbûna xwe îsbat kirine û di vê qadê de li dijî îdeolojiyên ku bi mêran re sînordar dikin, derdikevin. Edalet Omer, da zanîn ku berxwedana jinan ruxmê zehmetî, sînorkirinên ji ber paşverûtî û gefên dagirkeriya Tirk, rejîma Baasê, rêveberiya demkî ya Sûriyeyê û DAIŞ'ê jî didome.
‘Dirûşma "Jin Jiyan Azadî" li seranserê cîhanê belav bû’
Edalet Omer, bal kişand ser pêşengiya jinan a di salên rizgariyê de û diyar kir ku jinan di sala 2014’an de di şerê li dijî DAIŞ’ê de roleke çalak lîstine û bi avakirina tevgerên xwe jêhatîbûna xwe ya têkoşînê nîşan dane. Edalet Omer, da zanîn ku pirsgirêka jinan sînorên erdnîgariyê derbas dike û dirûşma "Jin Jiyan Azadî" ji Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê gihîştiye Îran, Fransa, Hindistan, Lubnan û Iraqê.
Edalet Omer, bal kişand ser girîngiya girêdana têkoşîna jinên li Sûriyeyê ya bi tevgerên jinan ên cîhanî re û got: “Şoreşa jinan ne tenê berxwedaneke leşkerî ye, di heman demê de projeyeke siyasî û civakî ye armanc dike ku civakê li ser bingeha edalet û wekheviyê ji nû ve bi şêwe bike.”
Destkeftiyên Şoreşa Jinan
Edalet Omer, destnîşan kir ku jinên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê di qadên curbecur de serkeftinên girîng bi dest xistine û wiha axivî: “Di qada leşkerî de Yekîneyên Parastina Jinan (YPJ) û ji bo jinan hêzên ewlehiya navxweyî yên taybet û ji bo xurtkirina ewlehiya giştî Hêza Parastina Taybet (HPJ) hat damezrandin. Di qada siyasî de jî pergala hevserokatiyê hat rûniştandin, jin di saziyên pêşeng ên mîna Meclîsa Rêveber û Meclîsa Edalet û Gelan de cih digrin û di hemû astan de nûnertiya wan ji sedî 50 ye. Her wiha ji bo hemû saziyan ofîsên jinan hatine vekirin.”
‘Jin di hemû qadan de pêşengiyê dikin’
Edalet Omer, axaftina xwe wiha domand: “Di nava rêxistinên jinan ên serbixwe de avabûna Kongra Star, Kombûna Jinan a Zenûbiya û Meclîsa Jinan a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hene û bi dehan rêxistin ji bo mafên jinan xebatan dimeşînin. Di qada hiqûqî de jî qanûnên ku mafên welayet, hevberdan û mîrasê yên jinan diparêzin hatine qebûlkirin û tundiya li dijî jinan di çarçoveya qanûna malbatê de sûc tê hesibandin. Ji bo xurtkirina beşdariya jinan a di pêvajoyên biryargirtinê de, komîn û encumenên taybet ên jinan hatin damezrandin û akademiyên mîna Akademiya Zanistê ya Jinan hatin damezrandin. Her wiha di qadên cuda de ji bo zêdekirina kapasîteya jinan bernameyên perwerde û hişyariyê tên lidarxistin.”
‘Yekîtiya jinan ji bo serkeftina her şoreşa neteweyî şert e’
Edalet Omer, namzed nîşandana Hevseroka Konseya Rêveber Îlham Ehmed a ji bo Xelata Aştiyê ya Nobelê, mîna nîşaneyek girîng a bandora cîhanî ya jinên Kurd bi nav kir, destnîşan kir ku Îlham Ehmed bêyî beşdarbûna eksenên otorîter, projeya Rêveberiya Xweser diparêze û doza jinên Kurd û Sûriyeyê dibe platformên navneteweyî yên mîna Neteweyên Yekbûyî û Ewropayê.”
Edalet Omer, destnîşan kir ku rêxistinkirina jinan bingeha projeyeke konfederal a demokratîk ava dike û diyar kir ku yekîtiya jinan ji bo serkeftina her şoreşa neteweyî şert e û pêwist e tecrubeya şoreşa jinên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bigihîje bajarên din ên Sûriyeyê û cîhanê jî.
‘Welatek bêyî jinan nabe’
Edalet Omer, di dawiya axaftina xwe de wiha got: “Dirûşma "Jin Jiyan Azadî" êdî ne tenê qîrînek e; ji bo hemû jinan veguherî bangeke cîhanî û baweriya rasteqîn di têgihîştina "Bêyî jinan welatek nebe" de ye.”
