Şêniyên Wargeha Mexmûrê Viyan Soran bibîranî

Li Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr) Leyla Walî Huseyîn bi nasnav Viyan Soran bi sînevîzyonekê hate bibîranîn.

Mexmûr - Li Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr) Leyla Walî Huseyîn bi nasnav Viyan Soran ku di 2’ê Sibata 2006'an de ji boşermezarkirina komploya navnetewî ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bedena xwe da ber agir, hate bibîranîn.

Merasîma bîranînê li Saziya Ciwanan a Wargeha Mexmûrê hat lidarxistin. Beriya merasîma bîranînê ji bo tevayî cangoriyên azadiyê deqeyek rêz hat girtin. Piştî rêzgirtinê Endama Akademiya Şehîd Jiyan Bêrîvan Îşlek axivî.

‘Heval Viyan di demek kurt de bi jiyana gêrîla û çiyayên Kurdistanê re bû yek’

Bêrîvan Îşlek destnîşan kir ku têkoşîna azadiyê ya Viyan Soran bû çavkaniya têkoşîna jinên Başûrê Kurdistanê û got: “Heval Viyan dema li mal jî bû jinek zîrek, çalak û serkeftî bû. Dema ku heval Viyan dixwend hertim di nava lêgerîna azadiyê de bû. Hertim dixwest azadiya jin, gelê Kurd û welatê xwe bidest bixe, ji bo wê di nava tevger û lêgerînê de bû. Di vî wextî de heval Viyan têkoşîna azadiyê nasdike û dixwaze beşdarî refên gêrîla bibe. Herçendî ku malbat ji bo wê dibe asteng jî, heval Viyan bi biryardarî beşdarî refên gêrîla dibe. Piştî ku beşdar jî dibe di demek kurt de bi jiyana gêrîla û çiyayên Kurdistanê re dibe yek. Bi vê re xwe di aliyê birdozî, felsefe û xeta jina azad de pêşdixe û serdikeve. Heval Viyan pêşengî ji gotina Rêbertî ya dibêje; Dê azadiya Başûrê Kurdistanê, bi azadiya jinê mîsoger bibe, dike.”

‘Heval Viyan bi agirê bedena xwe bû çirûskek û li tevayî cîhanê belav bû’

Bêrîvan Îşlek di berdewamiya axaftina xwe de ev tişt got: “Piştî girtina Rêbertî 7 salan heval Viyan dixwaze çalakiyek bike ku bibe bersiv ji bo dijmin. Li hemberî kesên ku dixwestin Tevgera Azadiyê tasfiye bikin û parçe bikin, Heval Viyan bû meşaleya ronahiyê ya tevayî jin û Kurdistanê. Bu xelekek agir li derdora Rêber Apo. Heval Viyan bi agirê bedena xwe, li hember dijminê ku dibêje jixwe Rêbertî hatiye dîl girtin wê Tevgera Azadiyê têk biçe bû çirûskek û li tevayî cîhanê belav bû.”

Di dawiya axaftinê de hat diyar kirin ku heta cangoriyên wek Viyan, Rewşen, Bêrîvan û Mazlûm an hebin kes nikare Tevgera Azadiyê têk bibe û têkoşîna gelê Kurd rawestîne.

Piştî axaftinê sînevîzyona ku li ser jiyana cangorî Viyan Soran hatî amede kirin hate temaşe kirin û merasîma bîranînê bi dirûşmeyan bi dawî bû.