Şêniyên navçeya Şêranê li dijî komkujiya Parîsê meşiyan

Bi dehan ji şêniyên navçeya Şêranê ya kantona Kobanê bi meşê duyemîn komkujiya Parîsê şermezar kirin. Jinên di nava meşê de helwesta xwe anîn ziman û banga darizandina kujeran kirin.

Kobanê- Mîtên dewleta tirk di 23`ê Kanûnê de li paytexta Fransa Parîsê komkujiyek pêk anî û di encama komkujiyê de endama Tevgera Azadiya Jinan Emîne Kara, hunermend Mîr Perwer û welatparêz Abdurrahman Kizil jiyana xwe ji dest dan.

Ji bo şermezarkirina vê bûyerê, îro rêxistina Kongreya Star meşê di bin dirûşma "Careke din bi destên faşîzm û hevkariyê li Parîsê komkujî dubare dibe" li navçeya Şêranê ya kantona Kobanê li dar xistin. Gel bi hilgirtina wêneyên têkoşerên ku di her du komkujiyên Parîsê de hatin qetilkirin, posterên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û berzkirina dirûşmên "Jin, jiyan, azadî" û "Şehîd namirin" ji meclisa gel a navçeya Şêranê dest bi meşê kir û li ber navenda Meclîsa Malbatên Şehîdan rawestiya.

Pitşî deqeyek rêzgirtinê, hevseroka meclisa navçeya Şêranê Litfiya Mehmûd axivî û got: "Dewleta tirk li Kurdistanê û derveyî welat siyaseta qirkirin û pişaftinê li hemberî gelê Kurd bi kar tîne. Mînaka herî dawî jî komkujiya li Parîsê pêk hat û di encamê de 3 kesan jiyana xwe ji dest dan. Beriya niha bi 10 salan bi hovîtiyê, komkujiyeke li hember sê têkoşer û pêşengên  jin pêk hat. Em weke Tevgera Jinan van herdu komkujiyan, weke êrîşa li ser felsefe û şoreşa jinan digirin dest. Ji lewre em ê dest ji têkoşîna xwe bernedin û tola herdu komkujiyan ji dewleta tirk hilînin."

Jinên ku beşdarî meşê bibûn, helwest û nirxandinên xwe yên li hember komkujiya Parîsê anîn ziman.

‘Kurd li hemû deverên cîhanê tên qetilkirin’

Hevseroka Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) ya navçeya Şêranê Fatma Osman têkildarî herdu komkujiyên ku li Parîsê pêk hatin ev nirxandin kir: "Komkujiya ku li Parîsê pêk hat ji tecrîda li ser Rêber Apo, êrîşên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û tevahî Kurdistanê cuda nîn e. Ji ber ku dewleta tirk û hêzên komploger êrîşeke topeykûn li hemberî gelê Kurd didin meşandin. Dewleta tirk rêxistinbûn û tevgereke Kurd li kîjan devera cîhanê bibîne, wê bike armanca êrîşîn xwe. Bi taybetî komkujiya Parîsê ku careke din xwe dubare kir, asta kîn û kirêtiya dewleta tirk a li hemberî Kurdan nîşan dide. Ji bo vê em vê yekê dibêjin, em di zanebûna polîtîkeyên dewleta tirk de ne. Ji lewre me xwe li gorî vê rastiyê birêxistin kiriye û em têdikoşin. Em bi êrîşek ango komkujiyek bi dawî nabin, berovajî em bihêztir dibin û îsrara me ya sekeftinê jî xurtir dibe."

‘Gelê Kurd ji bo tevahî mirovahiyê ked û berdêl daye’

Endama Kongreya Star Nadiya Hiso destnîşan kir ku divê kesên komkujî pêk anîn bi riya dadgeheke navdewletî werin darizandin û wiha got: "Me weke Kurd û bi taybetî weke jin, berxwedanî û têkoşîna ku ev çend sal in tê meşandin, ji ber tevahî mirovahiyê kiriye. Me canê xwe ji bo ku mirovahî bi rengekî ewle bijî, kir mertal û bi hezaran şehîd dan. Lê em di roja îro de dibînin ku hemû cîhan li hemberî gelê Kurd bûye yekزlê Kurd bûye yek. e dibînin ku hemû cîhan li hember gelê Kurd bûye yek. n şe

eşandin, ji ber tevahî mirovahiyê kiriye. n û êxis ku em roj bi roj di komkujiyan re derbas dibin. Heger di roja îro de li welatekî weke Firansa Kurd tên qetilkirin, ev berpirsyariya tevahî mirovahiyê ye. Di demeke ku em li pey doza têkoşer Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan û Leyla Şeylemaz bûn, ji bo ku em kujeran bidarizînin, em rastî komkujiyeke din hatin. Em vê yekê ji hikûmeta Fransayê re dibêjin, heger hûn Kurdan di welatê xwe de pêşwazî dikin divê ku hûn xwedî li wan derkevin û wan biparêzin jî. Banga me ev e divê ku ev doz weke ya komkujiya yekem nîvce nemîne. Em daxwaz dikin ku kujer û kesên li pey wî di dadgeheke navdewletî de werin darizandin. Êdî bes e ji qetilkirina Kurdan û binpêkirina mafên wan re."