Şêniyên Mexmûrê li dijî Komploya Navnetewî ya 15’ê Sibatê meşiyan
Şêniyên wargeha penaberan a Şehît Rûstem Cûdî ya Mexmûrê bi meşek girseyî komploya navnetewî ya 15’ê Sibatê ku li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hat meşandin, şermezar kirin.
Mexmûr - Di 15’ê Sibata 1999’an de Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di encama komployek navnetewî de hat girtin û 24 sal in di bin tecrîdeke girankirî de li girava Îmraliyê tê girtin. Du sal in ji Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan tu agahî nayê girtin. Şêniyên wargeha penaberan a Şehît Rûstem Cûdî ya Mexmûrê ji bo şermezarkirina Komploya Navnetewî ya 15’ê Sibatê li dijî Rêberê gelê Kurd Abdullah Ocalan meşek girseyî li darxistin.
Ji bo şermezarkirina komploya navnetewî ya 15’ê Sibatê ji 7 salî heta 70 salî şêniyên wargehê beşdarî meşê bûn, her wiha di meşê de al û posterên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û panqartên ‘Bê Serok Jiyan Nabe’ , ‘Dem Dema Azadkirina Rêber Apo ye’, ‘Em 15’ê Sibatê Ji Bîr nakin û Nadin Ji Bîrkirin’ hatin bilindkirin. Meşa girseyî ji ber deriyê saziya Malbatên Şehîdan destpê kir heta ber deriyê Netewên Yekbûyî bi dûrûşmeyên ‘Bijî Serok Apo’, ‘Kesek Nikare Roja Me Tarî Bike’, ‘Bê Serok Jiyan Nabe’ berdewam kir.
Beriya ku daxuyanî were dayîn ji bo giyanê tevayî Şehîdên Kurdistanê deqeyek rêz hat girtin. Endama Rêveberiya Meclîsa Demokratîk a Gelan a Mexmûrê Bêrîvan Kaya axivî.
‘Em bûne xwedî hêz û îrade, dijmin ji her gavek ya me ditirse’
Bêrîvan Kaya di destpêka axaftina xwe de komploya navnetewî ya 15’ê Sibatê şermezar kir û wiha got: “Em 24’emîn salvegera komploya navnetewî ku bi destê hêzên navnetewî pêk hat şermezar dikin. Em weke gelê wargeha Mexmûrê xwedî tecrûbeyek têr û tejîne ku em dijminê xwe baş nas dikin. Gelê ku hertim bi Rêber Apo re û kêliyekê xwe paş nedayî gelê wargeha Mexmûrê ye. Ji ber wê jî em gelek şanaz in ku em li gel vê berxwedaniya xwe ne. Ev 24 sal e dijnmin li ser Rêbertî, gelê Kurd yê berxwedêr, gerîlayên ku dijmin hemû hovitiya xwe li ser bi kartîne bêyî ku navber bide, berxwedaniya xwe dide meşandin. Em jî kêlî kêlî xwe di nava vê berxwedaniyê de dibînin û em bûne xwedî hêz û îrade û dijmin ji her gavek ya me ditirs e. Ji ber vê çiqas êrîşî gerîlayên mem bike, çiqas tecrîda ku 24 sal e bi hemû hovîtiya xwe li Îmraliyê dide meşandin, li ser gelê wargeha Mexmûr jî dide pêkanîn. Em ji vê ne xerib in divê em kêliyên xwe li gel rêbertiya xwe bikin yek ku em bikarin berxwedaniya xwe bi serbixin.”
‘Li derdora fikrên Rêber Apo bibin yek’
Bêrîvan Kaya destnîşan kir ku divê xwedî li fikrê Rêberê gelê Kurd Abdullah Ocalan derbikevin û bi awayek fizîkî azad bikin û wiha dom kir: “Divê em îradeya xwe xûrtir bikin, ji ber dem hatiye ku em Rêbertiya xwe bi awayekî fizîkî azad bikin. Ji ber Rêber Apo ne tenê ji bo gelê Kurd ji bo hemû gelê cîhanê bûye hêvî. Banga me ji hemû gelê cîhanê ew e ku li dora fikrê Rêber Apo kom bibin û bibin yek. Ev fikrê Rêber Apo dayî me diyariyeke ji bo hemû cîhanê, herkes dikare xwe di vî fikrî de bîbîne. Ji ber wê em weke gelê wargeha Mexmûrê bi fikri û ramanê Rêber Apo em mezin bûne, divê em zêdetir xwedî li rêbertiya xwe derbikevin. Ji bo gelên cîhanê jî bibin mînaka têkoşîn û berxwedanê. Ji ber vê yekê banga me li hemû Kurdên li herçar parçeyên Kurdisatnê û li hemû cîhanê, bila destpêkê xwe bikin yek û li fikrê Rêbertî xwedî derbikevin û em bikarin ji bo gelê cîhanê jî bibin hêvî. Em bikarin di sala 25’an ya vê komploya navnetewî de Rêbertiya xwe bi awayek fizîkî azad bikin û di welatek azad de li gel Rêbertiya xwe jiyan bikin.”
Daxuyanî bi dirûşmeyên ‘Bijî Serok Apo’, ‘Kesek Nikare Roja Me Tarî bike’, ‘Bê Serok Jiyan Nabe’ bi dawî bû.
‘Serkeftin ya me ye’
Kerîman Qilavî ku bejdarî meşê bûye di derbarê komploya navnetweî de wiha got: “Di destpêkê de em vê komploya navnetewî şermezar dikin, em gelê wargeha Mexmûr em çalakiyên xwe berdewam dikin, heta ku em Rêbertiya xwe bi awayek fizîkî azad nekin emê li ser lingan bin. Bangawaziya me ji bo herçar parçeyên Kurdistanê ewe ku rabin li ser lingan, roj roja li qadabin û di nava çalakiyan de bin da ku em Rêbertiya xwe bi awayek fizîkî azad bikin. em hemû hêzn ku ev komploya navnetwî pêkanîn em şermezar dikin û em dibêjin serkeftin ya meye, wê Rêberê me azad bibe û hemû hêzên komploger wê bin bikevin.”