Newroz Uysal: Tecrîd berdewamiya Komploya Navnetewî ye
Parêzer Newroz Uysal diyar kir ku ji Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ê 22 meh in di bin tecrîda girankirî de li Îmraliyê tê ragirtin bi tu awayî agahî nagrin, bang kir ku divê CPT’ê li dijî tecrîdê gavên hin bi bandor û fonksiyonî biavêje.
MEDÎNE MAMEDOGLU
Amed –Girtîgeha Îmraliyê an jî bi navê xwe ya fermî Girtîgeha Girtî ya Ewlekariya Bilind a Tîpa F a Îmraliyê, di 11’ê Tebaxa 1935’an de derbasî fealiyetê bû, ji bo girtiyan şert û mercên ne guncaw jî dihewîne. li ser komploya navneteweyî ya 15’ê Sibata 1999’an a li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ê ku li Girtîgeha Tîpa F ya Ewlekariya Bilind a Îmraliyê di bin tecrîdeke giran de tê ragirtin û ji 25’ê Adara 2021’an ve agahî jê nayê girtin, 24 sal derbas bûn. Di nava 24 salan de ji bo rakirina tecrîdê û misogerkirina azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan gelek çalakî û xwepêşandan hatin lidarxistin, parêzer û malbata Ocalan ku ji 22 mehan vir ve tu agahî ji Îmraliyê nagrtin, her hefte serlêdana hevdîtinê dikin. Serlêdanên tên kirin bêencam tên hiştin, ji parêzerên Buroya Hiqûqê ya Asrinê Newroz Uysal, pêvajoya diqewimê ji ajansa me re vegot.
'Em bi tu awayî nikarin têkilî deynin'
Newroz Uysal a got ji 25’ê Adara 2021’an û vir ve bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re tu têkilî nehatiye danîn û wiha got: “Me Birêz Abdullah Ocalan re ne rû bi rû, ne bi nameyek niviskî, ne bi faks û ne jî bi telefonê ti hevdîtin pêk neaniye. Ji vê rojê heta îro nêzî 2 sal wext derbas bû. Em di nava vê du salan de, her hefte du caran wek parêzer serlêdana hevdîtinê û her hefte carek jî ji bo malbat serlêdana hevdîtinê kir. Lê belê wek raya giştî jî dizane ew serlêdanên me yên hevdîtinê, bi hinceta cezayê dîsîplînê ya 3 mehan carekê ji bo malbatan tê dayîn û ji bo parêzeran jî qedexeya hevdîtinê ya 6 meh ku piştî di Tîrmeha 2018’an de OHAL hat rakirin tê sepandin, tê astengkirin. Em hefteyê du caran serlêdana parêzer û carek jî ya malbatê dikin. Lêbelê, ji me re teblîxek ku serlêdanên me bi kijan hincetê tê red kirin an jî teblîxek devkî nayê dayîn. Di rastiyê de serlêdanên me bêbersiv tên hiştin û ev pêkanîn rewşekê ji Îlona 2018’an û vir ve tê pêkanîn e.”
‘Em bi windakirina pir cidî ya mafan re rû bi rû ne'
Newroz Uysal diyar kir ku parêzeran ji ber bê bersiv hiştina serlêdanên hevdîtinê gilî li Dadgeha Înfazê kirinê û bi van gotinan balkişand li ser bêhiqûqiyên heyî: “Piştî giliyê em hînbûn ku serlêdan çima hatine qedexekirin. Em îtîrazên xwe di wextê xwe de dikin, lê qelema dadgehê an jî dadgerî daxwaza me diseknîne û piştre jî bi gotina “parêzeran di wexta hatî diyarkirn de serlêdan nekirin” serlêdanên me red dike. Em bi rewşek ku ji aliyê qanûnî ve wekî lîstikên pir piçûk xuya dike lê dibe sedema windakirina pir cidî ya mafan re rû bi rû ne. Û em vê rewşê weke tecrîda hiqûqî pênase dikin. Belê, parêzerên ku bi Birêz Ocalan re hevdîtin pêktînin, rastî zextên cuda bi cuda tên û beriya vê jî bi girtin û binçavkirinan re rû bi rû mabûn. Lê belê bê bersiv hiştina serlêdanên birêz Ocalan an jî her sê muwekîlên me yên din ên li giravê yên wekî kirdeya mafan an jî negirtina me ya minakên cezayê tên dayîn jî, nîşanî me dide ku ev tecrîdek hiqûqî ye. Mixabin ev pêvajo demeke dirêje bivî awayî berdewam dike. Hîn jî me ji serlêdanên xwe re bersivek negirtiye.”
'Rayeya CPT’ê ya pêkanîna hevdîtina taybet heye’
Newroz Uysal bal kişand ser hevdîtina CPT’ê pêkanî jî û gotinên xwe wiha domand: “Du cure girîngiya CPT’ê heye; ya yekemîn weke berpirsiyarê hevpeymana ku Tirkiyê alîgir e, xwedî maf e ku bi serledanan hevpêyvînên taybet bike, mekanên girtî yên dewletan bigere. Di raporên ku piştî van hevdîtinan hatine amadekirin de, di heman demê de hem ji bo konseyê hem jî ji bo mekanîzmayên bi vî rengî rewşek çavkaniyek navneteweyî digre. Ji ber vê yekê hem ji aliyê berpirsyarî û hem jî ji aliyê raya CPT’yê ve, li Îmraliyê rasterast rewşa muhatabiyet dibe mijara gotine. Di vî warî de em gelek caran daxwaz dikin ku CPT’ê serdanan bike û di heman demê de raporên ku di encama van serdanan de hatine amadekirin bi awayekî bi bandor bên bi cih anîn.
'Pergala hatiye avakirin roj bi roj kurtir dibe'
CPT’ê di demên berê de jî serdanan pêk anî û hema hema di hemû van serdanan de, têkildarî rakirina astengiyên hevdîtinê yên li pêşiya parêzer û malbatan, zêdekirina dema hewagirtinê yê Birêz Ocalan û xurtkirina têkiliya bi girtiyên din re, gelek pêşniyarên wî çêbûn. Di serdana xwe ya dawîn a sala 2019’an de jî, tevahiya pêvajoya heyî wekî rejîmek ku divê bi tevahî rejîma cezayê muebetê bê bidawîkirin pênase kir. CPT bi xwe jî neçar ma ku rewşa bêtêkiliya mutlaq yê birêz Ocalan pênase bike û qebûl bike. Êdî ne mimkûn e ku berovajî vê yekê nîşan bide an jî rastiyê berovajî bike. Pergalekî ku li ber çavê hemû cîhanê hatiye afirandin heye û roj bi roj ev pergal roj bi roj kurtir dibe. Ji ber vê berpirsyariya CPT'yê, saziyeke ku hem em û hem jî saziyên hiqûqa navneteweyî û siyasetê bi giranî daxwazan dike ye.”
'Divê CPT gavên çalak bavêje'
Newroz Uysal balkişand ku piştî hevdîtina telefona dawî ew gelek caran serî li CPT'yê dane, lê CPT'yê têkildarî mijarê tu gav neavêtiye û diyar kir ku ew wek pazêrez hevdîtina dawî jî ji raya giştî hînbûnê. Newroz Uysal destnîşan kir ku ev serdana ku li Îmraliyê ya ku ev demeke dirêj e di rewşeke ku agahî negirtina mutlaq heye gelekî girîng e û da zanîn ji bilî serdan û raporan, divê CPT’ê li dijî tecrîdê gavên hin bi bandor û fonksiyonî biavêje. Newroz Uysal ev bang kir: “Bi vî alî ve em li bendebûn ku CPT’yê di prosedûr a klasîk de jî ne ‘em çûn, dîtin û rapor nivîsandin’, di rastî de daxuyaniyek ku tam jî meraqa raya giştî tetmîn bike bûn. Wekî ku ew daxuyanî pêknehat, di hevdîtinên ku em rû bi rû pêkanî de jî der barê naverok, şert û mercên tenduristiyê û fizîkî an jî wek hiştî de ne bi me ra ne jî bi raya giştî re tiştek nehat parvekirin. Herî dawî me bihîst ku Birêz Ocalan nederketiye hevdîtine. Tevî ku me ev yek ragihandin jî, heta niha em ji CPT’ê ne daxuyaniyek ne jî tespîtek nedît. Li pêşberî me komîteyek ku pir burokratîk, bi qismî sar û teknîkî nêz dibe heye. Helbet ev ne di warê mafên mirovan û ne jî di warê şert û mercan de rewşekî têrkêr e. CPT îro yekane saziya ku diçe giravê ye. Yekane saziya ku serdana giravê dike û dê daxuyaniyê bide raya giştî CPT ye. Ji ber vê yekê bi qasî ku serdana CPT girîng e, em dixwazin raporê parve bike û bi parastina raporên xwe yên berê di xala bidawîkirina tecrîdê de gavên bi hin bandor û fonksiyonî û rewşa heyî biguherînê biavêje.
'Siyaseta ku aqlê komploger avakiriyê berdewam dike'
Newroz Uysal a herî dawî têkildarî salvegera komploya navneteweyî ya 15'ê Sibata 1999'an de axivî, balkaşand ku aqlê komploger û siyaseta ku aqlê komploger avakiriyê berdewam dike. Newroz Uysal, da zanîn ku herî zêde pêkanîna vê aqlê jî îktidara îro ye û wiha got: “Pergala tecrîdê ya piştî pêvajoya komploya navneteweyî ya li dijî Birêz Ocalan hat pêşxistin li girtîgehê hat avakirin, wek encama polîtîkayeke bihişmend de derket holê. Û ev polîtîka tu carî ne polîtîkek ku ji qanûnên înfazê cezayê ya qanûnî çavkanî negirt. Dîroka tecrîdê ya 24 salan jî ev yek nîşanî me da. Ev rewşa recrîdê di heman demê de perspektîfa dewleta Tirk an jî hêzên navneteweyî ya li ser têkoşîna gelê Kurd an jî çareseriya pirsgirêka Kurd diyar dike.
'Abdullah Ocalan ji bo çareseriyê muxatab digere'
Newroz Uysal balkişand ser israra Abdullah Ocalan a ji bo çareseriya demokratîk û aştiya pirsgirêka Kurd û wiha got: “Abdullah Ocalan berê weke rêberek gel dihat pênase kirin. Lê belê israra birêz Ocalan a di mijara çareserî û aştiyê de û sekan wî yê li Îmraliyê jî wek peyameke aştiya Tirkiyeyê hat têgihîştin. Birêz Ocalan tevî gel hemû şert û mercên tecrîdê jî ev helwest û sekna xwe berdewam kir. Hêzên pergala ku li Girtîgeha Îmraliyê ya ku dewleta Tirk gardiyanê wê dike hatine afirandin, bi hêzên ku îro hêj pergala li cîhanê heye bi rê ve dibin re heman e. Ev pêwendiya diyalektîkî ya hemberî hev, hinek caran li dijî dayîna ji bîr kirina Brêz Ocalan, hinek caran jî dayîna ji bîr kirina çareseriya Brêz Ocelan daniyê holê û heta hin manevrayên siyasî û lêyistokan çûye. Dema em van hemû mînakan jî rêz bikin ev rastiyek e; Birêz Ocalan di hevdîtinên herî dawî de jî ev yek bi awayekî vekirî îfade kiriye. Ew di xala sekna Îmraliyê de ji helwest, hêvî û baweriya xwe gavekê jî paş ve neavêtiye. Berovajî vê muxatabên ku karibin vê çareseriyê pêk bînin digere.”