Şengalî li dijî komkujiya Parîsê meşiyan: Rêya Sakîne xeta me ye

Pêkhate û saziyên Rêveberiya Xweser a Şengalê bi pêşengiya Tevgera Azadiya Jinên Êzidî (TAJÊ) komkujiya Parîs’ê ya li dijî her sê şoreşger Sara, Rojbîn û Ronahî pêk hat bi meşeke girseyî şermezar kirin.

Şengal: Pêkhateyên Êzidî û Ereb yên Şengalê, li gel hemû saziyên Rêveberiya Xweser a Şengalê bi pêşengiya Tevgera Azadiya Jinên Êzidî (TAJÊ) ji bo şermezar kirina qetlîama Parîsê ku 9’ê Çileya 2023 an li paytexta Fransa Parîsê li dijî pêşengên Tevgera Azadiya Jinên Kurdistanê Sakîne Cansiz (Sara) Fîdan Dogan (Rojbîn) û Leyla Şaylemez (Ronahî) hat pêkanîn meşek girseyî lidar xistin. Girseyê posterên jinên şoreşger rakirin û ji Meclisa Gel ya Şengal ber bi çerxereya Heyermok ve meşiyan. Meş bi dirûşmên, ‘Bimre Xiyanet’ û ‘Şehîd Namirin’ berdewam kir.

Piştî girse gihîşt çerxerêya Heyermok daxuyanî hate dayîn. Daxuyanî ji aliyê Berdevka TAJÊ Rîham Hico ve hate dayîn.

‘Komkujî bi destê dewleta Tirk û hevkarên wan pêk hat’

Rîham Hico di serî de şehîdên komkujiya Parîsê bibîranî û di şexsê hersê jinên şoreşger de hemû şehîdên tevgera azadiyê bibîranî û wiha got: “Em di şexsê şehîdên komkujiya Parîsê de hemû şehîdên xwe bibîrtînin. Di sala 2013’an de 3 Pêşeng û siyasetmedarên jin li paytexa qaşo dibêjin, paytexta aşitî û aramiyê hatin qetilkirin. Armanca kujeran zelal bû, tunekirina hêza jin bû. Dewleta Tirk bi hevkariya hinek hêzên Fransayê vê komkujiyê pêkanî. Li welatek ku li herderê hêzên wê yên ewlekariyê heye 3 jin ji aliyê dewleta Tirk ve hatin qetilkirin. Ji ber wê em dewleta Tirk û hevkarên wê şermezar dikin. Şermekî mezine ji bo Firensa ku 3 jinên şoreşger û pêşengên mirovahiyê lê hatin qetilkirin. 3 jinên ku ji bo azadiya jin û civakê, ji bo azadiya pêkhateyan û ji bo ku zilm û zorî nemîne tekoşîna salan kirin û xwe feda kirine.”

‘Li ser Xeta Sara jinên Êzidî xwe birêxistin dikin’

Riham Hico behsa jina şoreşger ya ku yek ji damezrînera PKK’ê bû Sakîne Cansiz kir û wiha got: “Hevala Sakîne Cansiz Elewî bû. Elewî jî weke civaka me ya Êzidî rastî gelek komkujiyan hatine. Êşa me û ya wan yek bû. Êrîşên li ser me û yên li ser wan jî heman bû. Yên êrîşê hevala Sakîne û rêhevalên wê kirin û yên êrîşê Şengalê kirin heman hêz bûn. Heman zêhniyeta destdirêjî li jinên Êzidî kirin, heman zêhniyet bû êrîşê jinên Elewî jî kirin. Hemû jinên li Şengalê xwe rêxistinkirine li Şengalê li pey mîrateya şehîd Sara, Rojbîn û Ronahîn e."

‘Pêşengê hemû jinan bûn’

Riham da zanîn ku îro ew weke jinên Êzidî şopdarên xeta Sara, Rojbîn û Ronahi ya ne û wiha got: “Ev hevalane ji bo hemû jinan têkoşiyan. Li dijî zilma li ser pêkhateyan û civakê têkoşiyan û pêşengî kirin. Me jî weke jinên Êzidî xwe li ser fikrên Rêber Apo perwerde û rêxistin kir. Ji ber êrîşên li ser me tên kirin yeke, lewma em li vir kombûne û êrîş şermezar dikin. Ew ji bo azadiyê têdikoşiyan û riya wê riya azadiyê ye. Şehîdxistina her pêşengek me li ser vê axê, dê kîna me mezin bike. Emê li beramber van êrîşan tu gavek paş de navêjin. Em dibêjin riya heval Sakîne xeta me ye, tovên ku heval Sakîne avêtiye, li Şengalê şîn bûye. Wê tekoşîna heval Sakîne, Evîn, Rojbîn û Ronahî têkoşîna me be.”

Daxuyanî bi dirûşmên, ‘Bijî Rêber Apo’, ‘Şehîd Namirin’ û ‘Jin Jiyan Azadî’ bi dawî bû.

‘Em li ser xeta Sarayan dimeşin’

Ji beşdarvanên meşê kordînasyona Tevgera Azadiya Jinên Êzidî (TAJÊ) Şemê Helîqî ji ajansa me re axivî û wiha got:“Di şexsê heval Sara de em hemû şehîdan bibîrtînin. Dijminan xwestin bi şehadeta hersî jinên şoreşger pir encaman bi dest bixin, lê belê armanca dijmin têk çû. Em weke dayik bi hêz bûn û li ser xeta wan dimeşin. Dijminan xwest bi hedef girtina hersî jinên Şoreşger îradeya jin tune bikin. lê belê îro em weke jinên Êzidî li ser xet û îrada jinan tekoşîn dikin.”