Li Iraqê yekem partiya jinan hat damezrandin
Partiya Jinan a El-Mewadda, li Iraqê jinên ji mezheb û civakên cûda yên welat anî li gel hev û bi armanca bihêzbûna jinan a ji aliyê siyasî ve hate damezrandin.

Navenda Nûçeyan – Li Iraqê bi dehan jin û mêr beşdarî yekemîn konferansa Partiya Jinan a El-Mewadda bûn.
Hevkarên damezrînerên Partiya Jinan a El-Mewadda, diyar kirin ku partî ji ber pêşerojek baştir ya Iraqê ji bo beşdarbûna jinan û cihgirtina xebatên siyasî platformek e û da zanîn welat hewcedarê hemû kesê ye.
Damezrandina yekemîn partiya jinan, ji bo jinên Iraqê gavek girîng e û di bihêzkirina jinan a qada siyasî de xala werçerxê ye. Ev, wek encamek nîqaşên di komxebat û civînên jinan de hatine kirin, derketiye holê.