Li Rojhilat û Îranê tundiya mêr-dewletê: 27 jin û 7 zarok hatin kuştin
Li Rojhilatê Kurdistanê û Îranê di mehekê de 21 jin û 6 zarok hatin kuştin. 5 jin û zarokek jî ji aliyê hêzên Komara Îslamî ya Îranê ve hatin kuştin, 12 jinan bi guman jiyana xwe ji dest dan û jinek jî hat darvekirin.

Navenda Nûçeyan – Bi taybetî li Rojhilata Navîn û Îranê di gelek civakan de feraseta baviksalar weke şêwazekî bi kok a fikrî û avahiya civakî, jinan her dem kiriye hedefa tundiya derûnî, fîzîkî û civakî. Ev feraseta ku serweriya mêran û îtatkirina jinan diparêze, hem qadên jiyanê ya jinan sînordar dike hem jî gelek caran ji bo tundiya mêran zemîn ava dike.
Encamên vê pergala newekhev, bi zêdebûna cînayet û xwekuştina jinan re bi awayekî bi êş xwe nîşan dide. Jinan ji ber sedemên qurbanbûna hêrsa mêr an jî ji ber biçûkxistin, zext û mexdûrbûna tenêbûna civakî ber bi xwekuştinê ve tên kişandin.
Ev qeyrana civakî, girêdayî bawerî û normên ku gef li serxwebûn, azadî û mafê hilbijartinê ya jinan dixwe ye. Ji bo jinan rolên kevneşopî û klîşe tên ferzkirin, an dibin mexdûrê tundiyê yan jî mexdûrê bêhêvîtiyê. Divê ev mijar were lêkolînkirin û rolên feraseta baviksalar a di hilberandina tundiyê de bi awayekî kûr were analîzkirin. Ev feraset, hê di gelek civakan de bi riya çand, qanûn, orf û adetan, tê rewakirin.
Ajansa me her meh der barê cînayet û xwekuştina jinan û sedemên wan de raporek îstatîstîkî amade dike. Di çarçoveya vê raporê de, di meha Tîrmehê de 21 jin û 6 zarok hatin kuştin. Di heman demê de 5 jin û zarokek jî ji aliyê hêzên Komara Îslamî ya Îranê ve hatin kuştin. 12 jinan bi guman jiyana xwe ji dest dan û jinek bi sûcdariya cînayetê hat darvekirin.
Bûyerên hatine jiyîn:
• 22’ê Hezîran: Mahbûbe Delaverî ya 42 salî ya ji Abdananê ji ber nakokiyên nava malê ji aliyê hevjînê xwe ve hat kuştin.
• 24’ê Hezîran: Jina bi navê Tal’at Sabzî ya ku beriya niha bi sûcdariya cînayetê mehkûmê cezayê darvekirinê hatibû kirin, li Girtîgeha Qumê hat darvekirin. Her wiha Jina trans Sogand Pakdel, bi hinceta “namûsê” ji aliyê mamê xwe ve hat kuştin.
• 25’ê Hezîran: Mamoste Hosniyê Kelkelî ya 41 salî, bi guleya hêzên ewlehiyê jiyana xwe ji dest da. Her wiha Zaroka keç a bi navê Hastî ya 17 salî, li Meşhedê bi awayekî bi guman jiyana xwe ji dest da.
• 26’ê Hezîran: Li Tehranê Leylaya 60 salî û keçê wê Gazale ya 39 salî, ji aliyê dizan ve hatin kuştin.
• 28’ê Hezîran: Antrenora voleybolê Solmaz Abbasî ya 43 salî, ji aliyê hevjînê xwe ve hat kuştin.
• 29’ê Hezîran: Jina ciwan Beyanê Fehrîtabar, bi hinceta “namûsê” ji aliyê birayê xwe ve hat kuştin.
• 30’ê Hezîran: Jina ciwan Dîmen Ulinîjad li gundê Marxozê yê Bokanê bi awayekî bi guman jiyana xwe ji dest da.
• 1’ê Tîrmehê: Li Caskê Jineke ciwan ji ber li dijî zewacê derket, ji aliyê birayê xwe ve hat kuştin. Her wiha Han Bîbî Bamîrî ya 40 salî, di serdegirtina Gundê Gunîch ê Haşê de ji aliyê hêzên ewlehiyê ve hat kuştin. Humeyra Seyyarî jî li bajaroka Rebtê yê Serdeştê, bi sedema pirsgirêkên malbatî bi awayekî guman jiyana xwe ji dest da.
• 2’ê Tîrmehê: Nergis Berferazî ya 30 salî, li Neşapurê bi hinceta pirsgirêkên malbatî ji aliyê hevjînê xwe ve hat kuştin. Senûr Îbrahîmî ya ji Mahabadê, ji aliyê xizmên xwe ve hat kuştin. Her wiha Mêrêkî ji Îlamê piştî ku ji girtîgehê derket, hevjîna xwe Sadîge Rustemî ya daxwaza hevberdanê dikir û xwişka hevjîna xwe Leyla Rustemî kuşt.
• 3’ê Tîrmehê: Cenazeyê Ayda Alîzadê ya 14 salî, piştî 10 rojan li girava Hurmuzê li ber mala destgirtiyê wê hat dîtin.Kîmya Şemsî û hevjînê wê Zenyar Moradî, di garaja mala xwe ya li Ciwanroyê de bi awayekî mirî hatin dîtin.
• 4’ê Tîrmehê: Zîba Pazîrê ya xwendekara pola 12’emîn bi sedema pirsgirêkên malbatî bi awayekî guman jiyana xwe ji dest da. Lal Bîbî Bamîrî ya 40 salî, di serdegirtina gundê Gunîchê de jiyana xwe ji dest da. Perya Gholamî ya 22 salî, li Kirmaşanê bi hevkariya hevjîn û xwesiya xwe bi sedema pirsgirêkên malbatî hat kuştin.
• 5’ê Tîrmehê: Sîta ya 20 salî, li Meşhedê ji ber destdirêjiya 4 mêran dawî li jiyana xwe anî. Parvîn Nasirî ya ji Mahabadî, bi awayekî guman jiyana xwe ji dest da.
• 7’ê Tîrmehê: Nîlûfer Fetûhî li Fûmenê, ji aliyê mêrê ku teklîfa zewaca wî red kir ve hate kuştin.
• 8’ê Tîrmehê: Mahdîs Pûrmîrî ya ji Urmiyeyê, bi awayekî guman jiyana xwe ji dest da.
• 10’ê Tîrmehê: Elham a 15 salî ya hatibû revandin, piştî mehek cenazeyê wê li ber nexweşxaneya Sistan-Belûcistanê hat dîtin.
• 11’ê Tîrmehê: Li Mahabadê Ferîde Mahmûdî bi awayekî guman jiyana xwe ji dest da.
• 12’ê Tîrmehê: Sîmîn Cogetayî ya 20 salî, bi hinceta “namûsê” ji aliyê birayê xwe ve bi awayekî hovane hat kuştin. Li Hersînê jî Mehtap Fetî, bi awayekî guman jiyana xwe ji dest da. Li Şahrûdê mêrêkî 43 salî, êrîşê 2 zarokên xwe yên keç ên 7 û 14 salî kir; Gîtî Sadat Musawî jiyana xwe ji dest da û keça din jî li nexweşxaneyê tê dermankirin.
• 13’ê Tîrmehê: Muhaddese Mîrzayî ji aliyê mêrê hevberda bûn ve hat kuştin. Zehra Şekarî ya 17 salî, li Kermanê bi hinceta “namûsê” hat kuştin.
• 15’ê Tîrmehê: Cenazeyê jin û kurek wê li malê hat dîtin. Li Rojavayê Tehranê jî jinekî temenê wê mezin ji aliyê dizan ve hat kuştin.
• 16’ê Tîrmehê: Semîra Meînî Fer li gundê Qezlequp a Mahabadê, bi awayekî guman jiyana xwe ji dest da.
• 17’ê Tîrmehê: Li navçeya Hûmenê, ji heman malbatê 4 kes ji aliyê hêzên ewlehî ve hatin kuştin (Sadîqe Şeyhî, Azam Heyderî û Reha Şeyhî ya 4 salî).her wiha Çenûr Abbasî û hevjînê wê Peyam Sermestî, ji aliyê merêkî din ve hatin kuştin.
• 18’ê Tîrmeh: Soma Beradostî ya ji Urmiyeyê bi awayekî guman jiyana xwe ji dest da.
• 19’ê Tîrmehê: Li bajarê Xurramabadê mamoste Ferzane Sadîqî, Elham Salarî û 2 zarokên wan ên kur ên 10 û 11 salî, hatin kuştin. Her wiha Gerdê Mehmûdzadê li gundê Sefîdberkê yê Ciwanroyê bi awayekî guman jiyana xwe ji dest da.
•21’ê Tîrmehê: Evîn Ebdulazîzî li gundê Mamşa yê girêdayî Seqizê bi awayekî guman jiyana xwe ji dest da.