Şebnem Korur Fîncanci: TTB duh bêdeng nema dê îro jî bêdeng nemîne

Seroka TTB'ê Şebnem Korur Fîncanci, beriya doza ji bo ji kar derxistina endamên TTB'ê hat vekirin axivî û wiha got: “TTB duh bêdeng nema û dê îro jî bêdeng nemîne.”

Navenda Nûçeyan- Beriya danişîna biryarê ya ji bo ji kar derxistina endamên Konseya Navendî (MK) ya Yekitiya Tabîbên Tirk (TTB) hat vekirin, daxuyaniya çapemeniyê hat dayîn.

Parlamenterên Partiya Wekhevî û Demokrasî ya Gelan (HEDEP) Mîthat Sancar û Gulistan Kiliç Koçyîgît, endamên partiyên siyasî û rêxistinên sivîl jî tevlî daxuyaniyê bûn. Seroka Konseya Navendî ya TBB'ê Şebnem Korur Fîncanci ya di daxuyaniyê de axivî, da zanîn ew li ser erka xwe ne û ji bo danişînek nû ya doza siyasî ya ku bingeha wê ya hiqûqî nîn e carek din li ber Edliyeya Dişkapiyê ne. Şebnem Korur Fîncanci, wiha axivî: “Hewldana ji kar avêtina kesên hatine hilbijartin û bêdengkirina nûnerên rêxistinên pîşeyî û raya giştî ya demokratîk, di ajandeya siyasî ya hikûmetê de cihekî girîng digre. Em vê yekê dizanin.”

‘Yên ku derveyî armanc xebat didin meşandin saziyên parastina edalet tên erkdarkirin’

Şebnem Korur Fîncancî, diyar kir ku li welat ên ku zagonan tenê dixin nava refan, Destûra Bingehîn nas nakin û rêgeza serweriya hiqûqê nas nake hikûmet e û got ku ev feraset vê carê jî hewl dide Konseya Navendî ya TTB'ê bi hinceta “xebat meşandina derveyî armancê” ji kar dûr bixe. Şebnem Korur Fîncancî got: “Ne TTB ye ku ji derveyî armancê xebat dide meşandin, saziyên ku ji bo parastina edalet û zagona bingehîn tên erkdarkirin vê yekê dikin.”

‘Em li ser erka xwe ne’

Şebnem Korur Fîncancî wiha got: “Civak ên ku ji derveyî dubarekirina tiştên ku gotî tu armancek wan nîne, xebatên TTB weke ji derveyî armancê tên dîtin. Em li ser erka xwene. Konseya Navendî ya Yekitiya Tabîbên Tirk li rûxmê hemû zextan ji zanyariya zanistî, rênimayên exalqî yên pîşeya hekimtiyê tawîz nade tendirustiya civakê, hevpîşe û ji bo mafên hemû kedkarên tendirustiyê wê têkoşîn berdewam bibe. Biryara ku tê dayîn çi be bila bibe TTB’a ku berpirsyariya civakê ya pîşeya xwe ya hekîmtiyê ji dil hîs dike, duh bêdeng nebûye û wê îro jî bêdeng nebe.”