Şandeya jinên Bakûrê Kurdistanê serdana jinên Tevgera Goran kir

Şandeya jinên Bakûrê Kurdistanê ku ji parlamenterên HEDEP’ê û çalakvanên jinan pêk tê, di berdewamiya serdanên xwe ê bi mebesta çareserkirina pirskirêkên jinên li Başûrê Kurdistanê, li gel jinên Partiya Tevgera Goran civiyan.

Silêmanî- Şandeya jinan ya Bakurê Kurdistanê ku ji parlamenterên HEDEP’ê û hevşeradar, rêveberên TJA’yê çalakvanên mafên jinan ku ji perlementera bajarê Sêrtê Sabahat Erdoxan, heseroka şaredariya Silopya Edalet Çîmen, berpirsa Rêxistina Jinan Gulbihar Guzel, endama Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) Neslîhan Acar, endama Meclîsa jinan a HEDEP’ê Gulbihar Aksoy pêktê, di 29’ê Mijdara 2023’yan de serdana Başûrê Kurdistanê kir. Şande bi sazî û nûnerên jinan yên Başûrê Kurdistanê re dicivin. Serdanên şandeya jinan ya li bajarê Silêmaniyê dewam dike.

‘Armanc ji bo azadiya jinên  bakur û başûrê Kurdîstanê karkirin e’

Di vê çarçoveyê de şandeya jinan, li Silêmaniyê serdana jinên Tevgera Goran kir. Piştî civîna her du aliyan endama Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) Neslîhan Acar daxuyanî da çapemeniyê. Neslîhan Acar behsa sedema serdana jinên Tevgera Goran kir û got. “Me bi boneya pêngava têkoşîna dijî tundûjtiya dijî jinan û yekbûna jinên Kurd serdana jinên Tevgera Goran kir. Armanca serdanê ji bo ku em bikarin bi hevre weke jin ji bo azadiya jinên li Bakur û Başûrê Kurdistanê kar bikin e.”

Piştre berpirsa Jinan a Tevgera Goran Saz Abdullah diyarkir ku bi hatina şandeya jinên Bakûrê Kurdistanê gelek keyfxweş bûne û ev serdane ji bo xebatên jinan li ser asta her çar perçeyên Kurdistanê gelek giringe û got: “Di cîhanê de jin rastî pirsgirêkan tên, lê belê ji bo derbazkirina pirsgirêkên jinên Kurd û pirsgirêkên me ên netewî erk û karek zêde jêre pêwîste. Ez di wê hêviyê deme xebatek li seranserê jinê di asta her çar parçeyên Kurdistanê de bê meşandin.”