Şahiya 8’ê Adarê ya Şervanên YPJ'ê
Bi boneya 8’ê Adarê Roja Jinên Cîhanê şervanên YPJ'ê li bajarê Hesekê şahiyek organîze kir. Piştî xwendina peyaman û nirxandinên ji bo giringiya rojê şahî li ber dengê komên muzîkê bi gerandina govendê dewam dike.
Hesekê - Yekîneyên Parastina Jin (YPJ)'ê bi wesîleya 8’ê Adarê Roja Jinên Cîhanê li avahiya xwe ya taxa Mişêrfê a Kantona Hesekê şahiyek lidarxist. Li derdora dika şahiyê wêneyên jinên şoreşger û şehîdên YPJ’ê, alalyên YPJ û QSD’ê hatine hildan. Pankarta mezin a li pişt dikê xwiya dikir jî nivîsa “Şoreş dildarî û hêzdayîna hev a herî mezin e” li ser hatibû nivîsîn. Bi merasîmek leşkerî pîrozbahiyê despêkir. Ji hemû deverên Bakur û Rojhilatê Sûriye yê şervanên YPJ’ê di şahiyê de amadebûn. Piştî merasîma leşkerî sînevizyona li ser dîroka berxwedana jinê hat temaşekirin.
Paşê ji Fermandariya Meclisa Leşgerî ya Sûryan Zenûbiya Esro, Fermandara Hêzên Jin Heres El-Xabûr Hiyoyî Ze Xabûr û Fermandara Yekîneyên Parastina Jin YPJ’ê Lîlwa Ebdulah peyamên pîrozbahiyê ji bo hemû jinên cîhanê ragihandin.
'Jin li hember deshildariya mêr bû mînaka azadiyê'
Ji Fermandariya Giştî ya Hêzên Sûriya Demoqratîk (QSD) ê Newroz Ehmed Roja Jinên Cîhanê di şexsê Roza, Kilara û tevahî jinên ku canê xwe ji bo vê rojê dane de pîroz kir û got: "Jinê ku kêlî bi kêlî ji bo vê axê azad bikin fedekariyên mezin kirin. Li hemberî hemû hêzên hov yê ku sîstema deshiladar bi awayekî herî xurt xwe bi rêxistin kiribû berxwedaniyek bê hempa dan. Jin li hember desthiladariya mêr bû mînakên azadiyê û careke din mirovahî, jiyan û civak li ser vê axê zindî kirin. Di şexsê heval Lêgerîn, heval Hêlîn de bi sedan hevalên enternasyolan ku ji hemû deverên cîhanê berê xwe dan nava vê berxwedaniyê vê rojê pîroz dikim. Dîroka mirovahiyê ku bi nirxê jinê xwe ava kiribû, careke din di şexsê şervanên YPJ'ê de zindî bû."
Li ber stranên filiklorî yên Koma Şehîd Çiya û Koma Nûpelda şahî bi gerandina govendê dom dike.