Îsraîlê êrişî du kampên penaberan kir

Îsraîlê di êrişên li dijî kampên penaberan ên Cenîn û Akbet Cebrê de 5 Filistînî qetil kirin.

Navenda Nûçeyan – Îsraîl şeva borî êrişî kampên penaberan ên Cenîn û Akbet Cebr ên li Şerîa Rojava ya ku di bin dagirkeriyê de ye, kir. Di êrîşan de hêzên Îsraîlê 5 Filistînî qetil kirin. Hat diyarkirin ku di navbera Filistîniyên ku hewl didin êrişa li Kampa Penaberan a Akbet Cebr asteng bikin û hêzên Îsraîlê de pevçûnek dijwar derket.

Wezareta Tendurustiyê ya Filistînê di daxuyaniya xwe ya berê de diyar kiribû ku hêzên Îsraîlê di êrişa li ser Kampa Penaberan a Cenînê de 3 Filistînî qetil kirin û 30 Filistînî jî birîndar kirin. Rayedarên Îsraîlî derbarê êrişa li Akbet Cebrê de hîn tu daxuyanî nedane.

Di meha Tîrmehê de 4 jê zarok 12 Filistînî hatibûn qetilkirin

Di êrîşên hewayî û bejayî yên artêşa Îsraîlê yên li dijî bajarê Cenîn û Kampa Penaberan a Cenînê ya 3’ê Tîrmehê ku bi qasî 48 saetan dewam kir, 4 jê zarok 12 Filistînî hatin qetil kirin û 120 kes jî birîndar bûn ku rewşa 20 ji wan giran e. Binesaziya Kampa Penaberan a Cenîn ku nêzî 150 hezar penaberên Filistînî lê dijîn, zerereke mezin dît.