Îsraîl erîş bir ser Nablusê: 2 Filistînî jiyana xwe ji dest dan

Li bajarê Nablusa Şerîeya Rojava ya ku dagirkirî ye, di êrîşa leşkerên Îsraîlê de 2 Filistînî jiyana xwe ji dest dan û kesek jî birîndar bû.

Navenda Nûçeyan- Leşkerên Îsraîlê êrîşî bajarê Kevin ê Nablusê yê li bakurê Şerîeya Rojava ya hatiye dagirkirkirin. Di navbera leşkerên Îsraîliyên ku malek dorpêç kirin û Filistîniyan de şer û pevçûn derket. Di daxuyaniya nivîskî ya Heyva Sor a Filistînê de hat diyarkirin ku di serdegirtinê de 2 Filistînî jiyana xwe ji dest dane, kesek jî di encama guleyên rastî de li pişt û piyên wî ketine birîndar bûye. Hat diyarkirin ku birîndar rakirin nexweşxaneyê.

Li gor nûçeya ajansa Reutersê Artêşa Îsraîlê jî bi daxuyaniyekê ev êrîş piştrast kir. Di daxuyaniyê de hat îdiakirin ku 2 Filistînîyên ku di serdegirtinê de jiyana xwe ji dest dane "gumanbarên ku vê hefteyê li dijî polêsan êrîşa çekdarî pêk anîne" ne.

Îsraîl di 3’yê Tîrmehê de êrîşî bajarê Cenîn ê Şerîeya Rojava ya ku dagir kiribû kir û êrîşa du rojan li herêmê wêraniyeke mezin pêk anî. Di êrîşan de 4 jê zarok 12 Filistînî jiyana xwe ji dest dan û 20 jê giran 120 kes jî birîndar bûn.