ÎSÎG: Di serdema AKP’ê de 888 zarokan jiyana xwe ji dest dane

ÎSÎG’ê di çarçoveya roja têkoşîna li dijî ‘karkeriya’ zarokan a cîhanê de raporek parve kir û diyar kir ku di serdema AKP’ê de herî kêm 88 zarokên hatine xebitandin jiyana xwe ji dest dane.

Navenda Nûçeyan - Meclisa Ewlekariya Tenduristiya Karker û Kar (ÎSÎG) di çarçoveya 12’ê Hezîranê roja têkoşîna li dijî ‘karkeriya’ zarokan a cîhanê de zarokên ku di serdema AKP’ê de jiyana xwe ji dest dane rapora ku amadekirin parve kir.

Di raporê de hat gotin ku di serdema îktîdara AKP’ê de 88 zarokên hatine xebitandin jiyana xwe ji dest dane û li şûna ku zarok li park û dibistanan bin, di bin cendereya cînayetên kar de hatine hiştin.

‘Hewil dan pirsgirêkê ji nedîtî ve bên’

 ÎSÎG’ê di raporê de destnîşan kirin ku divê xebitandina zarokan were qedexekirin û cezayên giran bidin kesên zarokan di xebitinin û wiha hate gotin: “Polîtîkayên çandinî, pîşesazî, perwerde û civakî yên AKP’ê dike ku zarok roj bi roj bêhtir bên xebitandin. Li rexa din jî weke ku ‘zarokên karker’ tune bin tevdigere û hewl dide vê rewşê veşêre. Divê xebitandina zarokan were qedexekirin û cezayên giran bên dayîn.”