Îran balyozxaneya Afganîstanê radestî Talîbanê dike

Komara Îslamî ya Îranê dê heftiya bê Balyozxaneya Afganîstanê ya li Tehranê radestî Talîbanê bike.

Navenda Nûçeyan – Talîbana ku Afganîstanê xist bin kontrola xwe, bi taybetî li dijî jin û zarokan gelek maf binpê dike û ji perwerdeyê heta hunerê, ji siyasetê heta jiyana civakî di her qadê de hişmendiya xwe ya desthilatdariyê diparêze. hinek welatên cîhanê Talîbanê bi fermî nas nakin, hin welat bi veşartî hinek welat jî eşkere piştgirîya wê dikin.

Li gorî nûçeya di çapemeniyê de; Alîkarê Wezîrê Derve yê Îranê Resûl Mûsewî dê Balyozxaneya Efxanistanê ya li Tehranê radestî Talîbanê bike. Îranê rêveberiya berê ya Afganîstanê nas nekir.