Îran 21 sal cezayê girtîgehê li rojnamevan Jîna Muderîs birî
Rejîma Îranê bi hinceta sê tometên cuda 21 sal cezayê girtîgehê da rojnamevan û çalakvana Sine Jîna Muderîs.
Navenda Nûçeyan – Tora Mafê Mirovan a Kurdistanê ragihand ku rojnamevan û çalakvana mafê jinan Jîna Muderîs Gurcî ya xelkê Sine ya Rojhilatê Kurdistanê, ji aliyê dadgeha rejîma Îranê ve bi hinceta sê tometên cuda bi 21 sal cezayê girtîgehê hate cezakirin.
Jîna Muderîs bi hinceta sê sûcên cûda tê cezakirin
Hate diyarkirin Jîna Muderîs bi tawanên ‘avakirina komeke neqanûnî ji bo hilweşandina rejîmê’ 10 sal, bi tometa ‘ajantiya bi dewletên dewlet re’ 10 sal, her wiha bi Tawana ‘propagandaya li dijî rejîmê’ jî salek, bi giştî 21 sal cezayê girtîgehê hate dayîn.
Her wiha hate destnîşankirin ku dadgehê tawanên ‘Avakirina meclîsa bi îdeolojiya femînîst ji bo rûxandina hikûmetê, bi qestî beşdarî civînan bûn û dirûşmên li dijî gelêrî û wêranker diqîrin, bi kontra-şoreşgeran re têkilî berdewam in, beşdarbûna konferans û komxebatên perwerdehiya navneteweyî, weşandina gotaran li ser torên civakî û axaftin bi medyayên biyanî re ji bo reşkirina rewşa Îranê û têkdana atmosfera civakê di dema piştî qetilkirin Jîna Emînî de’ wek nimûneyên tawanên xistîn li ser Jîna Muderîs daye pêş.
Li gorî Tora Mafê Mirovan a Kurdistanê ragihandî dadgehê ji bo mehkûmkirina Jîna Muderîs Gurcî li ser raporên îstixbaratî rawestiya û biryare ceza li girtîgeha Hemedanê were pêkanîn.
Jîna Muderîs berê jî dû caran hate girtin
Jina Muderîs Gurcî, rojnamevan û çalakvana jinan a naskirî ya li Rojhilatê Kurdistanê û Îranê ye ku du caran ji aliyê hêzên rejîma Îranê ve hatiye girtin. Cara yekem di dema Şoreşa Jin, Jiyan, Azadî de hate girtin û piştî 42 rojan li girtîgeha Sine ma, di 1’ê Mijdara 2022’an de, bi danîna 1 milyar tîmenê Îranê di şêweyê demkî hate berdan. Cara duyem jî di meha Nîsana sala 2023’an de hate girtin û piştî 84 rojan bi danîna 5 milyar tîmen cardin bi şêweyê dmekî hate berdan.
Parêzeran ceza îtiraz kir
Herî dawî jî di 21’ê vê mehê de, runiştina doza Jîna Muderîs Gurcî hate lidarxistin û dadgehê 21 sal cezayê girtîgehê da. Ji van 21 salan, cezayê herî giran ê 10 sal cezayê girtîgehê, dê bi sirgûnkirina girtîgeha Hemedanê bê pêkanîn. Parêzerên Jîna bi awayekî fermî îtîraza ceza kirine û ji bo îtîrazê dê dosya ji Dadgeha Îstînafê ya parêzgeha Sine re bê şandin.