Êrişên Îsraîlê yê li ser Xezayê di roja 81’emîn de ye

Êrişên Îsraîlê yê li ser Xezayê di roja 81’emîn de didome. Hêzên Îsraîlên Filistiniyên ku dîl girt nîv tazî teşhîr kir. NY destnîşan kir ku li herema tê ragihandin ku pergala tendirutiyê hilweşiyaye 50 hezar jinên ducanî hene.

Navenda Nûçeyan – Li ser Xezayê êrişên Îsraîlê didome. Li gor daneyên dawî yên Wezareta Tenidrustiyê ya Xezayê di êrişan de 20 hezar û 258 kes jiyana xwe ji dest dan, 53 hezar û 688 kes jî birîndar bûn. Li Zîvala Xezayê însan nikarin xwe bigihînin pêdiviyên bingehîn ên mirovî û ava paqij. Saziyên navnetewî bal kişand li ser nexweşiyên ku bi taybet di nav zarokan de belav dibe û hişyarî da ku ji ber jinên ducanî nikarin xizmeta tendirustiyê wergirin di xeteriyê de ne. Rêxistina Tendirustiyê ya Cîhanî (WHO) di parvekirina xwe ya duh de daxuyand ku li Xezayê pergala tendirustiyê bi temamî hilweşiyaye. Ev rewş nîşan dide ku xeteriya li heremê hê zêdetir bûye. 

Dîlgirtî nîv tazî hatin teşhîrkirin

Îsraîl 81 roj in Xezayê bombebaran dike. Leşkerên Îstaîlê li stadyumekê li Xezayê Filistiniyên ku di nav wan de zarok û pîr jî hene nîv tazî teşhîr kir. Di dîmenên ku li ser hesabên medyaya dîjîtal hatin parvekirin de tê dîtin ku gelek sivîlên Filistînî yên bi darê zorê ji cih û warên xwe bûne, ji aliyê leşkerên Îsraîlê ve hatine desteserkirin û bi awayekê nîv tazî li stadyumekî hatine komkirin, berê tankan jî li sre van kesan hatine zivirandin. Di dîmenan de xuya dike ku pitikek li betaniyê pêçandî ku tê fêmkirin ya Filistiniyekî ye di hembêza leşkerekî Îsraîlê de ye.

50 hezar jinên ducanî hene

Ajansa Alîkarî û Xebatê ya Neteweyên Yekbûyî (NY) ji bo Penaberên Filistînî yên li Rojhilata Nêzîk (UNRWA) ragihand ku li Xezayê ku di bin dorpêç û êrîş û dorpêça Îsraîlê de ye nêzî 50 hezar jinên ducanî hene û ji wan her roj zêdeyî 180 jinên ducanî zarok tînîn. Di daxuyaniya UNRWA’yê ya li ser medyaya dîjîtal da hat destnîşankirin ku 22 navendên tenduristiyê yên girêdayî saziyê ji xizmetê derketine û wiha hat gotin: "Bijîşk û pîrikên UNRWA’yê ji bo ku li 7 navendên tenduristiyê yên çalak ên UNRWA’yê xizmetê bidin jinên ducanî yên piştî zar anînê û ji bo jinên ducanî yên xeteriya wan heye her tiştê guncav e dikin.”

Sîstema tenduristiyê hilweşiya

Sîstema tenduristiyê ya li Xezayê hilweşiya. Wezareta Tenduristiyê ya Xezayê ragihandibû ku birîndar ji ber nebûna nexweşxaneyên çalak li bakurê Xezayê û nebesiyên li Kompleksa Bijîşkî ya Şîfayê jiyana xwe ji dest dane. Hatibû ragihandin ku nexweşxaneya herî dawî ya li bajêr El-Ehlî Baptist di 19'ê Kanûnê de ji xizmetê derketiye. Her wiha hatibû ragihandin ku li nexweşxaneyên li başûrê Zîvala Xezayê rewş ji kontrolê derketiye. Wezareta Tenduristiyê ya Xezayê bang li rêxistinên navneteweyî dike ku pêdiviyên tenduristiyê û nexweşxaneyek meydanî ava bikin.

Nêzî 5 hezar tirên alîkariyê

Ji aliyê din ve hat ragihandin ku ji 21’ê cotmehê heta niha 4 hezar û 960 kamyonên alîkariyên mirovî barkirî ketine Xezayê. Di daxuyanîya ku ji aliyê Heyva Sor a Filistînê ve hat dayîn de wiha hat gotin: "Ekîban di navbera 21’ê Cotmehê û 22’yê Kanûnê de ji Deriyê Sînor ê Refahê 4 hezar û 760 tir wergirtin." Di daxuyaniyê de hat ragihandin ku di kamyonên ku ji Deriyê Sînor ê Refahê derbasî Xezaya dorpêçkirî bûne av, pêdiviyên xwarinê, derman û pêdiviyên tenduristiyê hatin hilgirtin û di heman demê de 60 ambûlans derbasî herêmê bûne.

Beriya 7’ê cotmehê ku artêşa Îsraîlê dest bi êrîşan kir, rojane 600 kamyonên alîkariyê ji bo Xezayê hatin şandin, di 2,5 mehên dawîn da ku hewcedariyên xelkê gelekî zêde bûn, ji 70’î derbas nakin.