Çîgdem Kiliçgun Uçar: Ev desthilat neçare biçe

Hevberdevka Partiya Çepên Kesk Çîgdem Kiliçgun Uçar serdana rêxistina Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Navçeya Esenyûrtê ya Stenbolê ku polîsan avêtibû ser kir. Peyama ku wê dest ji têkoşînê bernadin da.

Navenda Nûçeyan- Hevberdevka Partiya Çepên Kesk Çîgdem Kiliçgun Uçar ji ber serdegirtina polîsan, serdana rêxistina herêmî Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Navçeya Esenyûrtê ya Stenbolê kir.

Heyeta li gel Çîgdem Kiliçgun Uçar ji aliyê rêveberên HDP’ê a navçeya Esenyurdê ve hatin pêşwazîkirin. Li vêderê destpêkê hevseroka HDP’ ya navçeyê ya Stenbolê Ilknur Birol daxuyanî da. Da zanîn ku serdekiritina avahiya navçeyê weke berdewamiya kumpasên desthilatê ye û got: “Em vana bi awayek serbilind û eniya me paqij beralî bikin. Rejîma faşîst encex bi têkoşînê binbikeve. Hindî ku ev hişmendî beralî nabe şansê tu hemwelatiyan ya nefes giritinê wê nebe. Erk dikeve ser milê hemû emwelatî û muxalefata civakê. Divê em nebêjin çi j imin re û em hemû bi hevre dest bidin destê hev û bi piştivaniya hev li pêşiya faşîzmê rawestin.” 

‘Serdegirtin berdewamiya êrîşane’

Piştre Çîgdem Kiliçgun Uçar axivî û destnîşan kir ku serdegirtina polîsan bê qanûniye û ev serdegirtin êrîşa li ser hemû gelane û got: “Li dijî bêhiqûqiya ku beriya hilbijartinê derket holê, HDP’ê û Partiya Çepên Kesk serkeftineke mezin bi dest xist û weke partiya 3’yemîn a herî mezin di meclîsê de cih girt. Ev operasyona ku nîvê şevê bêyî agahdarkirina rayedarên partiya me li ser avahiya partiyeke siyasî ku nûnertiya wê li Meclîsê ye pêk hat, berdewamiya êrîşên hem li hemberî siyaseta demokratîk e hem jî têkoşîna gelê Kurd e.”

‘Pirsgirêka bingehîn nêzikatiya beramberî Kurdane’

Çîgdem Kiliçgun Uçar da zanîn ku ev deme dewlet siyaseta demokratîk kiriye hedef û wiha dom kir:

“Bila li têkoşîna gelê kurd binêrin. Ev operasyonên ku ev 40 sal in ji aliyê dewlet û hikûmetan ve tên kirin, bi dawî nebûne. Lê HDP hebûna xwe berdewam kir, mezin bû û bi pêkhate û tifaqên xwe nav li siyaseta Tirkiyê kir. Em dizanin ku ev pêvajo bi xwe berdewamiya xitimandina pirsgirêka Kurd e. Çawa ku hikûmetên berê nêzî pirsgirêka Kurd dibin, hikûmeta îro jî bi heman awayî nêz dibe û înkar dike. Binêrin, Tirkiye di hilbijartina endamên NATO’yê de jî têkoşîna gelê Kurd dike mijara navendî. Tişta herî dawî ya ku Swêdê anî ser endamtiya NATO'yê, têkoşîna gelê Kurd a li Swêdê bi raya giştî ya demokratîk re, ji aliyê Sekreterê Giştî yê NATO'yê ve weke provokasyonek hat binavkirin. Rengê siyaseta derve ya Tirkiyê ev e. Dîsa di polîtîkaya derve de hemû dostên me dizanin ku hem li Qamişlo û hem jî li Silêmaniyê sûîqest tên kirin. Em ji van bêaqilên re dibêjin ku hemû tiştên kirin ji pirsgirêka Kurd ne qute.”

Ji aliyê qanûnî ve em dizanin ku hevserokên navçeyan bi awayekî rêk û pêk tên agahdarkirin û bi hev re lêgerîn tên kirin. Piştî lêgerîna li vir agahiya me nîne bê ji vê avahiya navçeyê çi hatiye derxistin û çi li vir hatiye bicihkirin.

 ‘Ev desthilat neçare biçe’

Çîgdem Kiliçgun Uçar anî ziman ku neçareserkirina pirsgirêka Kurd bandorê li ser krîza aboriyê jî dike û şerê destilhatdarî dike dibe sedema feqîrî û krîza aborî û got: “Ew desthilata ku girêdana şer û aboriyê bi hevre nizane çawa çû, ev desthilate jî neçare biçe. Hêzên ku li me digerin ka em li kune em wiha dibêjin; Em li kolan, bajar û navçeyane, di heman demê de jî em li meclîsê ne. Ew siyaseta ku we xwest hun tune bikin wê ji niha şûnde mezinbûnê berdewam bike. Hem HDP, hem  Partiya Çep a Kesk, jinên ku têkoşîna demokrasiyê li Tirkiye di parêze, ciwan, kedkar tiştek tarîf kirin û gotin; Tirkiyek nû û demokrasiyek nû gengaze û em jî têkoşîna wê didin meşandin.”

‘Me dest jê bernedaye, em na berdin’

Çîgdem Kiliçgun Uçar axaftina xwe wiha bi dawî kir:

“Taybetmendiyek din a Esenyurtê heye. Rêxistina me ya navçeyê yek ji wan cihan e ku ji dema ku hatiye damezrandin bi navên partiyên berê em lê bihêz bûne. Rêxistina Navçeyê ya Esenyurtê, polîtîkayek ku karibe dest li pirsgirêkên hemû gelên li vir dijîn dimeşîne, kir. Li dijî hemû bêhiqûqiyên li vir hatin kirin dengê xwe bilind kir. Ji bo mezinkirina mafê demokratîk ê siyaseta ku li vir tê meşandin çi ji destê wê hat kirin. Berdêl jî hatin dayîn. Bi êrîşan re rû bi rû ma, lê gav paşde neavêt. Ev tablo hemû bi xwe jî zemîna van êrîşan ava kiriye. Ev hikûmet hem bi krîmînalîzekirina HDP’ê û hem jî Partiya Çepên Kesk û siyaseta demokratîk hewl dide polîtîkayên xwe rewa bike. Heta niha me destûr neda vê yekê, em ê ji vir û pêve jî destûr nedin. Em ê weke duh îro jî li kolan û qadan têkoşîna bi rûmet a hemû gelan bimeşînin û berfireh bikin. Me dev ji têkoşîna xwe berneda, em ê bernedin û em ê bi ser bikevin.”