‘Çarşevên reş û secadeyan şandin gundê elewiyan’

Gundê Tekpinar ê Semsûrê yek ji cihên ku malzemeyên alîkariyê herî dawî gihîştinê ye. Jinên li gund gotin ku koliyên alîkariyê yên di nav de çarşevên reş û secade hebûn dane wan.

MEDÎNE MAMEDOGLU

Semsûr- Ji ber erdheja ku navenda wê Mereş bû, ji sedî 60’ê Semsûrê xirab bûye. Welatiyên li gund û gundikan ji malzemeyên alîkariyê bêpar mane. Di ser erdhejê de tevî ku 15 derbas bûne jî li Semsûr û gundên wê hê jî av tune ye. Jinên li gundan diyar kirin ku ji ber ava qirêj ditirsin nexweşî derbikevin.

Welatiyên Kurd elewî li gundê Tekpinar pêdiviyên xwe bi cih tînin. Ji aliyekî gund avê tînin dikelînin, cilan bi hev re dişûn. Bi wê yekê hewl didin peşî li nexweşiyan bigrin. Ji dema destpêkê ya erdhejê ve heta niha, ji xebatên lêgerîn û rizgarkirinê bigre heta pêdiviyên jiyanî, wekî gelek deran, şênî bi hewldanên xwe pêk tînin. Şêniyên gund diyar dikin ku ji koliyên alîkariyê yên ji wan re şandine çarşev, secade û kincên binî derketine û diyar dikin ku li dijî gundên elewiyan cudakariyê dikin.

Ji ber tunebûna avê zarokên me nexweş ketin’

Yek ji jinên li gund Fatma Gundogan got ku ji ber av tune ye nikarin xwe bişûn, ji ber vê yekê zarokên wê nexweş ketine û tiştên jiyane wiha vegot: “Roja destpêkê ya erdhejê min tu tişt ji mala xwe negirt. Em çawa derketin mala me rûxiya. Zarokên me hem birçî man, hem cemidîn, em hemû du roj li derve man. Piştî çar rojan alîkarî ji me ra hat. Ji bo em tiştên ji me rehatine şandin bigrin çûn bajêr. Kêmasiya avê pirsgirêkek mezin e. Cereyan jî nû hat. Zarokên min nexweş ketin. Ne em ne zarokên me nikarin serê xwe bişûn. Cilên me qirêj bûne, ji ber ku deterjan tune ye, em nikarin cilên xwe jî bişûn. Ne sabûn heye ne şampûan, ditirsim spî bikevin serê me.”

‘Herî dawî ji gundên elewiyan re alîkarî kirin’

Yek ji şêniyên gund, Ozlem Bozan jî diyar kir ku di roja çaran de ji wan re malzeme hatine û herî dawî li gundên elewiyan hatine belavkirin û got: “Tiştek nedin gundên elewiya. Destpêkê malzemeyên ku hatibûn li gundên sunî belav kirin. Niha pêdiviya me jinan bi cilên binî, sabûn û deterjanê heye. Em hemû sê rojan di nava wesayîdan de razan. Hê jî kesên ku di wesayîdan de radizên hene lewre kon tune ne. Bi derfetên xwe em hewl didin li ser lingên xwe bisekinin. Dewletî tu alîkarî ji me re nekir, her dem ji derve ji me re alîkarî kirin. Gelê sivîl ji me re alîkarî kirin.”

‘Tiştên pêwîst ji me re neşandin’

Ozlem Dundar jî got ku piştî erdhejê ew hatiye gundê xwe, du kamyonên alîkariyê yên şandine gundê wan, berê wan dane Mereş û Dîlokê. Ozlem Dundar got ku di nava malzemeyên ji bo alîkariyê ji wan re şandine de çarşevên reş û secade hebûne û got: “Berê hemû kamyonên ku ji bo me hatin şandin, dan cihên din. Semsûr nemaye, hemû avahiyên wê yan rûxiyane yan jî zirarê dîtine lê tevî vê jî pir dereng alîkarî ji me re hat. Bi taybetî komên dilxwaz û alîkarî ji bajarên Kurdistanê hatin. Di erdhejê de gelek kes mirin, hinek ji wan hatin definkirin, hinek ji wan di bin xirbeyan de man. Ji ber gundê elewiyan e çi ye nizanim, ji me re alîkariya pêwîst nehat kirin. Me koordînasyonek li gundê xwe çêkir û bi wê yekê alîkarî ji me re hat.”