Çalakiyên li Suweydayê di meha çaran de didomin

Jinên ku tevli tevgera gel a li bajarê Suweydayê didome bûne, dan zanîn ku heta daxwazên wan bi cih neyên dê dest ji têkoşîna xwe bernedin.

ROCHELLE JUNÎOR

Suweyda- Li bajarê Suweydayê Serildana gel a ku beriya 4 mehan dest pê kiribû duh li Qada Karamayê domiya. Li gel hunermend, bijîjk, parêzer, mamoste û endezyaran gelek kes beşdarî çalakiyê bûn.

Jinên ku tevli çalakiyê bûn ji ajansa me re axivîn, diyar kirin ku ji bo jiyana azad û demokratîk ew dixwazin dawî li nelirêtiyan bînin, rejîma heyî biguherînin. Mamoste Samîha Al-Moaz got:  "Weke mamoste gelek sedemên ku me ber bi çalakiyek wiha ve bibin hene. Yek ji sedemên esasî ew e ku xwendekar nikarin perwerdeya baş bibînin. Ji ber ku rejîm hewl dide pergala perwerdeyê ber bi siyasetê ve bibe û ev qad tê îhmalkirin. Qada Karama ji bo me qada şoreşê ye. Ji bo vê em ê destûr nedin tu hêzeke ji derve mudaxeleyê vê tevgera me bike."

‘Heta em bigihîjin armanca xwe dê tevgera me bidome’

Ji kesên çalakger Bîsan Al-Hamad got: "Ji bo qada rê em dibêjin qada rûmetê. Em her hefte ji bo guhertina rejîmê tên ba hev. Rejîma heyî welat tune kir, pêdiviyên mirovan bi cih neanî, destûr neda behreyên xwe bi pêş bixin. Bûyerên revandina kesan û girêdana bi madeyên hişbir re di nava ciwanan de zêde bûn.”

İman Al-Attar jî ragihand ku ew tevli çalakiyên protestoyî yên li bajar bûne û diyar kir ku jin ji bo daxwazên xwe bînin ziman ji Şamê hatine Suweydayê. Îman Al-Attar wiha got: "Ji ber rewşa xirab a li welat em van çalakiyan li dar dixin. Armancên me mezin in. Em dixwazin azadî û demokrasiyê bînin welat û dawî li nelirêtiyê bînin. Em naxwazin êdî zarokên me biçin welatên Rojava. Çalakiyên li Suweydayê tevgereke gel a mezin e. Heya ku bigihîje armanca xwe dê vê tevgerê bidome.”