Çalakiya xizmên windayan di hefteya 748’an de ye

Xizmên windayan li Amedê di çalakiya 748’an a “Bila winda bên dîtin û kujer bên darazandin” de vê hefteyê li aqubeta Selahattin Akbulut ê di sala 1994’an de li navçeya Bismila Amedê hat windakirin pirsîn.

Amed- Xizmên Windayan û rêveberên Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Şaxa Amedê di hefteya 748’emîn de çalakiya “Bila winda bên dîtin kujer bên darizandin” li Parka Koşuyoluyê li ber bîrdariya mafê jiyanê daxuyanî hat dayîn. Di çalakiyê de wêneyên windayan hatin hilgirtin. Xizmên Windayan vê hefteyê li kujerên Selahattîn Akbulut ê di sala 1994’an de li Bismilê hat binçavkirin û paşê hat qetilkirin pirsîn.

‘Bi polîtîkayên ewlehiyê nikarin bigihîjin cihekî’

Serokê ÎHD’a Amedê Abdullah Zeytûn axivî û diyar kir ku êrîşên beriya hilbijartinê didomiyan piştî hilbijartinê jî berdewam dikin. Zeytûn tundiya polîsan a li Cizîrê di serdegirtina malekî de, binçavkirina Hevşaredarên Panosê û qetilkirina zarokê 5 salî Erdem Aşkan ê li Geverê bi bîr xist û got: “Ji ber polîtîkayên ewlekariyê pirgirêka Kurd nayê çareserkirin. Ji ber vê yekê jî binpêkirinên mafan her roj didomin. Muxalefet jî li ber vê yekê bêdeng dimîne. Bi polîtîkayên ewlekariyê wê tu kes negihîje tu cihî.”

‘5 kesên bi cilên sivîl xistin torosên spî û birin’

Piştre çîroka Salahattin Akbulut ji aliyê Endamê Komîsyona Windayan a ÎHD’a Amedê Firat Akdenîz ve hat xwendin. Firat Akdenîz diyar kir ku malbata Akbulut ji kujeran du kes nas dike û wiha got: “Selahattîn Akbulut zewicî û bavê 11 zarokan bû. Ji ber ku cerdevanî qebûl nekir hêzên dewletê zextan lê kirin û ji ber vê yekê jî çend car hatibû binçavkirin û gefa kuştinê lê hatibû xwarin. Bi heman sedemê gelek caran hat binçavkirin û gefa mirinê lê hat xwarin. Di 21’ê Hezîrana 1995’an de li gundê Tatliçayir ê Bismila Amedê di dema bi malbata xwe re bû, ji aliyê leşkeran ve bi ser mala wan de hat girtin. Dema ku leşker hê li gund bûn wesayîdek spî ya torosê, bi 5 kesên cilên sivîl li wan ve tê li ber disekine û jê re dibêjin wê ji bo îfadeyê bibin qereqolê. Bi zorê Salahattin Akbulut dixin wesayîdê, malbatê ji 5 kesên ku hatibûn mala wan 2 kesan nas dikir. Ew leşkerên bi navê Mehmed û Levend bûn.

‘Cenaze bi awayê gule lê barandî hat dîtin’

Firat Akdenîz destnîşan kir ku dema malbata Akbulut serî li serdozgeriya komarê ya Bismilê  daye qebûl kiriye ku Selahattin Akbulut xistine binçavan lê belê piştre înkar kirine û wiha domand:

“Selahattin Akbulut piştî 25 roj piştî ku hat binçavkirin, ji aliyê hinek nasên xwe ve li rawestgeha texsiyê ya Ayhanê, li taxa Ofîsa Amedê di nava leşkeran de hat dîtin. Di 26’ê sibata 1996’an de cenazeyê wî li çemê gundê Goma yê Bismila Amedê hat dîtin. Der barê fermandarê Tabûra Komandoya ya navçeya Bismilê Îzzet Cural de lêpirsîn nehat vekirin, berovajoyê Îzzet Cural terfî rêveberiya tevgera daîreya fermandariya giştî ya leşkeran kir. Ji wê dîrokê ve heta niha der barê kujeran de tu ceza nehatiye dayîn û hê jî kujer nehatine cezakirin.”

Daxuyanî piştî deqeyek çalakiya rûniştinê bi dawî bû.