Çalakiya Nobetê ya li Mexmûrê Meclîsa Îştar dewr girt

Çalakiya Nobetê ya li Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cudî ya Mexmûrê ya li dijî tecrîda girankirî ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan destpêkirî bû, bi dewr girtina koma sêyemîn didome.

Mexmûr- Li Saziya Malbatên Şehîdan ya wargeha penaberan a Mexmûrê ji bo bi dawîkirina tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di 20’ê mehê de bi daxuyaniya çapemeniyê çalakiya Nobetê ya dorveger hatibû destpê kirin. Çalakiya Nobetê ya hatî destpê kirin, bi dewr girtina koma sêyemîn didome.

Çalakiya Nobetê dê her 5 roj bi dewr girtina komekî berdewam bike. Çalakî îro ji aliyê koma sêyemîn ve hat dewr girtin. Beriya merasîma dewr girtinê ji bo tevahî şehîdên şoreşê deqeyek rêz hate girtin. Piştî rêzgirtinê, li ser navê koma duyemîn Emîn Mijînî axivî.

Emîn Mijînî diyar kir ku di şexsê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan de tevayî mirovahî hatiye tecrîd kirin û wiha got: “Tecrîdek girankirî li ser Rêbertiya me tê meşandin, ev tecrîd ne tenê li ser Rêbertiye, li ser tevayî gelê Kurdistanê, girtiyên di zîndanan de û li ser tevayî gelên welatparêzin. Dijminê hov û qirker xwezaya Kurdistanê talan dike û dişewitîne. Dewleta Tirk ji ber ku nikare li çiya şer bike ji ber wê çekên qedexekirî bikartîne û em wek gelê Kurd van kiryarên dewleta Tirk bi tundî şermezar û rûreş dikin.”

Piştî axaftinê Meclîsa Îştar ya wargeha penaberan a Mexmûrê li ser navê koma sêyemîn çalakî dewr girt û piştre merasîma dewrgirtinê bi dirûşmeyên ‘Bijî Serok APO’, ‘Şehîd Namirin’ û ‘Bê Serok Jiyan Nabe’ bi dawî bû.