Çalakiya 'Bila Winda werin dîtin ' di hefteya 758'an de ye

Di hefteya 758'an a Şaxa ÎHD'ê ya Amedê û xizmên windayan de, "Bila Winda bên Windakirin, Kiryar bên darizandin" aqûbeta Hacî Ahmet Er ê di binçavan de hat windakirin hat pirsîn.

Amed - Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Amedê û xizmên windayan di hefteya 758'an de li ber Bîrdariya Mafê Jiyanê ya li Parka Koşuyoluyê hatin cem hev. Di daxuyaniyê de pankarta wêneyên kesên hatin qetilkirin û windakirin hatin hilgirtin. Vê hefteyê aqûbeta Hacî Ahmet Erî yê ku di 15'ê Tebaxa 1995'an de hat binçavkirin careke din agahî jê nehat girtin, hat pirsîn.

Rêveberê ÎHD'a Amedê Ali Îhsan Demirtaş çîroka Haci Ahmet Er parve kir.

Serlêdan bê encam man

Demîrtaş da zanîn Haci Ahmet Er di 15'ê Tebaxa 1995'an de di pevçûna di navbera leşker û PKK'ê de derketiye hatiye binçavkirin û wiha got: "Haci Ahmet Er wê demê li Gundê Çelê yê Colemêrgê dima. Wê demê leşker gefan li gundiyan dixwe. Piştre leşker bi ser gund de digirin. Kurê Haci Ahmet, Adnan ji bo alavên xwe hilbigire diçe gundê cîran. Dema Adnan diçe di navbera du gundan de dengê çekan tê. Wê demê du birayan dikin bin çavan û dibin Qereqola Gundê Işikliyê. 

Demîrtaş anî ziman ku piştî bûyerê Haci Mîrap jî bi îşkenceyên giran rû bi rû maye û bi şertê wê Haci Mîhrap ji gund biçe hat berdan. Demîrtaş wiha got: "Malbata Er, difikire wê Haci Ahmet serbest bê berdan. Lê belê êdî jê xeberekê nagirin. Malbata Er gelekî li berxwe dide lê belê hewldana wan a lêgerînê bêencam dimîne. Ev 28 sal in lê belê hîn aqubeta wî ne diyar e."

Piştre ji bo Haci Ahmet Er û hemû windayan çalakiya rûniştinê hat lidarxistin.