4 zarokên ku li daristanên Amazonê winda bibûn, hatin dîtin

4 zarokên ku 40 roj berê li daristanên Kolombiyayê bi ketina balafira yek motorê li daristanên Amazonê winda bibûn hatin dîtin. Hat zanîn ku zarok bi xwarina fêkiyan sax mane.

Navenda Nûçeyan – Li balafira Cessna 206  ku di 1’ê Gulanê de tevî 7 rêwiyan li herêma Amazonê ya li başûrê welat ket, cenazeyên 3 mezinan tevî pîlot û dayika zarokan Magdalena Mucutuy hatibûn dîtin. Her wiha hatibû ragihandin ku xebatên lêgerîn û rizgarkirinê yên xwişk û birayên hev ên 13, 9, 4 salî û pitikê 11 mehî dewam dikin.

Serokomarê Kolombiyayê Gustavo Petro jî li ser hesabê xwe yê fermî yê Twitterê ev parvekirin kir: “Ji bo tevahiya welat kêfxweşiyek e. 4 zarokên ku 40 roj berê li daristanên Kolombiyayê winda bûbûn sax hatin dîtin.”

Zarok bi xwarina fêkiyan sax mane

Hate ragihandin ku di xebatên lêgerîn û rizgarkirinê de ku bi piştgiriya balafir û helîkopterên artêş û hêzên hewayî yên Kolombiyayê, bi taybetî kûçikan şopên fêkiyên ku zarokan dixwarin ji bo ku bijîn û stargehên ji pelên daran hatibûn çêkirin hatine şopandin.

Ji aliyê din ve der barê çar xwişk û birayên ku bi tena serê xwe li herêmeke bi ajalên kovî re ewqas demdirêj jiyane agahî nehat dayîn. Lê tê texmînkirin ku kabîleyên li herêmê dijîn dibe ku alîkariya zarokan kirine.