Rojnamegerên hatine binçavkirin sewqî edliyeyê hatin kirin

Rojnamevan Abdurrahman Gok, Bêrîtan Canozer, Mehmetşah Oruç û Mîkaîl Barut ên di 25’ê Nîsanê de di operasyona navenda wê Amedê de hatibûn binçavkirin, sewqî Edliyeyê hatin kirin.

Navenda Nûçeyan – Di çarçoveya lêpirsîna Serdozgeriya Komarê ya Amedê û li ser biryara lêgerîn û binçavkirinê ya 3’emîn Dadgeha Cezayên Sulhê ya Amedê; rojnameger, hunermend, siyasetmedar, sendîkavan û parêzer jî di nav de derheqê 216 kesan de biryara binçavkirinê hatibû dayîn. Di encama serdegirtinên malan de 128 kes hatin binçavkirin. Kar û barên îfadegirtinê yên li emniyetê didomin û li aliyê din jî kesên îfadedayîna li emniyetê qebûl nekirin sewqî edliyeyê tên kirin. 

Ji rojnamegeran Abdurrahman Gok, Bêrîtan Canozer, Mehmet Şah Oruç û Mîkaîl Barût, siyasetmedar Hakîm Kaya, Şahîn Bîçîmlî û ji Komeleya 78’an jî Abdulganî Alkan îfadedayîna li emniyetê qebûl nekirin û sewqî edliyeyê hatin kirin. Hate hinbûn ku tevahiya parêzerên Komeleya Hiqûqnasên ji bo Azadiyê (OHD) îfade dayîna li emniyetê red kirine, tê payîn ku di nava rojê de kesên li emniyetê îfade nedane dê sewqî edliyeyê bên kirin.

Ji parêzerên hatin binçavkirin Gurbet Ozbey Oner û Jiyan Sametoglû ji ber ku pitikên wan ên şîrî hene, piştî hatin binçavkirin, duh sewqî edliyeyê hatin kirin. Gurbet Ozbey Oner û Jiyan Sametoglû yên piştî îfadeyên li dozgeriyê jî bi şertê kontrola edlî sewqî Dadgeriya Cezayên Sulhê hatin kirin, bi şertê kontrola edlî hatin berdan.