300 penaber di Okyanûsê Atlantîk de winda bûn

Sê botên ku zêdeyî 300 penaberî diçûn Giravên Kanarya di Okyanûsa Atlantîk de winda bûn.

Navenda Nûçeyan - Ji 3 botên ku zêdeyî 300 penaberên ku dixwazin ji Senegalê tê derkevin û herin Giravên Kanarya tu xeber tune.

Li gorî nûçeya Reutersê; Berdevka rêxistina sîvîl a Spanyayê Caminando Fronteras (Sînorên Dimeşin) Helena Maleno diyar kir ku 15 roj berê 3 botên ku ji Senegalê diçûn Giravên Kanarya yên Spanyayê di Okyanûsa Atlantîk de winda bûn.

Helena Maleno agahî parve kir ku di yek botan  de nêzî 200 penaber hebûn, di duyan de jî 65 penaber hebûn, ku tê îdiakirin 15 roj berê ji peravên herêma Kafountine ya li başûrê Senegalê derketine.

Li gorî daneyên Rêxistina Koçê ya Navneteweyî ya Neteweyên Yekbûyî (NY) di sala 2022'an de dema dixwestin xwe bigihînin Giravên Kanaryayê 22 ji wan zarok herî kêm 559 penaber mirin. Li gorî Caminando Fronteras hejmara penaberên par di vê rêyê de jiyana xwe ji dest dane hezar û 784 e.