Ji 3 kesên ku di qezaya helîkopterê de jiyana xwe ji dest dane YPJ’yî ne
Fermandariya Giştî ya YPJ’ê da zanîn ku 3 jê ji 9 şervanên di qezaya helîkopterê ya li Duhoka Herêma Başûrê Kurdistanê ket de jiyana xwe ji dest dane endamên YPJ’ê ne.
Navenda Nûçeyan- Navenda Ragihandinê ya Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) ragihand ku di encama qezaya helîkopterê ku 2 roj berê li Duhokê ket de 9 şervan jiyana xwe ji dest dane.
Di daxuyaniya nivîskî ya têkildarî qezaya helîkopterê de wiha hat gotin: “Di çarçoveya tekoşîna li dijî şaneyên DAÎŞ ê, yekîneyek ji yekîneyên Antî Teror YAT ên girêdayî hêzên me berê xwe da Başûrê Kurdistanê bi armanca bi hevguhertina tecrubeyên ewlekarî û leşkerî ji bo bilindkirina asta şer û ewlehiyê ya yekîneyan bi armanca berdewamkirina erkên xwe di şerê li dijî terorê û parastina xelkê herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê. Di dema şandina yekîneyê ji bo bajarê Silmaniyê di êvara 15’ê Adara 2023an de, du bilafirên ku şervanên me vediguhestin wê heremê ji ber rewşa ne baş ya hewayê ket xwarê.
‘Em ji bo hemû gelên xwe re sersaxî dixwazin’
Di daxuyaniya ku hat diyar kirin bi peşêngtiya Fermandarê Yekîneyên Antî Teror Şervan Kobanê 9 şervanan jiyana xwe ji dest dane de, wiha hat gotin: “Hêzên Antîteror di şerê li dijî terorê de şervan û fermandarê xwe ê herî baş feda kirin û ji Kobanê heta Reqa û Dêrezorê şerên dijwar kirin. Ev hêz bi şêwazên şer ên pêşketî hatine perwerdekirin û hevkarê sereke yê hevpeymaniya navdewletî ne di şerê li dijî DAÎŞ‘ê de û bi awayekî aktîf tekoşîn dikin ji bo pêşxistina şiyanên xwe yên şer û teknîkî û bihêzkirina mekanîzmayên çalakiya hevbeş li herêmê ligel hêzên cuda yên ku şer DAÎŞ’ê dikin. Em sersaxiyê ji malbatên şehîdan û gelê xwe re dixwazin; Em teqez dikin ku fedakariya wan şehîdan wê bibe ronahiya berdewamiya berxwedanê û parastina gelê me û axa wî ya pîroz. Di heman demê de em bang li rayedarên peywendîdar ên herêma başûrê Kurdistanê dikin ku ji bo wergirtina cenazeyên şehîdan û gihandina wan ji bo herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û li gorî rêgez û kevneşopiyan tevbigerin.”
Daxuyaniya YPJ'ê
Fermandariya Giştî ya Yekîneyên Parastina Jin (YPJ) jî têkildarî qezaya helîkopterê ya li Herêma Başûrê Kurdistanê rû da, daxuyaniyek da. Di daxuyaniya ku hat diyar kirin li gel QSD'ê 3 endamên YPJ'ê jiyana xwe ji dest dane de, wiha hate gotin: “Şeva 15’ê Adarê dema ku hevalên me ji bo erkeke taybet berê xwe da bajarên Silêmaniyê ya Başûrê Kurdistanê. Lê ji ber şert û mercên hewayî di encama qezaya helîkopterê de 9 hevreyên me şehîd bûn. Hevrêyên me Şervan Kobanê, Dîdar Dêrik, Rojeng Rifat, Feraşîn Baran, Xebat Dirbêsiyê, Doxan Efrîn, Harun Rojava, Hogir Dêrik û Koçer Dêrik li hemberî hovîtiya DAIŞ’ê têkoşîneke mezin dan meşandin.”