Tedbîrên ku piştî baranê nehatin girtin jiyan felc kir

Baran û bahoza ku tevahiya şevê li Semsûrê bi bandor bû, jiyana welatiyên ku di kon de dimînin felc kir. Welatiyan ji ber baranê şeva xwe li malên xwe yên xisar dîtine derbas kirin.

Semsûr- Ji ber barana zêde û bahoza duh bi şev, konên gelek welatiyan ên li navenda bajêr di bin avê de man. Ji ber barana zêde ya ku tevahiya şevê dom kir, li Taxa Cumhuriyetê ji ber baranê avahiyek zirareke mezin dîtiye, welatiyên ku konên wan tijî av bûne jî şeva xwe di malên xwe yên xerabûyî de derbas kirine.

Ji ber barana ku ev hefte ye dibare welatiyên ku ji ber tedbîr nehatine girtin giliyên wan zêde bûn e şeva xwe bê xew li malên ku diçin derbas dikin.