20 futbolbazên jin di nava kadroyên navendê de cih girtin

Federasyona futbolê ya Spanyayê ji ber Luis Rubiales futbolbaza jin tacîz kiribû tîma milî biryara boykotê girt û 20 jinên futbolbaz ji bo maça Lîga navneteweyî ya UEFA’yê girt nava kadroyên navendê.

Navenda Nûçeyan- Tîma Futbola milî ya jinan a Spanyayê, di fînala jinan a kûpaya cîhanê FIFA’yê de bi 1-0 Îngîltereyê têk bir û bû şempiyon. Di merasîma xelatê de lîstikvana Spanyayê ya jinan a tîma futbola milî Jennifer Hermoso ji aliyê serokê federasyona futbola Spanya (RFEF) Luis Rubiales ve rastî tacîzê hatibû, di encama zextan de îstifa kiribû. Dîrektorê teknîkê Jorge Vilde ji ber çepik ji Luis Rubiales re lêdabû ji erkê hatibû girtin.

Bi birayara ku bi Pedro Rocha ku demkî anîna ser rêveberiya RFEF re, her çendî Montse Tema ku alîkarê Jorge Vilda bû bîne dîrektoriya teknîkê, jinên futbolbaz xwestin di nava federasyonê de guherînên din werin çêkirin aşkera kiribûn ku wê tîma milî baykot bikin.

Ji bo aşkerakirina qadroyê 3 roj dereng man

Di Lîga navneteweyî ya jinan a UEFA’yê de wê Spanya di 22’ê Îlonê de Îsveç û di 26’ê Îlonê de werin beramberî hev. Di şert û mercên normal de ku wê di 15’ê Îlonê de qadroya namzedên tîma milî hatibûya aşkerakirin û bi nasandina Montse Tome ya sê rojan dereng mayî duh hat aşkerakirin. 

Ji 20 futbolbazên ku tîma milî baykot kirin di qadroya navendê de ne

Montse Temo li avahiya navenda Madrida RFEF di civîna çapemeniyê de nasandina yekem kir û piştre jî kadroya namzedan aşkera kir. Ji 39 futbolbazên jin ku diyar kirin heta daxwazên wan nayên pêkanîn wê di tîma milî de nelîzîn û daxwazname îmze kirin 20 jê di kadroya navend de cih girtin.

Jennifer Hermoso negirtin qadroyê

Di heman demê de di kadroya 23 kesî a futbolbazan de ku bûne şampiyoniya cîhanê, 15 jê ji bo maçên Îsveç û Îsvîçre ji bo tîma milî gazî kirin. Jennifer Hermosa ku rastî tacîzê hat negirtin qadroyê. Montse Temo yê dîrektorê teknîkê, got têkilyek wî ya baş bi Jennifer Hermoso re heye û piştgiriya wê dike û got: “Riya herî baş a parastina wê negirtina kadroyê ye.”

Ger beşdarî kampan nebin wê ceza bigrin

Li aliyê din ragihandina Spanyayê, futbolbazên ku ji bo tîma milî gazî wan hat karin dema ku başdarî kampa ku wê sibe dest pê bike nebin, wê cezayên mezin bigrin. Li gorî rêveberiya disîplîna RFEF wê ew futbolbazên ku li ruxmê ji bo tîma milî gazî wan kirine û beşdarî kampê nabin, wê heta 5 salan îptala lisansê, 30 hezar û 51 euru cezayê pere bidin.

Bi daxweznameyê daxwazên xwe rêz kirin

Futbolbazan, di daxaznameya ku hefteya borî de îmze kirin de ev daxwaz rêz kirin: “Divê şemaya organîzasyona futbola jinan careke din were vesazîkirin, serokatî û sekreterê giştî careke din were nûkirin, îstifaya serokê RFEF, qadên têkilî û bazarê ji nû ve werin sererastkirin.”

Futbolbazan diyar kirin ku heta niha di daxwaznameyê de tenê xalek (îstîfaya serokê RFEF) hatiye pêkanîn.