2 sal cezayê girtîgehê li Meryem Ekberî Monfered hat birîn

Meryem Ekberî Monfered ku ji aliyê hikûmeta Îranê ve dema ku ji bo 4 xwişk û birayên xwe yên ku hatibûn îdamkirin edalet dixwest, ji aliyê rejîma Îranê ve hatibû girtin, salek beriya serbestberdana wê 2 sal cezayê girtîgehê lê hat birîn.

Navenda Nûçeyan- Di 19’ê Tîrmeha 1988’an de, bi fermana rêberê olî yê wê demê Ayetullah Xumeynî, ji aliyê rayedarên Îranê ve dest bi îdamkirina girtiyên siyasî kirin. Di 5 mehan de bi hezaran girtiyên siyasî hatin darvekirin. Ji van înfazên ku li 32 bajarên welêt hatin kirin re navê "Qetlîama 1988"an hat dayîn.

3 bira hatin înfazkirin, birayek jî bi îşkenceyê hat qetilkirin

Xwişk û birayên Meryem Ekberî Monfered Abdolreza Ekberi Monfared û Roghie Ekberi Monfared di bûyerên Komkujiya 1988’an de ji ber sedemên siyasî hatin îdamkirin. Alîreza Ekberî Monfered jî hat îdamkirin û birayên wê Gholamreza Ekberî Monfered jî li Girtîgeha Evînê bi îşkenceyê hatin qetilkirin. Her du birayên Meryem Ekberî Monfered ku di sala 1988’an de hatin îdamkirin, hîna nayê zanîn ku li kuderê ne.

Gilî nehatin qebûlkirin

Meryem Ekberî Monfered a ku ji destpêka salên 2000’î ve dest bi lêgerîna edaletê ji bo xwişk û birayên xwe kiribû, di 31’ê Kanûna 2009’an de ji ber propagandaya li dijî rejîmê kiribû hat girtin. Meryem Ekberî Monfered a ku 15 sal cezayê girtîgehê lê hatiye birîn, di 15'ê Cotmeha 2016'an de ji ber zilma ku li xwişk û birayên wê û malbata wê hatiye kirin, nameyek vekirî şandibû. Lê belê saziyên fermî bi hinceta 'Daxwaznameyên bi vî rengî wê rewşê xerabtir bike û rê li ber berdana wê bigire' ev gilî qebûl nekir.

Cezayê wî du sal hat dirêjkirin.

Meryem Ekberî Monfered ji ber nameyên ku çîroka xwe ji rêxistinên mafên mirovan û rojnamevanan re vegotibû, bi îdiaya "derew belav kiriye û raya giştî tevlihev kiriye" 2 sal cezayê girtîgehê lê hat birîn. Ji aliyê Wezareta Îstixbaratê ve Der barê Meryem Ekberî Monfered de doz vekir.

Xwişk û birayên ku Meryem Ekberî Monfered ên hatin qetilkirin û îdamkirin wiha ne:

*Alîreza Ekberî Monfered ku di 20 saliya xwe de di sala 1981'an de hat girtin, piştî hefteyek îşkence û girtîgehê hat qetilkirin.

*Gholamreza Ekberî Monfered 29 di sala 1983’an de hat girtin.  Ekberî Monfered ê ku Terzîtî dikir di sala 1985'an de li Girtîgeha Evînê di encama îşkenceyê de jiyana xwe ji dest da.

*Roghiye Ekberi Monfared ku di sala 1981'an de di 30 saliya xwe de hat girtin, piştî 7 salan di girtîgehê de ma, di sala 1988'an de hat qetilkirin. Keçeke wî ya 3 salî hebû. Heta niha jî cihê cenazê Roghieh Ekberi Monfered nayê zanîn.

*Abdolreza Ekberî Monfered di sala 1981'ê de di 17 saliya xwe de 4 sal cezayê girtîgehê lê hat birîn. Abdolreza Ekberî Monfered ku di roja berdanê de careke din hat girtin, di Komkujiya 1988'an de di 25 saliya xwe de hat îdamkirin. Heta niha jî cihê cenazê wî nayê zanîn.