‘2 jê jin 46 Durzî hatiye înfazkirin’

Rêxistina Efûyê ya Navnetewî diyar kir ku di bûyerên li bajarê Sûweyda hatî jiyîn de 2 jê jin 46 Durzî bi gulebarandina qestî hatine qetilkirin û ev yek hatiye belge kirin.

Navenda Nûçeyan – Rêxistina Efûyê ya Navneteweyî (Amnesty) di raporek xwe de diyar kir ku çeteyên girêdayî Heyet Tehrîr El-Şam a cîhadîst ku li Sûriyeyê rêveberiya welat girt destê xwe di meha Tîrmehê de, di komkujiyên li Suweydayê de înfaza 46 Durziyan belge kiriye.

Rêxistinê da zanîn ku bûyerên înfazkirinê di navbera 13 û 17’ê Tîrmehê de li malan, dibistan, nexweşxane, salonên şahiyan û deverên din pêk hatine. Rêxistinê aşkera kir ku 2 jin û 44 mêr hatin înfazkirin.

Bi cilên fermî yên leşkerî înfazan pêkanîne

Rêxistinê eşkera kir ku wan belge û dîmenên heyî lêkolîn kirine. Di wir de diyar dibe ku zilamên bi cilên leşkerî û ewlekariyê yên fermî, sivîlan înfaz dikin. Di heman demê de nêrîna şahidên bûyerê hatin girtin û lêkolîna çekên hatine bikaranîn hatin kirin.

Çalakvana Sûriyayî Diyana Seman ji Amnesty daxwaz kir ku lêpirsîneke serbixwe der barê komkujiya Suweydayê de bide destpêkirin, da ku sûcdar werin darizandin.

Piştî komkujiya li Suweydayê HTŞ’ê ya cîhadîst rêyên ketin û derketina Suweydayê girtin û rêgiriyê li ser herêmê ferz kir. Heta çend hefteyan rêya çûn û hatina ber bi Şamê û Suweydayê ve hatibû girtin, dûre hate vekirin.

Li gorî daneyên Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR) di bûyerên tundiya li Suweyda hatin jiyîn de zêdeyî 2 hezar kes mirin. Ji vana di nav de 789 sivîlên Durzî hatin înfazkirin. Navenda Çavdêriyê ev rewş weke înfaza komî ya bê daraz nirxand.