2’emîn konferansa Yekitiya Jinên Êzidî yên Rojava hat lidarxistin

Yekitiya Jinên Êzidî yên Rojava li Şêxmeqsûdê di bin bi dirûşmeya "Bi berxwedan û têkoşîna jinên êzidî em ê bi serkevin" 2’emîn konferansa xwe li dar xist.

Navenda Nûçeyan-Yekitiya Jinên Êzidî yên Rojava bi dirûşma "Bi berxwedan û têkoşîna jinên Êzidî em ê bi serketin" konferansa xwe ya duyemîn li Hola 8′ê Adarê ya li taxa Şêxmeqsûdê li dar xist. Nûnerên yekitiyên jinên Êzidî yên Heleb û Efrînê beşdarî konferansê bûn, lê nûnerên herêma Cizîrê ji ber girtina rêya di navbera Minbic û taxa Şêxmeqsûdê de ji aliyê hikumeta Şamê ve, nikarîn beşdar bibin.

‘Jinên Êzidî xwe li gor  felsefeya Abdullah Ocalan bi rêxistin kirine’

Berdevka Yekitiya Jinên Êzidî yên Rojava Sûad Hiso rewşa jinên Êzidî nirxand û got: "Jinên Êzidî xwe li gorî fikr û feslefeya Rêber Abdullah Ocalan bi rêxistin kirine, ji ber ku ramanên Rêber Abdullah Ocalan  rêya xilaskirina Êzidiyan ji fermanan e.′′

Sûad Hiso diyar kir ku jinên Rojava xwe di hemû qadan de îsbat kirin, li hemberî DAIŞ′ê şer kir û civak bi rêxistin kir. Her wiha got: "Jina azad ji bo pêkanîna azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan û şikandina dîwarê Îmraliyê tê dikoşin."

Li Rojava xebatên jinên Êzîdî yê du salan hat xwendin

Ji bo rêvebirina konferansê endamên dîwanê hatin hilbijartin ku ji 3 jinan pêk tê. Piştre koma Kulîlkên Pêşerojê ya girêdayî Mala Êzidiyan a Helebê sirûdên olî yên civaka Êzidî xwendin. Piştre jî nirxandinên Rêber Abdullah Ocalan ê derbarê girîngiya rêxistinkirina jinan û azadiya wan de ji aliyê endama Komîteya Perwerdeya Civaka Demokratîk a Helebê Şêrîn Mihemed ve hatin xwendin. Endama Yekitiya Êzidiyan a Kantona Efrîn û Şehbayê Sîdra Cabir rapora rewşa jinên Êzidî yên li Rojava û xebatên du salan ên yekitiyê xwend.

‘Jinên Êzîdî hemû cûreyên zilmê red dikin’

Di konferansê de hevseroka Mala Êzidiyan a Helebê, endama Meclisa Malbatên Şehîdan Roşîn Mûsa axivî. Roşîn banga xwedîderketina li destkeftiyên şehîdan û pêkanîna armancên wan kir.

Endama Koordînasyona Kongra Star a Helebê Fehîma Hemo jî anî ziman  ku jinên êzidî bi berxwedana xwe ya li hemberî qirkirinê bûne mînak û got: ′′Jinên êzidî yên ku fikr û felsefeya Rêber Abdullah Ocalan nas kirine hemû cûreyên zilmê red dikin û li hemberî dagirkeriyê serî hildan, Rûken Zeredeşt jî mînak e."

Meclisa nû ya yekitiyê hat avakirin

Piştî axaftinan, peyamên pîrozbahiya konferansê yên ji aliyê sazî û rêxistinên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, Şengal û cîhanê ve hatibûn şandin, hatin xwendin. Beşdaran xebatên du salan ên yekitiyê nirxandin û ji bo pêşxistina kar pêşniyarên xwe anîn ziman.

Endama Yekitiya Jinên Êzidî yên Helebê Newroz Ado jî rêziknameya Yekitiya Jinên Êzidî yên Rojava xwend.

Di dawiyê de meclisa nû ya yekitiyê hat avakirin. Endamên meclisê ev in: Newroz Ado, Rîma Seydo, Şêrîn Cemo, Sozdar Hemo û Hemîde Derwîş.