Kenê Cahîde di sînga kevir û şiverêkên welat de hê olan dide
Ew keça jîr û zana şerkeriya xwe ji lehenga nemir Rojîn Ayten Tekîn, navê xwe jî ji şoreşgera zana û pêşêng Cahîde Necla Çelîk digre û dest bi rêwîtiya xwe ya li ser xaçirekên Kurdistanê dike Di her kêliya jiyana xwe de, dibû nasnameya jiyan û gerîlatiyê.
JÎN EVÎNDAR
Di bêdengiya şevreşiya şevê re carek din dibim heval û hogir. Wê penûsa ku dibe amrazêk ji heyamên borî, digrim nava tiliyên xwe yên recifok û qelaştî. Li ber agirê bixerîkê dest bi hûnandina tevna hestên zemawêndî dikim. Bi wan hestan henaseyek kûr dikşînim nava cerg û hinavên xwe. Hêdî hêdî xwîna laşê min dicemide û şaneyên nava bedena min berbelav dike. Nizanim çawa tesfîra wê bikim ji wê re. Him êş, him sermestim, him şahid û him jî ragihîner û vebêjim. Ji bona wê ye jî ewqas jandar û dilsoz im, vegotina hevrêtiya heyam û serdemên borî re.
Li ser şopa Rojîn-Ayten Tekîn dest bi rêwitiya xwe kiribû
Dema ku mirov li ser pişta hespê gewrê boz û bi çarnalî dibezînê bi wî bayê hênik û tenik re bêtir xwe nêzikî azadiyê hîs dike. Ji bo yêkineya me jî bazdana ber bi naskirina şoreşger û lêhenga azadiyê Yildiz Uçar ango bi navê tevgerî Cahîde ve jî hestêk wiha bû. Her ku me ji wan şoreşger û sosyalîstên tevgera azadiyê Cahîde nas dikir, em bi wateya şopandina doz û dilsoziya lêhengiye şênbertir re rû bi rû dibûn. Ji ber ku cangoriya azadiyê Cahîde li ser şopa Rojîn-Ayten Tekîn dest bi rêwitiya xwe ya xwebûn û serxwebûnê kiribû.
Dewlemendiya hest û agahdarbûna dîroka arteşbûna jina Kurd
Me jî weke yekîne gûh dida wan hevokên kêliya hevretî û bîranînên arteşbûnê dihat vegotin. Guhdarkirina wan şoreşgeran, têgihîştin û angaşta me ya ji bo serkeftina xebata Starên Azadiyê sor û geştir dikir. Belê; rêwitiya me ya bi vê xeleka nû ya Starên Azadiyê re, me dibe herêma Kercewsê. Ji wir me dibe wargehên azad yên têkoşîn û hevrêtiyê. Bi kurtasî em, temaşevan û xwandevanên xwe bi hev re, dewlemendiya hest û agahdarbûna dîroka arteşbûna jina Kurd dijîn. Lehenga nemir Cahîde-Yildiz Uçar di nav dewlemendiya ol û baweriyên cûda yên civakan de teşe girtibû. Her wiha bi dewlemendiya çandên qedîm û kevnare jî dibû nûnerek ji Hûrrî û Medan. Ew keça jîr û zana şerkeriya xwe ji lehenga nemir Rojîn Ayten Tekîn, navê xwe jî ji şoreşgera zana û pêşêng Cahîde Necla Çelîk digre û dest bi rêwitiya xwe ya li ser xaçirekên Kurdistanê dike. Di her kêliya jiyana xwe de, di nava têkoşînê de dibû nasnameya jiyan û gerîlatiyê.
Li Zagrosan şagirtek wêrek û bi vîn bû
Yek ji heval û hogirên wê Zozan Gul jî balê dikşand ser vê yeke û digot “Li Çiyayên Zagrosan fizikêk xurt, xwestek û bawerî nebe, kesek nikare gerîlatiyê bike.” Bi rastî jî dema ku ev hevok dihat gotin, yekser em dibûn rêwiyên Zagrosan. Li wir jî gerîla Xebat Cîlo em pêşwazî dikirin. Gerîla Xebat bi gotin û bîranînên xwe qada Gerdiya li pêşberî me zindî dikir. Ji ber ku di zanyarî, agahî û vegotinên wî gerîlayî de heqîqeta Cahîde û wêrekiya wan deman hîn zêlaltir nas dikir. Her wiha mirov bi awayekî rast dikare bêje ku wan gerîlayên ku vegotina heval û hevrêya xwe ya dozê Cahîde dikirin, bi dilnizmî, xwerûbûn û germahiya xwe ya pêşwazîkirina hevaltiyê di dil û hişê me de navê xwe bicîh kirin. Her wiha me weke yekîne jî hîn bêtir wate dida wan û gotinên wan bar dikir. Ji ber ku em ji bo demekê diçûn gel wan lê wan bi hevaltiya xwe ya bi Cahîde re, hemû kêlî dikirin diyarî ji roja îro re. Di wir de jî diyar dibû ku hevreşima tevgera azadiyê çiqas bi nirx û ji dil e.
Şerkera leheng a xwedî biryar û çalak
Wan gerîlayan di vegotinên xwe de pêwîstî ne bi wêjeyê ne jî şibandina hin kesan didîtin. Ji ber ku ew jina leheng Cahîdê di wan demên zor û zehmet de bi biryardarî û wêrekiya xwe xwerûbûna gerîlatiyê vegotibû. Qada ku bal dikşandin ser yek ji qada Gerdiya ya li Zagrosan bû. Qadek bi giştî ji hêza dewlêtê vê bibû cerdewan. Gerdiya weke qad ji bo gerîla û dijmin jî xwedî girîngiyêkê bû. Her wiha gerîlayên ku ji wê qadê re dihatin vesazîkirin, bi awayekî taybet dihatin hilbijartin. Ji fizîk, biryar, xuliqandin û hwd. piralî dihatin dest girtin. Dema ku mirov wan xalên taybet digirt dest jî didît ku şerkera leheng Cahîde çiqas xwedî biryar û çalak e.
Dil dixwest dîwanek ji guhdarên çîrokbêj, dîroknas û civaknasan amade be
Niha ew ronahiya bixerîkê cewekê mîstîk berdaye hûndirê dilê min. Her ku min û hevala xwe Mizgîn li wan bîranînan guhdarî dikir, Zagros bi hemû azamet û asêbûna xwe em li gelî û newalên xwe digerandin. Her ku wesifkirina wan hest û kêliyan dihat gotin, dil dixwest dîwanek ji guhdarên çîrokbêj, dîroknas û civaknasan amade be. Ji ber ku guhdarkirin mirov dikir lêhengek an zindiyek ji wan bedewî û spehîbûnan.
Belê di xeleka Starên Azadiyê ya di vê heftiyê de li ser jiyan û têkoşîna Cahîde-Yildiz Uçar bû. Em bi hêvî ne ku hemû keç û lawên Kurd naskirina wan lêheng û cangoriyan ji xwe re weke erk û deynek dibînin. Ji ber ku ew şoreşger û sosyalîstên dîroka me ya rizgariyê bûn. Wateya hebûn û xwebûna me bûn. Penaseya lêgerîn û jîna me ne.