Deynê rêhevaltiya Sîdar: Sakînayê
Hunermenda şoreşger Sîdar Amed, ku çendke berê jiyana xwe ji dest da, bi gotin û dengê xwe stranek ji bo jina pêşeng û şoreşger Sara strana Sakînayê got.
Navenda Nûçeyan- Bi wesîleya 13’emîn salvegera Komkujiya Parîsê, jinên li Kurdistan, Tirkiye û bajarên Ewropayê dadikevin kolanan û ji faîlan hesab dipirsîn.
Di vê pêvajoyê de gelek belgefîlm li ser jiyana Sakîne Cansiz a yek ji sê jinên Kurd ên li Parîsê hatin qetilkirin û mîna "efsaneya porsor" a Kurdan tê nasîn, hatin çêkirin û gelek nivîs hatin nivîsandin.
Yek ji wan kesên ku dixwest ruhê wê yê berxwedêr vebêje hunermenda Kurd Sîdar Amed (Nîhal Ay) bû.
‘Min ev stran weke deynê rêhevaltiyê nivîsand’
Riyên Sîdar Amed û Sakîne Cansiz, beriya salan bibû yek. Sîdar Amed a ku gelek ji Sakîne Cansiz bi bandor bîbû, hestên xwe bi van gotinan anî ziman: “Gava destpêkê min Hevala Sara nas kir, liv û tevgerên wê, sekna wê ya bi dîsîplîn, bandorek mezin li min kir. Min ji xwe re got ku ‘cewhera xwe ji Rojê girtiye’ û ev yek bûye sedem ku xweşiktir û bi heybetir bibe. Min ev stran, weke deynê rêhevaltiyê nivîsand. Hemû jin, mêr, hemû kesên ku hevala Sara nas dikin, pêwist e behsa wê bikin. Hevala Sara, efsûna jiyana şoreşger e.”
Hunermenda şoreşger a Kurd Sîdar Amed ku di sala 2025’an de li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê jiyana xwe ji dest da, yek jî endamên Tevgera Çandî ya Jinan a Kevana Zêrîn bû.
Gotin û muzîka strana "Sakînayê" ya ji bo 12’emîn salvegera şehadeta Sakîne Cansiz nivîsand, aydê wê bû. Di heman demê de stran ji aliyê Sîdar Amed ve tê gotin. Ev berhama Sîdar Amed a dixwaze deynê xwe ji bo Sakîne Cansiz ku mîna ‘efsûna jiyana şoreşger” binav dike bide, ji asîmanên Rojava bigre heta kolanên Parîsê ji aliyê hemû jinan ve tê bihîstin