Birîna di dilan de: Helebçe

Di ser komkujiya Helebçeyê ku di dîroka cîhanê de wek lekeyek reş derbas dibe 35 sal derbas bû. Di vê 35 salan de hê jî agahî ji gelek jin û zarokan nayê girtin, bi sedan kes ji wê rojê ve winda ne.

Navenda Nûçeyan – Li bajarê Helebçe yê Herêma Başûrê Kurdistanê di 16’ê Adara 1988’an de, kêliyên sibeheke biharê veguherîn dojehê! Di ser vê wehşeta ku wek xencerê li wijdanê mirovahiyê ket de 35 sal derbas bûn.

Êrîşa kîmyewî ya herî mezin

Êrîşa kîmyewî ya herî mezin di 16'ê Adara 1988'an de bi fermana serokdewletê Iraqê Sedam Huseyîn li Helebçeyê êrîşeke kîmyewî pêk hat. Ev êrîş piştî Hîroşîma û Nagazakiyê ku di dîroka mirovahiyê de sivîl pê hatin hedefgirtin, weke êrîşa herî mezin a kîmyewî ya sedsala 20’an hat binavkirin. Zêdetirî 5 hezar kes ku piraniya wan jin û zarok bûn, bi fermana dîktator Sedam Huseyîn bi çekên kîmyewî di bombebarana firokên şer de li ser Helebçeyê jiyana xwe ji dest dan. Ev çalakiya dijmirovî bi navê ‘Komkujiya Helebçeyê’ ket dîrokê. Ev êrîş qonaxa dawî ya qirkirina Enfalê bû ku hikûmeta Baasê bi serokatiya Sedam Huseyîn di navbera salên 1986-1989’an de bi awayekî sîstematîk li dijî gelê Kurd pêk anîbû. Tê diyarkirin ku di pêvajoya operasyonên bi navê Enfalê de ku di 12’ê Adara 1986’an de dest pê kirin û di 7’ê Hezîrana 1989’an de bi dawî bûn de 182 hezar Kurd hatin qetilkirin. Dîsa di vê pêvajoyê de 4 hezar û 500 gund û 30 navçe hatin hilweşandin.

Bi hezaran mirovan jiyana xwe ji dest dan

Beriya êrîşa kîmyewî hêzên hewayî yên Iraqê destpêkê ji bo ku kîmyebarana li nava bajêr bi bandor bibe bi çekan xaniyan bombebaran kirin û camên wan şikandin. Piştre bombeyên kîmyewî avêtin. 8 balafirên MIG-23 ên hêzên hewayî yên Iraqê 5 saetan bombeyên gazê yên bi jehrî avêtin ser Helebçeya ku 40 hezar nifûsa wê hebû. Kesên wan kêliyan jiyane, diyar kirin ku gazên ‘bêhna sêvan’ ên di bombeyên ku bi ser bajêr de ketine, di nava çend deqeyan de li tevahiya bajêr belav bûne. Di komkujiyê de piraniya wan jin û zarok zêdetirî 5 hezar kesan jiyana xwe ji dest dan. Hat tomarkirin ku di êrîşê de zêdeyî 10 hezar kes birîndar bûne. Hin çavkaniyan hejmara kesên jiyana xwe ji dest dane 6 hezar û 357 kes ragihandin. Li gorî rapora ku ji aliyê Rêxistina Tenduristiyê ya Cîhanê ve hatiye amadekirin jî heta roja me ya îro ji ber êrîşa kîmyewî zêdetirî 43 hezar û 753 kesan jiyana xwe ji dest dane û êrîş bû sedem ku zêdetirî 61 hezar kes astengdar bimînin.

Hatin darizandin…

Di sala 2003’an de dîktatorê hilweşiyayî Seddam Huseyîn di çarçoveya Komkujiya Enfalê de ji ber qetilkirina 180 hezar kesî hat darizandin lê di sala 2006’an de ji ber cezayê darvekirinê yê ji ber Komkujiya Duceylê girtibû, hat darvekirin. Di doza ku piştî mirina xwe ji ber pêkanîna ‘komkojiya’ li dijî Kurdan sûcdar hat dîtin. Pismamê Sedam Huseyîn Alî Hesen El Mecîd bi nasnavê "Eliyê Kîmyewî" ku di êrîşan de madeyên kîmyewî amade dikir û ji bo bibandorkirina wan dixebitî, di sala 2010'an de Komkujiya Helebçeyê jî di nav de ji ber fermana êrîşên bi gaza jehrî, hat îdamkirin. Di 1’ê Adara 2010’an de Dadgeha Bilind a Tawanan a Iraqê Komkujiya Helebçeyê weke qirkirin qebûl kir. Lê vê biryarê têra dermankirina birînên malbatên Helebçeyê nekir.

Bandora bombeyan hê jî didome

Beşek ji bombeyên ku hatine bikaranîn û tiştên ku piştî qetlîamê mane îro li muzexaneyeke Helebçeyê tên pêşandan. Tevî ku 35 sal jî derbas bûne, hê jî di hundirê muzeyê de ji bo kêmkirina bandorên madeyên kîmyewî perwan tên bikaranîn. Li Helebçeyê hê jî bandora bombeyan heye. Di hin jêrzemînên ku di dema bombebaranê de weke stargeh dihatin bikaranîn de bermahiyên gaza Xardelê tên dîtin. Ji ber ku gaza Xardelê ji hewayê girantir e, ber bi binî vê diçe belbokên biçûk çêdike û îro jî dibe sedema xeteriyê. Gaza di jêrzemînan de û veşartî dibe sedema mirinê. Mînak dema ku avahiyek nû tê çêkirin bingeh tê kolandin, tevî ku sal derbas bûne jî rastî gaza Xardelê tên.

Aqûbeta gelek jin û zarokan nayê zanîn

Yek ji mijarên ku herî zêde piştî qetlîamê hat axaftin jî jinên ji malbatên xwe hatin qutkirin bûn. Aqûbeta jinên piştî êrîşa Helebçeyê hatin revandin hê jî nayê zanîn. Hin çavkaniyên leşkerî yên Iraqê rewşa jinan piştrast dikin. Rojnameya Azadiya Welat di 21'ê Mijdara 2010'an de belgeyeke gelekî girîng weşand. Di belgeyeke nivîsên veşartî de ku ji aliyê çavkaniyên leşkerî yên Iraqê ve ji Serokomariya Iraqê re hatiye nivîsandin de, hatiye diyarkirin ku jinên birine kampên komkirinê, ji bo ku di sektora fuhûşê de bixebitin, şandine welatên Ereb. Di belgeya mijara gotinê de lîsteya navan jî hebû. Li gorî belgeyê jinan şandine Misirê. Ev belge jî nîşan dide ku wek hemû şeran, li vir jî qirkirina jinan careke din hatiye kirin. Li Helebçeyê dîsa bi sedan zarok piştî êrîşê winda bûn. Malbat hê jî li zarokên xwe digerin û dixwazin hikûmet di vî warî de gavan bavêje.