Koçberên Efrînê bi riya projeyên xwe aboriya xwe xurt dikin
Jinên li Kantona Efrîn-Şehbayê dijîn bi projeyên biçûk derfetên kar ji koçberên jin re vedikin û hewil didin berhemdayîna herêmî û civakî xurt bikin.
RAPERÎN BEKIR
Şehba – Li Kantona Efrîn-Şehbayê ku di milekî de rojane bi êrişên dewleta Tirk re rûbirû ye û li milê din jî rêgiriya giran a hikûmeta Şamê li ser heremê heye, jinan bi projeyên biçûk derfetên kar ji koçberên jin re vedikin û hewil didin berhemdayîna herêmî û civakî xurt bikin. Fatma El Hesen koçbereke ji bajarê Bab a dagirkirî ye û li kantona Şehbayê dimîne, dibêje: “Em weke jin dikarin li hember hemû siyasetên li dijî me bisekinin.”
Fatma El Hesen a 5 zarokên wê hene û ew yek ji jinên li hember zehmetiyên jiyanê û polîtîkayên li dijî wan dibe disekine, derbarê rewşa jiyanî li herêmê de got: "Herêm di rewşên zehmet re derbas dibe. Ji ber hikûmeta Şamê ji beriya 7 salan ve dorpêçê ferz dike. Her wiha êrişên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wî li ser herêmê berdewam in. Ji bo jin karibin debara xwe bikin di demekê de ku nirxê kelûpelan gelekî buha bûne berê xwe didin vekirina projeyên biçûk."
Ji bo jinan derferta kar
Fatma El Hesen wiha domand: "Di demekê de em di zehmetiyan de jiyan dikin min projeyeke biçûk vekir ji bo ez karibim bi riya wê li ber xwe bidim. Min mala qûtê salê vekir. Di vê malê de hemû cureyên sebzeyên zuha, mireba, tirşo û hwd hene. Ez hemû mûnetê amade dikim û di dikana xwe ya taybet de difroşim. Min navê dikana xwe jî kiriye "Mala Şehba ya Qûtê Salê". Hemû xwarina heyî xwezayî ye û ez madeyên kîmyewî naxim nav de. Sebzeyên min jî bi rengekî xwezayî hatine zuhakirin ji bo di zivistanê de werin xwarin. Derfetên kar peyda nabin ji ber herêm xwe dispêre çandiniyê û kargeh lê tune ne. Bi hezaran koçberên Efrîn Bab Cerablus û hwd lê hene. Projeya min derfetên kar ji hin jinan re vekir bi taybet jinên koçber. Bi riya projeyê serxwebûna xwe bidest xistine."
‘Koçberî dê me lawaz neke’
Fatma El Hesen destnîşan kir ku karê wê gelekî zehmet e û ne her kes dikare baş bike û wiha domand: "Ez ji dayîka xwe fêr bûm qûtê salê amade bikim. Dayîka min min fêrî amadekirina sebzeyan û hwd ji xwarinê û çawaniya parastina wan kir. Ez rewşa aborî ya li herêmê li ber çav re derbas dikim. Ez berhemên xwe bi nirxekî guncaw difroşim ji bo alîkariya welatiyan bikim. Em jiyanê ji azaran diafirînin. Em li hember hemû siyasetên birçîbûnê li dijî me li ber xwe didin. Em xwedî îrade ne û koçberî dê me lawaz neke."
Fatma El Hesen diyar kir ku vê projeyê hêza wê nîşan daye û hişt xwe bispêre xwe û wiha axaftina xwe bi dawî kir: "Divê her jinek xwedî hêz û perespektîf be û li hember hemû rewşan li ber xwe bide. Em weke jin dikarin li hember hemû siyasetên li dijî me bisekinin."