Li dijî pergala kapîtalîst a kedxwar bi projeyên aboriya rêxistinkirî bersiv tê dayîn

Ji Komîteya Aborî ya Kongra Star, Cewher Muhammed bal kişand ser aboriya jinê ya di qada çandinî, sanayî û bazirganiyê de û got: “Jin bi avakirina têkiliyên nû di her warî de qadên komunal û stratejiyên xwe diyar dikin û birêxistin dikin.”

NÛCAN ARAS

Hesekê- Kongra Star a ku li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê di her qadê de xwe bi rêxistin dike, ji sala 2016’an ve di xebatên avakirina aborî de bi taybetî di Aboriya Jin de komîteyên xwe berfireh dike.

Rêvebera Komîteya Aboriya Jinê ya Kongreya Star Cevher Muhammed ku em pê re li ser Komîteya Aboriya Jinan axivîn, li ser pêşketin û xurtkirina aboriya komîn a li ser bingeha keda jinê nirxandin kir.

'Xebatên aboriya jin ji du beşan pêk tê’

Cevher Muhammed di destpêka axaftina xwe de diyar kir ku li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê komîteya aboriya jin di sala 2016’an de hatiye avakirin û armanca komîteyê wiha bi rêz kir: “Armanca me ya sereke ew e em jinan di warê aborî de bikin pêşeng, rol û mîsyonê wan ji nû ve ava bikin, aboriya serbixwe bi dest bixin û hewl didin bi şeklekî aktîf tevli kooperatîfan bikin.

Cevher Muhemed da zanîn ku xebatên aborî yên jinan ji du qonaxên weke kooperatîf û komîteyan pêk tên û wiha got: “Kongra Star girêdayî Komîteya Aboriya Jinê ye; bi awayê komîteyên xweser di qad û beşên çandinî, pîşesazî û bazirganiyê de; li Hesekê, Şedadê, Til Temir, Dirbêsiyê û bajarê Holê xebatên rêxistinbûnê berdewam dikin. Me di destpêkê de bi komîteya çandiniyê dest pê kir da ku aboriya jinê li hemû herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi pêş bixin û jin bikaribin xwe bi axê ve girê bidin. Ji ber ku di axên Mezopotamyayê de cara yekem e çandinî, avdan, xwedî kir û bi civaka xwe re parve kir hişmendî û tecrubeya jinan bi xwe ye. Her wekî din ên ku ji axê hez kirin û weke xwe lê mêze kir jin in.

'Jin qalibên civakî dişkînin’

Cevher Muhemed der barê kooperatîfên girêdayî kantona Hesekê ya Komîteya Aboriyê ya Kongreya Star de agahî da û wiha got: “Bi zanebûn û ezmûnekê qadên me yên çandiniyê di serî de li bajaran, kargeha me ya çêkirina cilan Lavîn, 9 cihê nanê tenûrê navendên hilberînê yên girêdayî kooperatîfa Îştar, kooperatîfa me ya hilberîna xwezayî ya Demsal û dikanên (cil û pêlav) ên girêdayî kooperatîfa Xatûnê li bajarê Holê hene. Bajarên ku komîteyên aborî yên jinan li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê lê ne, ji aliyê sosyolojîk ve cuda ne. Di bin raman û perspektîfa zayendperest a 5 hezar salî ya zihniyeta serdest a mêr de, jin li dijî zextên civakî û feraseta sîstema feodal li ber xwe didin, pêşengiya aboriya Rojava dikin, zext û tabûyên civakî dişkînin. Jin bi keda xwe ya mezin, bi xwebawer, îrade û rêxistinbûna xwe di vî warî de serkeftinê bi dest dixin.

'Em dixwazin keda jinan xuya bike’

Cevher Muhammed di berdewamiya axaftina xwe de wiha behsa xebatên xwe kir: “Li Kantona Hesekê 22 hezar donim araziya çandiniyê heye. Bi taybetî di qada çandiniyê de zehmetiyên ku me dikşand sîstema avdaniyê bû, ji ber ev sîstem li cem me tunebû. Di vê bingehê de xebata me ya destpêkê pêşxistina projeyên avê bû, kolandina bîrên avê bû. Me du bîrên avê vekirin. Li bajarê Şedadê ji bo ku em araziya 4 hezar û 500 donim bi pêş bixin 2 bîrên avê me kolan. Li vir armanca me ya sereke ev bû ku jinên di qada aborî de ked didin hewldana wan bidin xuyakirin. Her wiha 4 koooperatîfên me yên avê li vê heremê hene, nêzî 100 jin di vê kooperatîfê de aktîf cihê xwe digrin. Me bîreke avê li nêzî bendava li rojhilatê Hesekê ji aliyê komîteya aborî ya resen ve vekir. Vê salê me di çarçoveya projeyan de 5 bîrên avê vekir. Çalakiyên me yên li qada çandiniyê ya 450 donim  berdewam dikin, em ê xebatên xwe yên di bin êrîşên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê de bidomînin, em ê destkeftiyên ku me bi dest xistine bi avayekî pêşeng berdewam bikin.”

‘Armanc ew e ku pêdiviyên bingehîn ji xaka herêmê re peyda bikin’

Cevher Muhammed da zanîn ku ji bo zirara ekolojiyê ji holê rakin, projeya "Kooperatîfa Jiyan" pêş xistine û got ku di çarçoveya projeyê de 5 hezar darên fêkî û 5 hezar donim darên fistiqan çandine. Cevher Muhammed her wiha destnîşan kir ku armanca wan ew e hewcedariyên bingehîn ji hilberîna li herêmê bê ku girêdayî çavkaniyên derve bin, bên dabînkirin.

Cevher Muhammed diyar kir ku ewil berhemên çandiniya serayê yên xwezayî û organîk ji aliyê jinan ve li bajarê Til Temirê hatiye çêkirin û wiha got: “Me li bajarê Til Temirê xebatên projeya avê çêkir. Her çend di salên 2023 û 2024'an de li seranserê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ji germahiya demsalî bilindtir bibe jî û di warê çandiniyê de tengasiyek çêbibe jî xebatan bi dilxwazî û biryardarî berdewam kir. Heta sala li pêş em ê bi pêşengiya jinan xebatên xwe bi projeyên nû bidomînin."

 ‘Jin stratejiyên xwe diyar dikin û rêxistinên xwe ava dikin’

Cevher Muhammed, da zanîn ku bi projeyên ku ketine meriyetê, derfetên kar hatine afirandin û got: “Jinên li dijî bîrdozî, endustriyalîzma kapîtalîst, li ber xwe didin û têdikoşin, di her qadê de têkiliyên nû, qadên komînal ava dikin. Stratejiyên xwe bi xwe diyar dikin û bi rêxistin dikin. Me kooperatîfa Xatun a girêdayî Kantona Hesekê birêxistin kir û 2 dikan vekirin. Yek ji van dikanên cilan a din jî dikana pêlavan e. Li Şedade, Kampa Serêkanî, kampa Erîşa ya Holê û Til Temirê navendên me yên hilberîna nanê tenurê, yên girêdayî kooperatîfa Îştar hene. Em bi komîteya Aboriya Jinê ya Kongra Star û Komîteya Aborî ya Rêveberiya Xweser re pêdiviyên ard û mazotê dabîn dikin.

 ‘Kooperatîfa Demsal li gorî hemû deman tê birêxistinkirin’

Her wiha Cevher Muhammed diyar kir ku di dawiya sala 2017’an de li Kantuna Hesekê kargeha çêkirina cilan a Lavîn û Kooperatîfên Demsal hatine vekirin û destnîşan kir ku di nava 8 salan de bi ked û hewldanên jinan pêşketin bi dest xistine û wiha berdewam kir:  “Kooperatîfa Demsal li gorî her deme tê birêxistinkirin û xwedî xebateke aktîf e. Nêzî 8 jin di kooperatîfê de xebatê dimeşînin. Xebatên kooperatîfê bi xebateke paqij, bi hilberîna xwezayî û organîk tê meşandin. Berhemên ku bi keda destan a jinan tên hilberandin tu madeyên kîmyewî têkilî hilberînan nayê kirin.”

 ‘Şêweyê têkiliya jinan a komînal di kooperatîf û komîteyan de xwe dide der’

Cevher Muhammed, di derbarê koperatifa hilberîna cilan Lavîn a girêdayî komîteya Aborî ya Jinê de jî agahî da û diyar kir ku kooperatîf bi pêşengiya 22 jinan xebatên xwe didomîne.  Cevher Muhammed da zanîn ku li bajarê Hesekê, qamişlo, Hol û Girkê Legê dikanên girêdayî kooperatîfa Lavîn hene û wiha got: “Armanca me bi Koperatîfa Lavîn ew e ku em li qadên berfireh belav bibin û bi vekirina riya bazirganiya derve re xwe bi rêxistin bikin.” Di berdewamiya axaftina xwe de wiha got:  Di heman demê de armanca me ew e ku di pêşerojê de kargeheke çêkirina cil û bergên girêdayî komîteya aborî ya jinan vekin û li ser vê bingehê me dest bi xebatên rêxistinkirinê kiriye.”

Cevher Muhammed, diyar kir ku serkeftinên di Şoreşa Rojava de hatine bidestxistin di bin banê Kongreya Star de hatine birêxistinkirin û jiyan bi rengê jinan hatiye avakirin û got: “Şêweyên nû yên têkiliyên komînên jinan di gelek qadên şoreşê de xwe nîşan dide. Li ser vê bingehê em dixwazin jin di kooperatîfan û komîteyan de cih bigrin û aboriya sebixwe bi dest bixin.