Xwendekarên zanîngehên Tûnisê li hemberî îstismarê di çalakiyê de ne

Xwendekarên jin ên Faktulteyên Zanistên Hiqûqî, Siyasî û Civakî yên zanîngehên Tûnisê bi rêya malperên tora civakî kampanyayek li dijî destdirêjiya zayendî li zanîngehê dan despêkirin. Ev çalakî piştî ku xwendekarên jin ên ku rastî destdirêjiyê hatine li rêveberiya zanîngehê gilî kirin û îsbat kirin ku ew rastî tacîz û îstîsmarê hatine hatin despêkirin û dê li zanîngehên dinê jî belav bibe.

Xwendekarên jin ên Faktulteyên Zanistên Hiqûqî, Siyasî û Civakî yên zanîngehên Tûnisê bi rêya malperên tora civakî kamjjpanyayek li dijî destdirêjiya zayendî li zanîngehê dan despêkirin. Ev çalakî piştî ku xwendekarên jin ên ku rastî destdirêjiyê hatine li rêveberiya zanîngehê gilî kirin û îsbat kirin ku ew rastî tacîz û îstîsmarê hatine hatin despêkirin û dê li zanîngehên dinê jî belav bibe.
ZİHÛR EL-MEXRBÎ
Tûnis - Xwendekarên Tûnisî li dijî îstîsmara zayendî kampanyek li ser tora civakî dan despêkirin. 11'ê Mijdarê piştî ku xwendekarên jin gilîname pêşkêşî rêveberiya zanîngehê kirin û îsbat kirin ku ew rastî tacîz û îstîsmarê hatine, çalakiyek bi hêrs organîze kirin. Femînîstan jî piştevaniya çalakiya xwendekaran a rawestanê kirin.
Koordînatora kampanyayê xwendekara zanîngehê Gufran Rajhî ji ajansa me re axivî û got ku bi dehan xwendekarên keç ên Fakulteya Hiqûqî, Siyasî û Civakî li ser malpera tura civakî ya Facebookê şahidiya xwe ya bûyerê zindî weşandin û diyar kirin ku ji aliyê xwendekarekî ku têkiliyên wî bi rêveberên zanîngehê re xurte,  rastî tacîzê hatine. Ev yek bû sedem ku xwendekar bifikirin ku rojek hêrsê organîze bikin da ku hemû cûreyên tundûtûjiyê red bikin.
“Em ji bo mezinbûna çalakiyê piştevaniyê dixwazin”
Gufran Rajhî diyar kir ku ji bo giliyên li dijî tacîzkar, hem jî ji bo şopandina dosyayên mexdûran ên ku biryar dane ku li dijî tacîzkar doz vekin, pêwindî bi parêzerekê re danîne. Gufran Rajhî bilêv kir ku bitaybet piştî ku eşkere bû sûcdar tacîzê jinên ku pir danûstandina wan bi derdor re tune ye hilbijartine da ku wan tecawiz bike û ev tişt anî ziman: "Hate zanîn ku kesê tacîzkar xwendekarên jin bi awayekî xapandin dibe mala xwe û hewl dide ku destdirêjiyê li wan bike û gelek ji wan bi vî awayî rastî tecawizê hatine. Her wiha jinên ku rastî destdirêjî û îstîsmara zayendî hatine biryar dan ku li dijî destdirêjiya zayendî kampanyayekê bidin despêkirin û heta asteke herî berfireh belav bikin." 
Her wiha Gufran destnîşan kir ku wan gilî pêşkêşî rêveberiya zanîngehê kirin, ev gilî bi şehade û îfadeya mexdûrane, her wiha nasnameya mexduran tê parastin da ku tu kes wan nas neke û zerer negihîne wan.  Gufran destnîşan kir ku ew bi daxwaznameya xwendekar û sendîkayan ku ji lijneya dîsîplînê dixwazin ku tedbîrên pêwîst bigrin ji ber ku tacîzkar ji bo ewlehî û azadiya xwendekarên jin xeteriyek mezine.
“Em ji ber rewşa hevalên xwe di şînê de ne”
Derbarê hilbijartina wan a lixwekirina cilên reş a di kampanyayê de jî Gufran ev tişt got: "Rengê reş îfadeya xemgîniya me ya ji ber rewşa zanîngehê ye. Em li ser cismê hevrêyên xwe yên jin ên ku hatine teşhîrkirin, di şînê de ne."
“Emê nesekinin heta sucdar neyên darezandin”
Alîkara koordînatora kampanyayê û çalakvana Mafê Mirovan a Nadyaya Hiqûqê ya Navdewletî Xilûd Fayzî jî hewildanên destdirêjiya li ser laşê xwendekarên jin li hundir û derveyî kampusa zanîngehê şermezar kir û tekezî li ser cezakirina sûcdaran kir û wiha got: "Tu hêzek ku mafê tecawizkirina jinan bide mêr tune ye. Em ê hewl bidin ku piştgiriya mutleq û bê şert û merc bidin jinên ku rastî destdirêjiya zayendî hatine." Xilûd got ku dijwarbûna diyardeya çewsandinê di nav civaka Tûnisê de, rûxandina sîstema nirx û exlaqî û lawazbûna ewlehiyê nîşan dide. Her wiha Xilûd banga berxwedanê li dijî tundiya li ser jinan tê kirin kir.
Komeleya jinan Aswat Nisa piştevaniya xwe ya ji bo xwendevanan nîşanda
Komeleyên jinan ên weke "Aswat Nisa" jî ji bo piştgirîkirina xwendekaran û şermezarkirina vê kiryarê, bang li keçan kirin ku benda tirs û bêdengiyê bişkînin da ku tacîzkar bi edaletê re rû bi rû bihêlin û were mûhasebekirin. Her wiha wê ji bo mexdûran piştgiriya derûnî were pêşkêşkirin û tekez kir ku ew di wê baweriyê dene ku wê ji bo xwendekarên jin rewşek bi ewle li zanîngehê ava bikin da ku xwendina xwe bidomînin û bidawî bikin.
Çalakiya "SafeNess" a parastina jinan
Ji bo parastina jin û keçên ciwan ji tundî û destdirêjiya zayendî li cihên giştî di Kanûna 2020'an de, Navenda Jinên Ereb ji bo Perwerde û Lêkolînê "CAWTR" û Bernameya Xwarinê ya Cîhanî li Tûnisê, li ser telefonên destan dest bi çalakiya "SafeNess" ya ewlehiyê kirin. Ev çalakî dihêle ku jin 5 kesên ji wan bawer hilbijêre, ji wan bixwaze ku di riya vê çalakiyê de, li ser telîfonên xwe wê bişopînin heya ku ew bi ewlehî bigihîje cihê xwe û ger hewce bike yan jî dema rastî êrîşekê were mudaxele bikin. Tevî ku çalakvan û parêzvanên mafên jinan gelek kampanyayên dijî destdirêjiyê dane destpêkirin, lê vê yekê zêdebûna destdirêjiya zayendî ya li ser jinan li cihên cuda sînordar nekir.
Pispora Civaknasiyê Sabrîn El-Ecrawî di wê baweriyê de ye ku perwerdeya ku li malê dest pê dike û paşê li dibistanê, bingehek e ji bo rûbirûbûna van diyardeyên ku zirarê didin hevgirtina civakê. Her wiha Sabirîn bal kişand ser girîngiya xurtikirina bernameyên ragihandinê yên hişyarker, avakirina tevgerk hunerî, wêjeyî û çandî û xebata bi rêxistinên civaka sivîl re ji bo yekkirina têgeha ewlehiya civakê û çanda rêzgirtina ji hev re.
Hêjayî gotinê ye ku kampanyaya li dijî destdirêjiya zayendî li zanîngehan dê berdewam be, ji bo komkirina jimareke herî mezin ji şahidiyên xwendekarên keç ên ku rastî tacîz û tundûtûiyê hatine û sûcdar bên cezakirin. Her wiha di 18'ê vê mehê de dê xwendekarên jin ên li zanîngehê, li ber zanîngehan protestoyan bikin.