Keçek 4 salî ji aliyê mamê xwe ve rastî tecawizê hat

Parêzer û aktîvîsta mafên mirovan Fatima Aşûr li ser bûyerê got: “Metna qanûna ceza ya Filistînê, pêkanîna van sûcên hovane teşwîq dike, zêdebarî destwerdana mela, reformxwaz û muxtaran gelek e û da zanîn ku gelek haletên îstismarkirina zarokan û tacîzê di nav heman malbatê de çêbûne û bûyerên kuştinê jî hene. Lê sûcdar nayên cezakirin yanî piştî vexwarina qehweyê û efûkirina ji aliyê welî ve sûcdar ji ceza tê efûkirin. Di vê bûyerê de jî sûcdar mamê wê ye û di nava hêzên polîsan de kar dike.”

REFÎF ÎSLÎM
Xeza- Bûyerên tacîz, tecawiz û şîdeta ku bi peşengiya mêr çêdibe her roja diçe zêdetir dibin. Hema bibêje her roj em ji gelek welatên cîhanê nûçeyên wiha xirab dixwînin û dibînin ku yek ji sedemên zêdebûna van yekan zagon in. Li Refahê zaroka çar salî ji aliyê mamê xwe ve rastî tecawizê hat. Li ser bûyerê çalakvanên mafên mirovan daxwaza pêwîstiya cîbicîkirina zagona Filistînê û sepandina cezayê herî tund ji bo kesên sûcê giran dikin kirin, bang hat kirin ku divê di zagonan de ev ceza kêm nebe û sûcdar ji ceza rizgar bibe.
Di  roja 12’ê Mijdarê de, zilamekî bi navê Samer Ghanam ê 34 salî, destdirêjî keça birayê xwe ya 4 salî kir. Bûyer di hundirê mala wan de li Refahê, li başûrê Xezayê qewimî. Dayika zarok,  piştî ku dît xwîneke dijwar ji zaroka wê diçe, fam dike ku tiştek xirab bi zaroka wê hatiye kirin û bi lezgînî wê radike nexweşxaneya Îmaratê ya li rojavayê bajêr.  Piştî ku ev nûçe hat bihîstin li ser malperên tora civakî dengvedaneke mezin çêkir. 
Bi raporê destdirêjiya li dijî zarokê îsbat bû
Rapora bijîşkî rûdana destdirêjiyê piştrast kir û zaroka keçik bo tedawiyê razandin nexweşxaneyê. Li aliyê din dezgehên ewlekariyê li Xezayê ji bo girtina tawanbar û darizandina wî ketin nava tevgerê. Hat zanîn ku zaroka ku rastî destavêtinê hatiye, dema li nexweşxaneyê bûye her dem navê wî dubare kiriye her wiha diyar kiriye ku mamê wê ew li yek ji odeyên malê de girtiye û tecawizê wê kiriye.
Bavê zarokê bi daxuyaniyek bang kir ku nûçe û axaftinên li ser keça wê werin rawestandin lewre ev yek êşa wî girantir dike. Wî got ku ew bi tundî red dike ku navê wî û keça wî bikeve nava nakokiyên siyasî, yan jî xizmeta armancên hizbî bike, ji ber ku tawanbar li yek ji dezgehên ewlekariyê, li Xezayê kar dike.
Bavê zarokê her wiha hişyarî da kesên ku gotegotan dikin û got ku ew ê ji bo nûçeyên ku belav bûne serî li edliyeyê bidin û bi fermî hesab ji wan bipirsin. 
Malbata Ghanam a li Xezayê sûcê bêexlaqî şermezar kir û bang li hemû rayedarên berpirsyar kir ku sûcdar di demeke nêz de were cezakirin.
“Qanûna Filistînê pêkanîna van sûcan teşwîq dike”
Fatima Aşûr eşkere dike ku zagona ceza ya Filistînê ya bi hejmar 74 a sala 1936’an li Xezeyê hatiye sepandin tenê diyar dike ku her kesê bi keçeke nezewicî re ji şazdeh salî heta nebûbe bîst û yek salî re têkilî deyne sûcdar e û ji bo pênc salan cezayê girtîgehê lê tê birîn.
Fatima Aşûr di berdewamiya axaftina xwe de diyar kir ku li gorî van metnên navborî, pêwîst e xalên qanûnî yên wekî Qanûna Ceza ya Filistînê ji aliyê hikûmeta ku ji parastina gel berpirsyar e ve wekî xala parêzgerê xwînê di Qanûna Ceza de û madeyên din ên ku destûrê didin destdirêjiya li ser jin û zarokan, werin guhertin. 
“Divê bernameyên perwerdeyê di lehiya jinan de werin sererastkirin”
Fatima Aşûr dibêje ku Xeza bi hewceyî karê sererastkirina bernameyên perwerdeyê ye ku rola jinan sînordar dike û rola wan a siyasî tarî dike û wiha didomîne: "Heya ku jin beşdarî biryardayînê nebin, wê di bin rehma ramana baviksalarî ya kûr de bimînin, bi taybetî li gorî daxuyaniya medyayê ku wêneyek rast a rastiya jinan û rewşa wan pêşkêş nake. Bi vî awayî sûcê kujer rewa dike ku ew ji hiş û kapasîteya xwe dûr e.”
Fatima Aşûr amaje bi wê yekê jî dike ku divê ajansên ragihandinê jî şêwaza mijarên ku behsa jinan û pirsgirêkên wan dikin biguherînin. Divê bi navê dayika filan an hevjîna filan bi nav nekin wekî ku navê jinan şerm be. Divê ku zext were kirin ji bo pêkanîna Zagona Parastina Malbatê ji tundûtûjiyê ku rewşa xirab a ku jin û zarok tê de li Xezayê dijîn were başkirin.