Rûniştina doza Nasim Gholami Simiari hat dîtin

Rûniştina doza ku ji bo 6 parêzvanên mafên mirovan ku Nasim Gholami Simiari jî di nav de ye, duh li Şaxa 26’emîn a Dadgeha Şoreşê ya Tehranê hat dîtin.

Navenda Nûçeyan - Li Îranê rûniştina doza 6 parêzvanên mafên mirovan, Hamidreza Sahlabadi, Ehsan Ravazzhian, Amin Sakhnour, Ali Herati Mokhtari, Hossein û Nasim Gholami Simiari ku bi hinceta ‘Ji bo sûcên li dijî ewlekariya welêt kombûn û plankirina komployê’, ‘Xirakirina nîzam, ewlekarî û rehetiya giştî’, ‘Propagandaya li dijî sîstemê’, ‘Tehrîbkirina mal û milkên giştî’, ‘Derxistina fitneyê û endamtiya rêxistinê’ dihatin darizandin, dest pê kir.

Doz li Şaxa 26’emîn a Dadgeha Şoreşê ya Tehranê hat dîtin. Nasim Gholami Simiari di 13’ê Mijdara 2023’an de li dijî şert û mercên girtîgehê dest bi greva birçîbûnê kiribû û piştî bersivdayîna erênî ji aliyê rayedaran ve, çalakiya xwe bi dawî kir.

Nasim Gholami Simiari ku roja 17’ê Nîsana 2023’an bi tawana hevkarîkirina bi yek ji komên muhalîf yên Tehranê re hatibû girtin, piştî lêkolîna li Dozgeriya Herêmê ya 33’emîn ya Tehranê sewqî Beşa Jinan a Girtîgeha Evînê kirin.

Nasim Gholami Simiari di meha 5’an a girtina xwe de bi sûcên ‘Pêwendî û lihevkirina veşartî’, ‘Propagandaya li dijî rejîmê û teşwîqkirina serhildanê’ hat tewanbar kirin.