Doza ku der barê Ayşe Gokkan de hatibû vekirin hat taloqkirin

Danişîna doza ku der barê Berdevka TJA'yê ya girtî Ayşe Gokkan de bi îdiaya "Zerar daye mal û milkê giştî" ku 11 sal berê hesinê leşkeran winda bibû hat taloqkirin.

Mêrdîn-Der barê Berdevka Demkî ya Tevgera Jinên Azad (TJA) Ayşe Gokkan a li Girtîgeha Jinan a Sîncanê ya Enqereyê girtî ye, ji ber greva birçîbûnê ya li dijî dîwarê ku di 30’ê Cotmeha 2013’an de li herêma sînor a Nisêbînê dihat plankirin bê lêkirin dabû destpêkirin, doz hat vekirin. Dema ku Şaredara Nisêbînê bû, greva birçîbûnê dest pê kiribû. 

Ayşe Gokkan bi îdiaya “Herêmên qedexe yên leşkerî û herêmên ewlehiyê binpê kiriye” û “Zirar daye mal û milkên giştî” bi hinceta ku hesinekî biçûk ê leşkeran demek e dirêj piştî greva birçîbûnê winda bûye, hat sûcdarkirin. Salek û 8 meh cezayê girtîgehê yê der barê van îdîayan de ji aliyê dadgeha îstînafê ve hat betalkirin. Di vê çarçoveyê de sêyemîn danişîna doza ku Gokkan ji nû ve jê hat darizandin li 1'emîn Dadgeha Cezayê Asliye ya Nisêbînê hat dîtin. 

Ayşe Gokkan ku ji ber tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan berdewam dike tevlî rûniştinê nebû, parêzerên wê li salonê amade bûn. Aktîvîstên Tevgera Jinên Azad (TJA), Hevşaredarên Nisêbînê Gulbîn Şahîn Daghan û Selahattîn Ay, Parlamentera Mêrdînê ya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê (DEM) Salîha Aydenîz û Kamûran Tanhan, rêxistinên DEM’ê yên Mêrdîn û navçeya Nisêbînê beşdarî rûniştinê bûn. 

Li dadgeha ku belgeyên hatin xwendin, serokê dadgehê got ku CD'ya vîdyoya bûyerê ya şikestî û deforme nayê xilaskirin. 

Serokê dadgehê daxwaz kir ku dîmenên kameraya termal a qereqola sînor li dosyayê bên zêdekirin. 

Her wiha hat dîtin ku parastina Ayşe Gokkan ya nivîskî li dosyayê nehatiye zêdekirin.

Heyeta dadgehê biryara xwe ya navberê eşkere kir û ji bo sererastkirina mijarên windabûyî rûniştina din taloqî 1'ê Mijdarê kir.