Malbatan xwestin zextên li girtîgehên Tirkiyeyê bi dawî bibin

Malbatên ji Rojava ku zarokên wan bi dehan salan e di girtîgehên Tirkiyeyê de ne daxwaza parastina zarokên xwe û şopandina rewşa wan kirin. Zeyneb Muhammed a ku kurê wê di sala 1999'an de hat girtin û hê jî di girtîgehên Tirkiyeyê de ye, diyar kir ku rewşa girtiyan zehmet e, nikare were vegotin û got "Ez êdî nizanim rûyê kurê min çawa bû, min ji bîr kiriye û nizanim niha di çi rewşê de ye.”

ROBARÎN BEKIR
Şehba- Malbatên girtiyên di girtîgehên Tirkiyeyê de ku ji kantona Efrînê li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ne, gotin ku hemû girtiyên siyasî û parlamenterên di girtîgehên Tirkiyeyê de tu guneh nekirine û mafê dewleta tirk tune ye wan bigre û siyaseta tundî û îşkenceyê li ser wan ferz bike. Her wiha bang li rêxistina CPT'yê kirin ku girtiyan biparêze û rewşa wan bişopîne
Li ser vê yekê, endama Meclisa Zagonsaz a Herêma Efrînê Muşîra Mela Reşîd da xuyakirin ku dewleta tirk êrîşên xwe li ser herêmên cîranên xwe yên li herêma Kurdistanê, herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û heta Ermenistan û Lîbyayê didomîne û wiha got: "Krîza ku li Tirkiyeyê tê jiyîn, ji ber destwerdana li karûbarên kesên din berdewam dike, li şûna ku pirsgirêkên xwe çareser bike, krîzê digihîjîne derve.” 
“Li girtîgehên Tirkiyeyê bi hezaran kes di mercên xirab de dijîn”
Der barê rewşa Tirkiyeyê de jî wê got: "Piştî ku projeya aştiyê di sala 2015’an de bi dawî bû, hikûmeta Tirkiyeyê destnedan parlamenerên HDP’ê rakir da ku an bigre û bixe zindanê. Heta niha kesayetên siyasî ku di nav wan de sivîl jî hene, bi hincetên derewîn hatine girtin.”
Têkildarî muameleya xerab a li ser girtiyan jî wê amaje kir û got: "Li girtîgehên Tirkiyeyê bi deh hezaran girtî bêyî lênihêrîna tenduristî ne û di van demên dawî de gelek ji wan di encama xirabiya rewşa tenduristiyê de jiyana xwe ji dest dane, girtiyên li girtîgehan qetil kirine bi hinceta ku wan xwe kuştine. Gelo mirovên ku bi dehan salan li ber xwe didin, îro mimkun e xwe bikujin.”
“Piştî berxwedana 28 salan bi îdiaya nexweşiyê jiyana xwe ji dest da”
Muşîra Mela Reşîd pismamê xwe yê ku di sala 1993'yan de hatiye girtin bi bîr xist û wiha got: "Piştî berxwedana 28 salan di girtîgehên Tirkiyeyê de, ji ber nexweşiya koronayê jiyana xwe ji dest da. Ev yek jî yek ji sûcên dewleta tirk e ku girtiyan paşguh dike û em bi rastî nizanin sedema mirinê korona bû yan tiştekî din.”
Muşîra Mela Reşîd bang li rêxistinên navneteweyî û rêxistinên mafên mirovan bi taybetî CPT kir ku parastina girtiyan bikin û wiha domand: "Li girtîgehên dewleta tirk bi hezaran girtî hene û civaka navneteweyî bêdeng e. Li gorî vê yekê, em ne tenê dewleta tirk sûcdar dikin lê belê dewletên ku li hemberî kiryarên dewleta tirk bêdeng in, ji ber ku ew jî hevparên sûcên dewleta tirk in.”
“Rewşa girtiyan bi tu gotinî nikare were vegotin”
Zeyneb Muhammed a ku kurê wê di sala 1999'an de hat girtin û hê jî di girtîgehên Tirkiyeyê de ye, diyar kir ku rewşa girtiyan zehmet e, nikare were vegotin û xeyalkirin, ji ber ku bi hemû şêweyên tundiyê re rû bi rû ne û wiha pê de çû: "Ez êdî nizanim rûyê kurê min çawa bû, min ji bîr kiriye û nizanim niha di çi rewşê de ye.”
Di dawiya axaftina xwe de bang li Neteweyên Yekbûyî û rêxistinên navneteweyî yên mirovî û mafên mirovan kir ku li her derê daxwaza mafên gelê Kurd bikin û daxwaza mafên girtiyên siyasî yên di girtîgehên Tirkiyeyê de bikin û got: "Ji kuştin û qirkirina gelê Kurd re êdî bes  e.” 
Li aliyê din Eslam Mistefa ku kurê wê 23 sal berê hatiye girtin jî got: "Kurê min di bin zextên rejîmeke ku mirovahî û exlaq nas nake de ye. Ew li hemberî girtiyan hemû şêweyên zilm û îşkencey bi kar tînin û dibêjin ku wan xwe bi xwe kuştine. Ev îdia ji rastiya tiştên li girtîgehên Tirkiyeyê diqewimin dûr e.”
“23 sal in tenê carekê min kurê xwe dîtiye”
Her wiha anî ziman ku tenê carekê û saetekê dikaribûye kurê xwe bibîne û wiha got: "Kîjan sîstem û wijdan vê muameleya li ser girtiyan qebûl dike? Wisa ye ku nahêle em xizmên xwe bibînin.” Her wiha amaje bi wê yekê kir ku yek ji hevalên kurê wê yê girtî tûşî nexweşiyekê nebûye lê piştî veguhestina ji girtîgeheke din re îdia kirine ku bi sedema tûşbûna bi koronayê jiyana xwe ji dest daye.
Eslam Mistefa di dawiya axaftina xwe de bal kişand ku hemû girtiyên siyasî, şoreşger û parlamenterên di girtîgehên Tirkiyeyê de ne, tu guneh nekirine û mafê dewleta tirk nîn e wan bigire û vê siyasetê li ser wan ferz bike û wiha bi dawî kir: “Em bang li rêxistinên mafên mirovan û CPT’yê dikin ku parastina girtiyan bikin, rewşa tenduristiya wan bişopînin û daxwaza berdana wan bikin.”