Najla Al-Alanî: Em dikarin statuya jinan bilind bikin

Navenda Lêkolîn, Belgekirin û Agahiyên li ser Jinan "CREDIF" yek ji saziyên giştî yên herî diyar ên girêdayî Wezareta Malbat, Jin û Zarokan e û parastina mafên jinan û hêsankirina gihandina wan ji bo navendên biryarê ye. Ji bilî rola wê ya bi bandor di şerê li dijî piraniya şêweyên tundûtûjiyê de bi riya kampanyayên hişyariyê yên cihêreng bi awayekî dîjîtal jî hewl daye bigihîje wekheviya zayendî û parastina jinan ji her cure zext û cudakariyên ku ji mal heta cihê kar û kolanan bandorê li wan dike.

ZUHÛR EL-MEŞRIQÎ
Tûnis- Di civakeke ku karakterê baviksalarî lê serdest e, wezîfeya "CREDIF" ku weke saziya yekem a pispor di belgekirina bîranîna jinan de tê dîtin, ne hêsan bû lê belê riya wê ya zanistî zehmet e û bi zehmetiyan hatiye dorpêçkirin. Bi hevkarên xwe, hewl dide wan ji holê rake û bigihîje armancên xwe. 
Rêvebera Giştî ya Weqfa "CREDIF" Najla Al-Alanî di hevpeyvînekê de li ser vê saziyê, dîroka wê, kampanyayên herî girîng ên ku di sala 2021’ê de li dar xistiye û astengiyên ku di xebatên xwe yên berdewam de pê rû bi rû maye, ji bo serkeftina ji mafên jinan li Tûnisê, ji ajansa me re axivî
Armancên sereke yên ku ji bo wan hatiye damezrandin çi ne?
Navenda Lêkolînên li ser Jinê "CREDIF" ku di bin çavdêriya Wezareta Malbat, Jin û Zarokan de kar dike, di sala 1990’an de hatiye damezrandin û ew mekanîzmaya wê ya zanistî ye, ji bo pêşxistina mafên jinan û hebûna wan di jiyana giştî û siyasî de, dabînkirina serwetên xwe yên aborî û têkoşîna li dijî her cure tundûtûjiyê li dijî wan.
Di Tebaxa 2020’an de, me siyemîn salvegera damezrandina weqfê pîroz kir û pîrozbahî girîng bû ji ber ku yekem navok li "CREDIF", navokek belgefîlm bû ku mîsyona wê belgekirina bîranîna jinên Tûnisî bû, me pirtûka "Navdarên Tûnisî" ji nû ve çap kir û di wê demê de bi fermî hat ragihandin ku wan dest bi xebata amadekirina Ansîklopediya Jinên Tûnisî kiriye. Me soz da ku ew ê di roja neteweyî ya heman salê de amade be, ew jî dijwariyek ku em hemû xwendekarên zanîngehê di sererastkirina ansîklopediyê de beşdar bûn ku yekem pirtûka zanistî ye ji aliyê "CREDIF"ve hatiye çêkirin. Armanc jê ew bû ku di dîrokê de qîmetê bidin bîranîna femînîst ên Tûnisê. Me ji jinên Tûnisî yên mirî re îsbat kir ku ew di dîrokê de çalak bûn û şopa xwe di dîroka Tûnisê de hiştine.
Kampanyayên herî girîng ên ku CREDIF di sala 2021’ê de pê rabûye çi ne?
Beriya ku em li ser kampanyayên herî girîng ên me di sala 2021’ê de pêk anîn biaxivin, girîng e ku em nîşan bidin destwerdana CREDIF’ê di nav têkilî û yekbûna di navbera çalakiyên lêkolînê yên cihêreng ên perwerde, çêker û belgeyî de pêk tê. Ji ber vê yekê, hemû kampanyayên hişyariyê yên ku em pê radibin, li gorî encamên lêkolînên ku me kirine tên kirin. Der barê vê salê de, lêkolînên me yên girîng hene ku me kirine, wek lêkolînên tundûtûjiya li dijî keçên ciwan ku me bi hevkariya Sindoqa Nifûsê ya Neteweyên Yekbûyî pêk anîn.
Me her wiha ji ber taybetmendiya koma eleqedar a lêkolînê kurte kasetek sînemayî amade kir, ev kaset li ser pêşniyarên vê lêkolînê hatiye çêkirin û diyardeya tundiya li ser keçên ciwan pêşkêşî mezintirîn beşa civakê dike û me ev kaset li gelek şanoyan nîşan da.
Şîdeta dîjîtal
Her wiha me lêkolînek li ser şîdeta li dijî jinê ya di qada dîjîtal de pêk anî, di yekemîn lêkolîna lêgerînê ya ku me di sala 2019’an de pêk anî û di sala 2020’an de li ser şîdeta li dijî jinan di qada dîjîtal de hat weşandin, Facebook wekî model bû.
Di encama vê lêkolînê de me gelek kampanyayên hişyariyê yên wekî "Tundiya dijîtal sûc e" û kampanyaya "Ewle bimînin" li dar xistin û her wiha kampanyaya "7 Roj ji çalakiyê" di vê çarçoveyê de me şîdeta li dijî jinan a di qada dîjîtal de û ragihana medyayê ya li hemberî vê şîdetê pêşkêş kir her wiha ji bo pisporên medyayê kursên perwerdeyê hatin lidarxistin.
Di heman demê de me bi hevkarê xwe Salamat Tûnis re jî xebata xwe domand da ku kaxezên rêbernameyê li ser rastiya qanûnî ya şîdeta dîjîtal ku ji hêla pispor Anwar Monsry ve hatiye pêşkêşkirin, derxin. Li ser bandorên sosyo-psîkolojîk ên şîdeta dîjîtal li ser mexdûran û jîngehê, ew ji hêla her du pisporan Olfa Youssef û Sundus Qarbouj ve hat pêşkêşkirin û me di semînerek ku di 8’ê Kanûnê de li dar xistibû, encamên van her du gotarên ravekirinê pêşkêş kirin. Ev hemû encam dê li ser bingeha kampanyayên din ên hişyariyê bin, ji ber ku modela lêkolîna Facebookê nîşan da ku ji sedî 89 îdia dikin ku herî kêm carekê li ser Facebookê rastî şîdetê hatine. Lê ji sedî 95’ê van jinan ji ber ku nizanin tiştê 0ew rast tên şîdeta dîjîtal e, berê xwe nadin dadgehê û gilî nakin ji ber nêrîna civakê ya li ser wan.
Şîdeta sembolîk
Di sala 2021’ê de jî me di bin dirûşma "Navê xwe Cudakarî ye" kampanyayeke hişyariyê da destpêkirin der barê şîdeta li qada giştî, şîdeta dîjîtal û gelek cureyên şîdetê de. Ji ber vê girîng bû ku em ronî bidin ser sedemên vê şîdetê ku dibe bibe şîdeta fizîkî û ya zayendî.
Ji ber vê yekê li gorî lêkolîneke ku me di sala 2018'an de li ser hevsengiyên civakî yên şîdeta li hemberî jinan di nav mêran de pêk anîbû, em bi şîdeta sembolîk re eleqedar bûn, di vê kampanyaya ku me di Cotmeha borî de bi kampanyaya "Navê xwe cudakarî ye" li dar xist, me tercîh kir ku em xwe bispêrin prensîba mêraniya erênî da ku ezmûna sê zilamên ji navgînên cihêreng pêşkêş bikin, hawirdora malbatê, hawirdora dibistanê, hawirdora werzîşê. Wan behsa serpêhatiya xwe ya bi şîdeta sembolîk re kirin.
Tundîtûjî
Di çarçoveya eleqeya xwe ya li ser tundiya li ser jinan, me tercîh kir ku em bala xwe bidin cureyên herî tund ku ew jî "tundrewiya tundûtûjiyê ye" û em bala xwe bidin qada pêşîlêgirtinê. Ji sala 2019’an ve me lêkolîn kir û encamên wê di 14’ê Kanûna Pêşîn a 2021’ê de pêşkêş kirin. Ev lêkolîna karmendan li ser rola jinan û ciwanên her du zayendan di nehiştina tundrewiya tundrew de ye û di vê semînera ku me li dar xist de me encamên vê lêkolîna karmendan pêşkêş kir ji ber ku em bi gelemperî li CREDIF’ê lêkolîna karmendan li ser pêşketin û dînamîzma aborî dikin.
Zehmetiyên sereke yên ku CREDIF di kampanyayên xwe yên dîjîtal an qadê de bi wan re rû bi rû dimîne çi ne?
Di pir rewşan de, têkiliyek erênî heye, çi di kampanyayên dîjîtal de, çi li qadê, ji ber ku em di serî de bi civaka sivîl re û bi aktorên hukmî yan ne hikmî re li ser asta herêmî dixebitin. Jixwe nêzîkbûna wan ji civaka sivîl re karê me hêsan dike lê carna di rûpela xwe ya civakî de, em rastî şîroveyan tên. Dema em axaftinên nebaş ên ku zirarê didin rûmeta mirovî û mafên jinan dibînin, jêdibin. Lê azadiya derbirînê bi giştî tê garantîkirin û hin şîrove rê didin me ku em aliyên din ên me dest nedaye wan jî bibînin û rojane gotara xwe û civata armanc dinirxînin. Ji ber vê yekê di her kampanyaya hişyariyê de em hewl didin nêzî beşên din ên civakê, ciwan û zarokan jî bibin. Ji ber ku em di wê baweriyê de ne divê xebatên me jî li ser bingeha civakîbûnê bin. Ev karek e ku divê hemû aliyên hukmî û ne hukmî û civaka sivîl bi hev re bikevin nava hewldanan lewma em yek ji derdorên vê xebatê ne û di asta destwerdana xwe de jî hewl didin beşdariyê bikin.
Hêviyên we yên sereke ji bo pêşerojê li CREDIF’ê û kampanyayên ku hûn dixwazin di sala pêş de pêk bînin çi ne?
Di sala bê de, em dixwazin kampanyayên xwe yên nêzî civakê û welatiyan bidomînin, em ê li ser lêçûnên aborî û civakî yên tundiya li ser jinan lêkolînek bikin û ev lêkolîn dê bi hevkariya UN Women û û Sindoqa Nifûsê ya Neteweyên Yekbûyî were kirin. Her wiha em ê lêkolînan li ser koçberiya jinan bikin ji ber guhertina rastiya koçberiya jinan ya îro û em ê kovara CREDIF biweşînin, û di hejmara xwe ya bê de behsa tundiya dîjîtal bikin. Ev kovar dê bi hevkariya hevkarê me Salamat ku li çend welatên Erebî çalak e, xwedî pîvaneke herêmî be.
Em her wiha li bendê ne ku Ansîklopediya Jinên Tûnisî wergerînin û kampanyayên din ên afirîner bidin destpêkirin ku bi riya wan em parêzvaniya mafên jinan bidomînin. Her wiha em ê li ser sererastkirina qanûna "Zubeyda El-Beşîr" ku piştî 26 salan di sala 2020’an de derketibû, bixebitin û kursên xwe yên perwerdeyê jî bidomînin. Em niha di nava xebatên avakirina ekîbên berdewam de ne, ji ber ku jinên rastî şîdetê hatine, piştî dema îdarî û dawiya hefteyê nikarin biçin tîmên pispor. Tîmên berdewamiyê hene ku li ser jinên rastî destdirêjiyê tên, lênêrînê dikin, ji ber vê yekê em di pêvajoya avakirina pergalek berdewamiyê de ne ku jinên mexdûrên şîdetê pêşwazî bikin û bi rê ve bibin.
We nû behsa Xelata Neteweyî ya "Zubeyda El-Beşîr" kiribû ku helbestvana yekem a Tûnisî ye gelo hûn dikarin hinekî behsa vê xelatê bikin?
Xelata Neteweyî " Zubeyda El-Beşîr " xelatek e ku rêz ji helbestvana Tûnisî "Zubeyda El-Beşîr" yekem helbestvan e di serdema nûjen de digre. Ev xelat di sala 1995’an de hat çêkirin, lê di van salan de metnek qanûnî ya ku wê birêkûpêk bike tunebû û xelat ne xwediyê nirxa darayî ya ku heq dike bû. Sala borî, di Tebaxa 2020’an de, biryara hikûmetê ya birêkûpêkirina xelatê hat pesendkirin û ji wê demê ve xelata neteweyî bi navê "Zubeyda El-Beşîr" ji bo baştirîn nivîskariya jinan tê binavkirin. Me kategoriyek nû çêkir, ji bilî pênc beşên din, du beş jî ji bo xelata Afirînerê bi Erebî û Fransî hebûn. Xelata Lêkolîna Zanistî bi zimanê Erebî û Fransî û Xelata Lêkolîna Zanistî li ser Jinan û Pejirandina Nêzîkatiya Zayendî. Me pola şeşan jî lê zêde kir ku ew jî baştirîn senaryo, ji bo nirxandina fîlim û kurtefîlmên ku rola pêşeng a jinên Tûnisî bi nirx dike. 
Najla Al-Alanî kî ye
Jineke Tûnisî ya ku bi pirsgirêkên jinan re eleqedar e, wê berê posta Rêvebera Cîbicîkar a Xelata Fatima Fehrî girtibû ji bo perwerdekirina jinan û hêsankirina gihîştina wan ji erkên pîşeyî yên girîng. Ew di heman demê de endama damezrîner a xelatê bû, xelatek Deryaya Navîn ku li dû bernameya Mediterranean 21 tê ku gelek jinên Tûnisî yên çalak, wek hunermenda dilsoz Sania Mubarek û lîstikvana jêhatî Mona Nûredîn, wergirtin û me xelat li ser astên herêmî û cîhanî dan.