Li Iraqê zewicandina zarokan bi referansan tê erêkirin

Di civakên baviksalar de ne cihê jinan heye ne jî xwedî îrade û gotinê ne. Ev hînbûyîna paşverû ku di nava civakê de qalib girtiye; bi referansên olî, zagonî û adetên civakî meşrû tê dîtin û tê pratîzekirin. Zewaca zarokan jî yek ji van rewşên xirab e. Li Iraqê keça 12 salî piştî ku ji aliyê birayê hevjîna bavê xwe ve rastî destavêtinê hat, bavê wê hewl da wê bi tecawizkar re bizewicîne.

XOFRAN EL-RADÎ
Bexda- Rewşên zewaca di temenê biçûk a di bin 18 saliyê de, careke din bi saya civakê û edetên eşîran li Iraqê zêde bûne û ketiye rojevê. 
Vîdyoyek ku di dawiya meha Cotmehê de di torên civakî de belav bû, bû sedema gengeşiyên berfireh der barê diyardeya îstîsmarkirina li dijî kesên temen biçûk li Iraqê û çîroka keça ku di 12 saliya xwe de hat zewicandin, ket rojeva raya giştî.
Dayika keçikê di vîdyoya ku li ser torên civakî hatiye belavkirin de derket û banga dezgehên hikûmetê kir ku keça wê ji destên bavê wê rizgar bikin. Bavê ku biryar da wê bi birayê jina xwe ya duyem re bizewicîne, bi peymaneke zewaca adetî û neqanûnî û bi darê zorê li derveyî dadgehê. Vê yekê jî pêleke berfireh a pêwendiyan derxist û hişt ku çalakvan kampanyayek organîze bikin da ku zextê li desthilatdaran bikin ku tevbigerin û li hember tiştê ku wekî sûcê “îdamkirina pêşwext li dijî keça Iraqî" binav kir" têbikoşin. 
Wezareta navxweyî zewaca zarok asayî dît
Lê bersiva Wezareta Navxweyî ya Iraqê matmayî hişt. Ji ber ku di daxuyaniyeke ku di 29’ê Cotmehê de hat weşandin de got: "Şerîet û zagon destûrê didin zewaca zarokek biçûk bi riya destûra bavê wê. Ev daxuyanî her wiha pêleke hêrsê di nav çalakvanan de rakir ku rexne li Wezareta Navxweyê hatin kirin û reftarên Wezareta Navxweyî neqanûnî hatin dîtin. Nemaze  piştî îdiayên wezaretê yên bi gotinên ‘zewac bi razîbûna bavê wê hatiye kirin.’ 
Dayika keça biçûk a ku ji tirsa çewisandina malbat û eşîrê nexwest navê xwe eşkere bike, ji ajansa me re axivî û diyar kir ku ew ji ber karê xwe yê firotina kincên elektronîkî bi riya gelek rûpelên malperên ragihandinê ji bo kirîna kelûpelên nû çûye û kur û keça xwe li gel dayika xwe hiştiye lê di nebûna dayikê de, bav hatiye ku her du zarokan bibe gel xwe. Dayika ku mafê xwedîkirina her du zarokan digire, ev yek normal û xwezayî dibîne. Lê zaroka wê di axaftina telefonê de ji dayika xwe re gotiye ku ji aliyê birayê jinbava xwe ve rastî tecawizê hatiye û bavê wê jî zextê li wê dike ku pê re bizewice.
Ji ber ku bûyera tecawizê derket holê bavê wê xwest wê bi tecawizkar re bizewicîne
Dayika keçikê ku ew jî di temenekî biçûk de zewiciye, diyar kir ku mijar mezin bûye û bavê keçikê hewl daye bi zewacê pisgirêkê çareser bike û wiha domand: "Piştî ku keça min bi min re têkilî danî û ji min alîkarî xwest, ji bilî veguhestina doza wê ji raya giştî re min tu çareserî nedît ji ber ku ya hatiye serê keça min sûc e. Sûcê destavêtinê veguheriye zewacê.”
Qanûna Rewşa Kesane ya Iraqê ya bi hejmara 188 a sala 1959’an a sererastkirî şert dike ku keçik temenê 18 salî temam bike heta ku karibe bizewice. Her wiha zewaca di temenê biçûk de û bi darê zorê sûcdar dike.
Lê peragrafa yekem a xala 8’an, dibêje: "Kesên ku panzdeh sal temam kiribin, daxwaza zewacê bikin, dadwer dikare piştî erêkirina welîyê wî yê qanûnî, ger kapasîteya wî were îsbatkirin, destûr bide. Ger welî red bike, dadger di heyama ku ew destnîşan dike de razîbûna wî jê dixwaze û heke îtîraz neke yan îtîraza wî ne hêjayî nirxandinê be, dadger destûr dide bav ku keça xwe bizewicîne 18 sal temam nekiribe jî.
“Ev mesele ne tenê zewicandina zarok e, dozeke destavêtinê û zewaca bi tecawizkar re ye”
Çalakvan Banîn Îlyas ji ajansa me re diyar kir ku ew rasterast dosyaya keç û dayika wê dişopîne û ji bo ku mafê keçikê bi dest bixe, bi saziyên çapemeniyê re têkilî danî û dosyayê belav kirin û wiha got: "Ev mijar bi awayê reftarên civakê ve girêdayî ye. Dayik û keça wê, li vir jî malbatên wan mebesta min e. Zewicandina keçeke 11 salî weke îstîsmar tê dîtin. Ew teqez dike ku mesele êdî ne tenê bi zewaca keçeke temen biçûk ve girêdayî ye lê belê ew dozek destavêtinê û zewaca mexdûr bi tecawizkarê wê re ye.
L.A ya 15 salî li ser çîroka zewaca xwe ya bi pismamê xwe re, nêzî du sal berê bi dudilî dibêje: "Rojekê ez ji dibistanê vedigeriyam, min mamê xwe û kurê wî li mala me dîtin. Dema silav kirin ez matmayî mam. Min fêm nekir ku çi diqewime, paşê ez hîn bûm ku ew ji bo min ji kurê xwe re bixwaze hatiye û bavê min jî razî bû.”
L.A ya ku mafê xwe winda kir ku nikaribû mîna keçên din perwerdeya xwe biqedîne û zarokatiya xwe bijî, dibîne ku tiştê hatiye serê wê mîna lîstikekê ye, ji ber ku ew biçûk bû wateya zewacê nizanibû û fam nedikir çi ye.
“Ji ber ku ez zarok hatim zewicandin min tiştek ji pêwendiya zewacê fam nekir”
Der barê bandora zewaca di temenekî biçûk de li ser jiyan û tenduristiya wê û hilgirtina berpirsiyariyên ji hêza wê zêdetir de dibêje: "Min tiştek ji wê pêwendiya zewacê fam nekir, ew ji bo min tiştek tirsnak bû. Heta niha pirsgirêkên min ên tenduristiyê hene û ez serdana bijîjşk dikim bi hêviya ku baş bim.” Ew dide zanîn ku têkiliya wê bi hevserê wê re ne zêde xurt e û wiha got: "Em zêde naaxivin. Serê sibê ji kargeha hesinkeriyê derdikeve û bi şev dereng vedigere. Karê min jî bi derbaskirina roja xwe ya malbatek ji 12 kesan, kirina karên malê û amadekirina xwarinê sînordar dimîne. Ez hêvî dikim ku ev hemû xewnek be, ji ber ku ez li cîhanek ku ne ya min e dijîm û ez tişt û karên ku ez naxwazim dikim.”
“Min keçên xwe bi kêfxweşî mezin kirin lê ap û zarokên wan biryara jiyana wan dan”
S.W ya 45 salî çîroka keça xwe ya biçûk a ku di dema zayîna zaroka xwe ya yekem de, ji ber temenê wê biçûk bû nikaribû êşa zayînê tehemul bike, piştî xwîna zêde jiyana xwe ji dest da wiha vedibêje: "Piştî mirina hevserê xwe min jiyana xwe terxan kir ji bo mezinkirina sê keçên xwe û tevî westiyan û berpirsyariyê jî ez kêfxweş bûm ku ew li ber çavên xwe mezin dibûn. Lê kêfxweşiya min bi mezinbûna zarokên min nedomiya, ap û zarokên wan bi hinceta ku ew welî û berpirsyar in piştî hevjînê min, dest bi cerdevaniyê li ser malbatê kirin. Birayên hevserê min destwerdana jiyana me kirin bi hinceta parastina namûsa malbatê. Ev mesele mezin bû û yek ji apên wê ji min xwest ku keça xwa ya mezin ku 12 salî ye bi kurê wî re bizewicînim.” 
Nikaribû keça xwe ji mêrên paşverû biparêze
S.W nikaribû zewacê red bike û rawestîne yan jî mafê keça xwe ya biçûk ku zaroktiya xwe bijî biparêze û wiha got: "Ez xwe sûcdar hîs dikim, her çend min fikra zewaca wê di temenek biçûk de red kir jî min nikaribû wê ji zilamên malbatê biparêzim. Piştî nebûna hevserê min kontrola xwe û nêrînên xwe li ser me ferz kirin.”
Çalakvan û hêzên medenî yên Iraqî bi salan doza derxistina zagoneke ji bo parastina mafên zarok û jinan dikin, di ronahiya diyardeya zêdebûna tundûtûjîya nav malê û zewac û îstismarkirina biçûkan li welat. Lê  Rewangeha Azadî bo Berevaniya Mafên Jin û Zarokan bang kir ku Midûriyeta Polîsan a Civakî bi tevahî bê rakirin û destnîşan kir ku ev yek teşwîqkirina şîdeta nava malbatê dike û zewaca keçên temenê biçûk qebûl dike.
Çalakvanên mafên jin û zarokan teqez dikin ku hejmara keçên bûne qurbaniyên zewaca zû bi dehhezaran li navçeyên cihê yên Iraqê tê texmînkirin. Civak ji çanda eşîrî ya ku di aliyên wê yên cihêreng de serdestiya jiyanê dike û pabendbûna bi baweriyên wê yên ku mafên jinan û keçan binpê dike, bi bandor bûye.
“Bi zîhniyeta baviksalar mêrên Iraqê li gorî mantiqa xwe tevdigerin”
teNada Al-Abedy, mamosteya zanîngehê û bi karûbarên jinan re eleqedar e, dibîne ku zîhniyeta baviksalar ya mêrên Iraqî dihêle ku ew li gorî mantiqê ku pê bawer dikin tevbigerin. Tevî ku ew di berpirsyariya parastina jinan de ne jî. 
Nada Al-Abedy piştrast dike ku xalên referansê yên kontrol û bandorê li ser civaka Iraqê, ji bilî referansa olê, bi referansa qanûn, êl, urf û wijdan tên temsîlkirin û lawazbûna zagon û cewhera civaka eşîrî roleke mezin di vê encamê de dilîzin.
Di dawiyê de, wê teqezî kir ku pêwîst e rûbirûbûna diyardeya zewaca di temenê biçûk de bi riya aktîfkirina qanûnê û parastina berpirsên cîbicîkirina wê ji polîs û dezgehên qanûnî were kirin. Her wiha zêdebarî aktîfkirina rola jinan di civakê de bi riya perwerdeya mecbûrî û derfetên kar ji bo jinan û ji bo şikandina astengiya hejarî û pirsgirêkên aborî ku dê û bav ji tirsa paşerojeke ne diyar serî li zewaca keçên xwe yên zarok didin.