Li Misrê her diçe kuştina jinan zêdetir dibe

Parêzer Intîsar El-Saîd mîrateyên çandî yên xelet ên ku wekî sûcên “namûsê" tên binavkirin wekî têgehek xelet dibîne û dibêje ku urf û edetên çewt dibin sedema kuştina gelek kesan û wiha didomîne: "Kî bi kê bikaribe, şîdetê dike ango mêr di karê xwe de rastî şîdetê tên, li jinan tundiyê dikin, jin jî ji mêr ji ber tundiya ji mêr, li zarokan tundiyê dikin û zarok jî li ajalan û her dem bi vî rengî didome.

ÎNAS KEMAL
Qahîre- Di çend rojên borî de li Misirê ji ber nakokiya li ser mîratê, birayekî agir bi bedana xweşika xwe xist û wê kuşt. Gelê Misirê ji vê bûyerê matmayî ma lê dema ku mirov ji nêz ve lê mêze bike dibîne ku ev ne bûyera yekem e ku îsal qewimiye.
Li gorî Weqfa Edraak a Pêşketin û Wekheviyê, di çaryeka duyemîn a sala 2021’ê de bi giştî hejmara sûcên tundiya zayendî ya li dijî jin û keçan derket 191’ê. Bi giştî hejmara jinên kuştî û keçan ji ber tundiyê bû 76, 54 jî ji aliyê yek ji endamên malbatê ve hatine kuştin. Her wiha 15 cînayet ji aliyê kesên nenas ên li derveyî malbatê ve hatine kirin û bi giştî hejmara hewldanên kuştinê jî bûye 18.
“Kuştina jinan bûye ji sedî 64”
Der barê rapora nîvsalane ya saziya "Bint El-Nil" a îsal de, tê gotin ku kuştina jin û keçan ji ber sedemên cihêreng di navbera gumana reftar, nerehetî, dîsîplîn û yên din de, ya herî berbelav e û gihîştiye ji sedî 64’an.
Vîdyoyek di Tîrmeha borî de li ser medyaya civakî belav bû, tê de tê xuyakirin ku zilamek bi eşkereyî 27 kêr li seranserê bedena hevjîna xwe dixe dema ku ew di dikanek cilan de ye. Di cih de wê jinê jiyana xwe ji dest da û ev yek bû sedema rewşek panîk û tirsê.
Der barê rêjeyên bilind ên kuştina jin û keçan de, profesor û civaknas Huda Zakaria got: "Çavkaniyên fermî yên ku vê zêdebûnê piştrast dikin tune ne lê em dikarin wekî zêdebûna temaşekirina nûçeyên kuştin û şîdetê bi nav bikin. Bi taybetî bi belavbûna malperên tora civakî yên ku vê mijarê hêsan kirin."
“Jin êdî tundiya li ser xwe qebûl nakin”
Her wiha got: "Di salên borî de, civakê zilam wekî yên herî bi hêz û xwedî desthilatdarî li ser jinan dihesiband ku jin di civakê de ji wan kêmtir in û ji ber vê yekê tundiya li ser jinan dihat qebûlkirin. Mesela, dihat qebûlkirin ku bira li xwişka xwe bixista yan jî mêr li gevjîna xwe bixista, nemaze di nav komên civakî yên feqîr û navîn de."
Huda Zakaria dibîne ku rewş guheriye û jin êdî tundiya li ser xwe qebûl nakin û wiha got: "Jinan ji ber gelek sedeman dest bi redkirina tundiya li ser xwe kirin, di nav de hişyarkirina mafên xwe û tevlibûna xwe di hemû qadan de heye. Ev yek dihêle ku zilam hîs bikin ku ew ji jinan kêmtir bûne û hêz û rewşa xwe ya civakî winda kirine û derfetên karkirina wan di karên cuda de kêm bûne. Ji ber vê piraniya wan dest bi tundiya li ser jinan kirine.” 
“Cudakariya di navbera zayendan de ji malbatê dest pê dike”
Li aliyê din rêvebera Weqfa "Bint El-Nil" Asma Dabis dibîne ku belavbûna tundî û kuştina jinan ji ber terz û şêweyê civakî yê ku mêr tê de mezin bûye ye. Ew xwediyê hemû hêzan e ku jinan kontrol bike û wiha got: "Cudakariya di navbera zayendan de ji malbatê dest pê dike ango muameleya bav û dayikê ya bi zarok re. Ji biçûkatiya wan ve keçik wek çîna duyemîn tên mezinkirin û her dem jê re dibêjin ku divê ew li birayê xwe guhdarî bike. Dema ku xort mezin dibin wisa dizanin ku çarenûsa jinan di destên wan de ne, ev yek jî dihêle ku xwişka xwe ji mîratê bêpar bike û nehêle derkeve derve." 
Wê teqez kir ku di nebûna pergalek qanûnî ya zelal û hişk de ji bo parastina jinan, her zilam dikare tundûtûjiyê li dijî jinan bi hinceta "namûs" bike. Xala 60’emîn a zagona ceza ya Misrê destûr dide mafê dîsîplînê li gorî şerîetê ku ev yek jî tundiyê rewa dike.
“Kî bi kê bikaribe tundiyê lê dike”
Li aliyê din parêzer Intîsar El-Saîd mîrateyên çandî yên xelet ên ku wekî sûcên “namûsê" tên binavkirin wekî têgehek xelet dibîne û dibêje ku urf û edetên çewt dibin sedema kuştina gelek kesan û wiha didomîne: "Kî bi kê bikaribe, şîdetê dike ango mêr di karê xwe de rastî şîdetê tên, ji ber vê yekê li ser jinan tundiyê dikin, jin jî tundiyê li zarokan dikin û zarok jî li ajalan û her dem bi vî rengî didome. Ev jî ji ber zextên aborî û civakî pêk tê. Ji ber tunebûna qanûnê, her kes mafê xwe bi destên xwe digre, wekî ku di karên dramî de di sînemayê de derdikevin pêş."
Hêjayî bibîrxistinê ye ku Navenda Misrê ya Mafên Jinan bi raporek ragihandiye ku salê 5 milyon û 600 hezar jin tûşî tundûtûjiya ji aliyê mêr û hevjînên xwe ve tên û 2 milyon û 400.000 jin di encama tundiya bi destên mêr û hevjînên xwe de birîndar bûne. Milyonek jin ji ber şîdeta ku ji aliyê mêran ve hatiye kirin malên xwe diterikînin. Salane nêzî 200 jin ji ber tundiya ji hevjînên xwe dibînin di dema ducanîbûnê de dikevin xeterê û hejmara jinên ku bûyerên tundiyê ji polîs re radigihînin ji 75 hezarî derbas nabe.